Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe

img
ŞIRNEX - Li Cizîrê çalakvanên ku tev li Nobeta Jiyanê bûne bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re dan û gotin: "Em bi zarokên xwe re ne. Bila Barzanî destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe.” 
 
Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Ferderal a Kurdistanê êriş dabû destpêkirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê her ku diçe zêdetir dibin. Ji bo ku şerê ku li dijî herêmê hatiye destpêkirin bê rawastandin, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Şirnex û navçeyên wê dest bi Nobeta Jiyanê kir. Dayik û welatiyên ku tev li nobetê bûbûn nêrazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê û AKP'ê da. 
 
Yek ji Dayikên Aşitiyê Sidika Erden (45) anî ziman ku malbata Barzanî ji ber berjewendiyên xwe yên şexsî Kurdistanê difiroşe û wiha got: “Birayî bi birayê din dide kuştin. Em Barzanî şermezar dikin. Ev komkujiya ku pêk tê bi destê Barzanî çêdibe. Bila ji vê şaşitiyê vegere. Ew jî kurd e. Em ê heta kengî bên kuştin? Em dibêjin bes e. Ev dewleta faşîst jî milê xwe dide milê wî. Heta ku ji destê me tê em ê li dijî van kirinan bisekinin. Em bi zarokên xwe re ne. Em ji doza xwe venagerin. Ev çend sal in me dest pê kiriye û gavek şûnde neavêtiye û dê neavêjin jî. Ev têkoşîna me roj bi roj mezintir dibe. Heta ku dilopeka xwînê di laşê me de hebe em ê bi zarokên xwe re bin. Bila Barzanî jî destê xwe ji vê xwînê bikêşîne. Em jî nasekinîn û dê nobeta xwe bigirin. Êdî kêr gihiştiye hestî. Tişta ku ji destê me tê em ê bikin.” 
 
'DESTÊ XWE DEYNIN SER WIJDANA XWE' 
 
Yek ji dayikan Mevlûde Gungen (43) jî bertek nîşanî malbata Barzaniyan da û diyar kir ku li şûna cejna xwe pîroz bikin, niha şînê digirin. Gungen, kesên piştgiriyê didin şer şermezar kir û wiha domand: “Ez hêvî dikim ku her kes destê xwe bide hev. Ev 40 salin şer heye. Dawiya vî şerî aştî ye. Divê em her tim aştiyê biparêzin. Banga me ji bo Barzanî jî ew e ku destê xwe ji birakujiyê bikêşe. Bila destê xwe bidane ser wijdana xwe. Ez bang li dayikên tirkan jî dikim; zarokên we jî tên kuştin. Destê xwe deynin ser wijdana xwe û li hemberî vî şerî bisekinin. Ev şer ne tenê li Başûr, li ser her parçeyeke jiyana me tê meşandin. Kezaba me dayikan şewitiye lê em dîsa jî aştiyê dixwazin. Em bi şer û kuştinan xelas nabin.  Barzanî bila bes piştgiriyê bide Tirkiyeyê. Bes dilê dayikan bişewitînin.”
 
'DESTÊ XWE JI XWÎNA ZAROKÊN ME BIKÊŞE' 
 
Têkildarî mijarê jina bi navê Hatîce Beytûr (43) jî got ku ew vê cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: “Her çend ku cejn be jî lê em li mala xwe nînin û li dijî şer disekinîn. Em hatine partiya xwe û nobetê digirin. Em dibêjin ku bila Barzanî ji vê şaşitiyê vegere. Bila destê xwe ji xwîna zarokên me bikişîne. Ew jî kurd e çima birakujiyê dike? Çima piştgiriyê dide dewleta tirk? Bila hemû dayik destê xwe bidin hev û li hemberî vî şerî li pişt zarokên xwe bisekinin.” 
 
'TECRÎD SEDEMA ŞER E’
 
Ji welatiyan Uzeyîr Kilinç jî daxuyand ku yek ji sedema şer, girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îro cejn e. Pêwîst bû ku me bi keyfxweşî pêşwazî bikira. Lê mixabin em îro cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin. Ji ber ku her roj cenaze tên, her roj bomberan heye û her roj xwezaya me tê talankirin. Li ser erdnîgarî û xwezaya me şereke bêexleqî tê meşandin. Aliyekî bombebaran dike, li aliyekî çekên kîmyewî bi kar tîne û li aliyê din jî birakujî tê kirin. Xelkê Cizîrî li dijî vê ye. Bila şerê birakujiyê nebe. Li hemberî birakujiyê divê ku herkes rabe ser piyan. Em birakujiyê û dagirkeriyê qebûl nakin. Em jî weke hemû gelên cîhanê ne. Îro 50 milyon kurd hene lê em bêstatû ne. Em bên kuştin jî, bên bombebarankirin jî û çi dibe bila bibe em ê paşve gavê neavêjîn. Tecrîda li birêz Ocalan, sedema şer e. Divê em kurd bibin yek ku bikarin li hemberî vî şerî bisekinin. Heta ku kurd nebin yek û bi yekdengî tevnegerin dê dewletên derdorê her tim li ser pişta kurdan bin. Bedelê wê çi bibe bila bibe em ê li hemberî şer bisekinin.” 
 
‘BARZANÎ ÎRO XIYANETÊ LI BAVÊ XWE DIKE’ 
 
Welatiyekî ku nexwest navê xwe bide jî bal kişand ser malbata Barzanî û nêrînên xwe wiha parve kir: “Barzanî, bi van kirinan dawiya xwe tînin. Dema Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ji dest dayî me tevekan wêneyên wî li odeyên malên xwe hilayîstin. Her kesî dema çav bi wêneyî diket rêz û hurmet jê re digirt. Lê îro em li kurê wî dinêrin û şerm dikin. Gelê kurd çiqasî qîmet da ye, ked da ye û alîkarî da ye. Me ewqasî xîzmet jê re kir. Barzanî saxlem derneket. Bila xwîna kurdan nerêje. Em çawa xiyanetê li erdê xwe û axa xwe bikin? Em ê kengî bi aqil bibin? Bila ji vê şaştiyê vegere. Barzanî îro xiyanetê li bavê xwe dike. Wisa nabe û em wisa qebûl nakin.” 
 

Sernavên din

04/05/2022
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin