Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke

img
HABER MERKEZİ – Rêveberiya Xweser a Şengalê, li dijî êrişên Artêşa Iraqê yên ser Şengalê banga yekitî û hevgirtinê kir û ev tişt got: "Asayîşa Êzidxan û hêzên YBŞ-YJŞ'ê rûmeta civaka êzidî ne. Divê tu kes dest û zimanê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke."    
 
Rêveberiya Xweser a Şengalê, derbarê êrişên Artêşa Iraqê yên li ser Şengalê û armanca êrişan de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Rêveberiyê, didaxuyaniya xwe de destnîşan kir ku çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî û pevçûnên li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê ye û ji bo şer û pevçûn belav nebin weke Rêveberiya Xweser ketine nav hewldanên berfireh. Rêveberiyê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Asayîşa Êzidxan û hêzên YBŞ-YJŞ'ê rûmeta civaka êzidî ne û xwest ku tu kes dest û zimanê xwe dirêjî yekîneyên parastina êzidiyan neke." 
 
Tevahiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:
 
“Wekî tê zanîn di demên dawî de li Şengalê careke din rewşeke aloz rûdaye û niha çavên herkesi li ser Şengalê ne û dixwazin rewşê fam bikin. Ev aloziyên dawî her çiqas di 18’ê Nîsanê de destpêkiribe û heya roja me ya îro berdewam kiribe jî, çavkaniya vê rewşê û pirsgirêkên li Şengalê lazim e were famkirin. Ji ber ku dixwazin car din dîroka fermanan li me nû bikin.
 
Civaka Êzidî  di 2014’an de li ber çavê hemû dinyayê rastî fermaneke giran hat. Yek ji fermanên herî giran a dîroka me ev ferman bû. Di dema fermanê de Artêşa Iraqê pişta xwe da Şengalê û çû, PDK bi îxaneteke mezin hevkariya vê fermanê kir, dewleta Tirk a dagirker bi destê çeteyên DAIŞ’ê xwest koka me tune bike. Wekî civaka Êzidî, bi piştgiriya gerîlayên azadiyê û Şoreşa Rojava me xwe ji vê fermanê rizgar kir û ji bo ferman car din neyê serê me me dest bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser kir.
 
HEVKARIYA PDK'Ê Û KAZIMÎ
 
Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, di wan rojên giran de bi berdêlên pir mezin hatin avakirin. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê wekî fedayiyên bîr û baweriya Êzdiyatiyê bi erka xwe rabûn û di oxira gelê de xwe heya roja me ya îro jî pêşengên mezin şehîd dan. Civaka Êzidî wisa bi hêsanî xwe ji fermanê rizgar nekir, wisa bi hêsanî xwe ne gihand van rojan. Me 8 salên agirîn li pey xwe hiştin û me xwe gihand van rojan. Û me di nav van 8 salan de kerameta dewleta Iraqê jî parast. Bi parastina Şengalê me yekîtîya Iraqê jî parast.
 
Di nav van 8 salan de ji bo statuya Şengalê were zelalkirin me gelek proje pêşxistin û gelek hevdîtin kirin. Me yekîtîya dewleta Iraqê esas girt û me xwest li gor yasayên dewleta federal a Iraqê pirsgirêkan çareser bikin. Lê ev hewldanên me yên çareseriyê di 9’ê Cotmeha 2020’an de bi planeke nû ya qirêj re hate bersivandin. Bi hevkariya hikumeta Kazimî û PDK’ê, bi zextên dewleta Tirk ê dagirker û bi piştgiriya hin hêzên navteweyî ev peyman hate morkirin. Me ev ferman ji roja destpêkê ve wekî ‘fermana bi navê qanûnê’ binavkir.
 
PEYMANA 9'Ê COTMEHÊ
 
Li Şengalê çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî, şer û pevçûnan Peymana 9’ê Cotmehê ye. Di nav 2 salên dawî de hemû polîtîkayên zext, gef û êrîşan di çarçoweya vê planê de têne maşandin. Dewleta tirk a dagirker ji vê peymanê hêz digire û êrîşê me dike. PDK pişta xwe dide vê peymanê û bi xeyala vegera Şengalê êrîşê me dike. Hikumeta Kazimî ji bo vê peymanê bixe meriyetê niha artêşa Iraqê bi ser Şengalê de dişîne. Derdora me bi dîwar û sîman dipêçin û dixwazin Şengalê bixin zindan. Ev hemû êrîş bi hev ve girêdayî ne û hêza xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê digirin.
 
Pêla êrîşên dawî jî bi vê peymanê ve girêdayî ye ku di 18’ê Nîsanê de bi dorpêçkirina Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Dîgurê re destpêkir. Civaka Êzidî di wan rojan de amadekariya cejna Çarşema Serê Salê dikir. Ev êrîşên dawî di rojên me yên herî pîroz de destpêkir. Tişta ku artêşa Iraqê li ser me ferz dikir ew bû ku em dest ji Asayîşa Êzîdxanê berdin. Wekî tê zanîn tunekirina Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên herî girîng a Peymana 9’ê Cotmehê ye.
 
ARMANCA KOÇBERKIRINA ÊZIDIYAN E
 
Ji bo şer û pevçûn belav nebe wekî Rêveberiya Xweser em ketin nav hewldanên berfireh, me gelek bangawazî li Iraqê û raya giştî kirin. Li ser vê esasê hem li Şengalê hem jî li Bexdayê ji bo çareseriya pirsgirêkan çend hevdîtin hatin kirin. Lê di van hevdîtinan de rêz li îradeya civaka Êzidî nehate girtin, rêz li hebûna Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên parastinê nehate girtin. Car din qebûlkirina Peymana 9’ê Cotmehê li me hat ferzkirin. Û bi taybet em dixwazin ji raya giştî re ragihînin ku di hevdîtinên dawî de Qaîd Firqayê Şengalê û Qaîd Ameliyatê Mûsilê bi sekn û helwesta xwe rê li ber çareseriyê girtin û siyaseta şer sor kirin.
 
Wekî merheleyeke nû ya êrîşên li ser Şengalê herî dawî jî di 2’ê Gulanê de artêşa Iraqê wekî ku Şengalê dagir bike bi tank, top û çekên giran li nahiya Sinûnê û komelgeha Dîgurê êrîşên giran kirin. Di heman demê de PDK jî ket nav liv û tevgerê û dest bi meşandina şerê taybet kir. PDK ev çend roj in bi rêya ragihandina xwe dixwaze gelê Şengalê car din koçber bike û li kampan muhtacê xwe bike. Em vê siyasetê jî baş nas dikin û ji nêz ve dişopînin. Rast e, hin malbat ji ber êrîşên giran ên artêşa Iraqê neçar man û ji malên xwe derketin. Lê zehfê van malbatan car din vegeriyan ser mal û milkên xwe. Lê hinek ji wan kesan jî bi pere ji aliyê PDK’ê û bi taybet jî ji aliyê Aştî Koçer ve hatibûn rêxistinkirin. Gelê me qerar daye ku êdî nekeve ser rêya koçberiyê û ewê bi vegera li Şengalê bersiva pêwîst bide PDK’ê.
 
BANGA YEKITÎ Û HEVGIRTINÊ
 
Em ji vir car din bang li hemû hêzên Iraqê dikin. Neyên lîstoka dewleta Tirk û PDK’ê. Hedefa dewleta Tirk ne tenê Şengal e, dewleta Tirk dixwaze li Iraqê şer bide destpêkirin û xwe bigihîne xeyalên Osmaniya Nû. Em car din dibêjin, em dixwazin di nav yekbûn û yekitiya Iraqê de pirsgirêkan çareser bikin. Lê em di heman demê de daxwaz dikin ku rêz li Rêveberiya Xweser a Şengalê û hêzên wê yên parastinê bigirin. Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ rûmeta civaka Êzidî ne. Bila tu kes dest û dev dirêjî hêzên me yên parastinê nekin.
 
Em her wiha bang li civaka Êzidî dikin ku ji her demê zêdetir yekîtî û tifaqa xwe xurt bikin. Lazim e civaka me li hemberî siyaseta PDK’ê û hin aliyan hişyar be, li derdora Şengalê, li derdora bîr û baweriya xwe bibe yek. Emê bi yekîtî û tifaqê bersiva van hemû êrîşan bidin. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bes piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê bikin. Piştgîriya vê peymanê piştgiriya fermanên nû ya li ser Êzidiyan e. Qirkirina civaka Êzidî qebûl nekin û rê li ber êrîşên nû yên qirkirinê bigirin.”
 

Sernavên din

04/05/2022
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin