Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi wesîleya Cejna Remezanê gelek kes çûn serdana HDP’ê û cejna wan pîroz kirin. Her wiha malbata Denîz Poyraz jî çûn serdana HDP’a Îzmîrê û diyar kirin ku bila Cejna Remezanê bibe wesîleya aştiyê. 
 
Gelek partiyên siyasî û welatî di roja duyemîn a Cejna Remezanê de çûn serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). 
 
Dayika Denîz Poyraz ku di 17’ê hezîrana 2021’an de li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin, Fehîme Poyraz û bavê wê Abdulîllah Poyraz bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana HDP’ê. Malbata Poyraz ji hêla Hevserokên HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha endam û nûnerên gelek saziyên cuda û gelek welatî jî beşdarî serdanê bûn. Di serdanê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û diyar kir ku ew vê cejnê di bin siya şer, xizanî û mirinan de pîroz dikin. 
 
FEHÎME POYRAZ: CEJNEKE XEMGÎN E
 
Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî di serdanê de axivî û ev tişt anî ziman: “Piştî qetilkirina keça min, ev bû cejna yekemîn ku em pîroz dikin. Bo me cejneke xemgîn e. Ez êşa hemû dayikên ku zarokên wan hatine qetilkirin, hîs dikim. Hêvîdarim ku ev cejn bibe wesîleya aştiyê.” 
 
Piştî axaftinê jî nûnerên saziyan û welatiyan derheqê girîngiya cejnê de axivîn û xwestin ku şerê heyî êdî bi dawî bibe û aştî û edalet pêk bê. 
 
NOBETA EDALETÊ
 
Malbatên girtiyan jî hatin serdana HDP’ê. Bi hatina malbatên girtiyan re çalakiya Nobeta Edaletê jî li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê dom kir. Di serdanê de malbatan cejna girtiyan pîroz kir û gotin ku bila ev cejn bibe wesîleya berdana hemû girtiyan û aştiyê. 
 
WAN 
 
Partî û saziyên li Wanê jî bi wesîleya cejnê çûn serdana Rêxistina HDP’ê ya Wanê. Di bernameya cejnê de li gel endam û rêveberên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Wanê, her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), parlamenterên HDP’ê yên Wanê Muazzez Orhan û Mûrat Sarisaç û bi sedan welatî amade bûn. 
 
Di serdanê de Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan axivî û bal kişand ser girîngiya Cejna Remezanê. Dogan, got ku cejn tên wateya keyfxweşiyê û wiha domand: “Lê çend heyf û mixabin ku ji ber polîtîkayên zext û çewisandinê yên li ser gelê kurd û berxwedêran, tu keyfxweşî nema ye. Em dibêjin ku çiqas êriş dikin bila bikin lê em ê têkoşîna xwe ya li hemberî vê feraseta faşîst û kedxwar bidomînin. Sekna gelê kurd a di vê pêvajoyê de, pêşî li hemû polîtîkayên qirêjî girtiye. Ev sekna we, li dijî faşîzmê bersiva herî xurt e.”
 
RIHA 
 
Pîrozbahiyên Cejna Remezanê îro li HDP’a Rihayê jî hatin lidarxistin. Di vê çarçoveyê de endam û rêveberên partiyê û welatî li avahiya partiyê hatin ba hev. Parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu, Omer Ocalan, Nûsrettîn Maçîn û Nîmetûllah Erdogmûş jî di nav de gelek kes beşdarî bernameya pîrozbahiya cejnê bûn. Ji welatiyan Saliha Canbek cejna Remezanê li hemû kesî pîroz kir û got ku gelê kurd tenê bi yekitiya xwe dikare pêşî li şer bigire. Ji welatiyan Îsmaîl Tellî jî destnîşan kir ku heke gelê kurd yekitiya xwe ava bike, dê bikarin di têkoşîna xwe bi ser kevin. 
 
Piştre jî Hevserokê HDP’a Rihayê Ziya Çalişkan axivî û diyar kir ku ew cejnê bi hêvî pêşwazî dikin. Parlamenter Nîmetûllah Erdogmuş jî cejna beşdaran bi 5 zimanan pîroz kir û got ku ya herî girîng ew e ku mirov di heman keyfxweşiyê de bibe yek. 
 
Tê payîn ku Serokatiya CHP’ê ya Rihayê di saetên pêş de biçe serdana HDP’ê. 
 

Sernavên din

04/05/2022
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin