Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin

AMED - Gelê Amedê, bertêk nîşanî krîza aborî dan û ji bo dewlemendên derdora AKP'ê jî ev tişt gotin: "Dewlemend ji bo xwarina xwe ya zêde bimehînin dimeşin. Heman rêyê xizan jî ji bo ku pariyekî nan bibînin dimeşin."

Li Tirkiyeyê, krîzeke kûr a aborî heye. Krîz bandora xwe li her hemû beşên civakê dike. Lê tesîra krîzê zêdetir kesên bêkar û xizan hîs dikin. Ji ber bihabûne bûye êdî kes nikarê debara xwe bike û pêdivîyên xwe yên jiyanî bikire. Bi munasebata Cejna Remazanê em daketin kolanên Amedê û derbarê krîza aborî û şerê ku li dijî kurdan tê meşandin de mîqrefon dirêjî amediyan kir. 
 
 
Welatiyê bi navê Halîs Erçîftçî, da zanîn ku di salên 1990’î de ji ber ku gundê wan Beleqanê yê girêdayî navçeya Licê hatiye şewitandin koçî navenda Amedê kirine û derbarê polîtîkayên ku krîzê kûr dikin de wiha axivî: "Dewlet çavkaniyan tev ji şer re razandiye. Her roj balefir radibin. Her ku diçe krîz kûrtir dibe. Kar jî tuneye, aramî jî tuneye. Ger ku wekhevî û aşitî hebe wê ev krîz çareser bibin.”
 
'TU HEQÊ WAN TUNEYE'
 
Welatî Mecît Kaya, destnîşan kir ku hikûmet çavkaniyên gel ji pênc çeteyên xwe re vediqetîne û gel bi vê yekê xizan dibe. Kaya, polîtîkayên şer ên AKP’ê jî wiha nirxand: "Tu heqê tirkan nîne ku biçin li Iraq, Sûriye, Îran, Azerbaycanê şer bike. Kesî xwe tekilî wan nekiriye. Ji ber ku hêza wan dewletan tuneye zilmê li wan dike. Bila pêçiya xwe ji Rusyayê, Îsraîlê, Emerikayê re bihejîne. Kes nikare aqil, wijdan û fikrê ji me bigire. Rayedarên desthilatê ji me re dibêjin mastê gamêşan, xurmeyên medîneyê, hingivê kestaneyan bixwin. Kê dibîne ku bixwe."
 
ROJÊN XWE FIROTIYE!
 
Welatî Ayhan Ûzûnca, diyar kir ku rayedarên dewletê ji xizaniya gel fêm nakin û ew di nava qesran de dijin, çi dixwazin wî dixwin, vedixwin. Ayhan, bal kişand ser zemên dawî û da zanîn ku heqdesta asgarî zêdekirin lê bi zeman 5 qet zêdetirê wê ji gel stendin û ev tişt gotin: "Gelek tişt hene ku çareser bikin, lê nakin. Li hundir û derve şer dimeşînîn. Kes nizane bê ka ev şer şerê çî ye jî. Heval hene ku ji ber krîza aborî dest ji zewacê berdane. Dîsa ez bûm şahid kesek ji bo ku daweta keça xwe bike hezar û 500 rojên prîmên xwe firotin SSK’ê."
 
'DIZIYÊ DIKIN'
 
Welatiyê ciwan Yasîn Gurbuz jî bertek nîşanî diziyên ku desthilat dike da û diyar kir ku ew ê li Tirkiyeyê negihîjin heqê xwe û wiha got: “Dewlemend ji bo xwarina xwe ya zêde bimehînin dimeşin. Heman rêyê xizan ji bo ku pariyekî nan bibînin dimeşin. Ev ne edalet e."
 
'NIKARIM XERCANE BIDIM ZAROKÊN XWE'
 
Welatî Mehmet Tosûn, da zanîn ku ji ber zemên dawî û bêqîmetbûna pereyan nikaribûye xercaneya cejnê li birazî û xwarziyên xwe belav bike û ev tişt anî ziman: “20 heb birazî, xwerzî û zarok li malbata me hene. Her yek çavên wan li min e ku ez pere bidim wana. Bi 5 lîre tiştek nayê û ji ber ku tuneye ez nikarim 50 lîre jî bidim wan."
 
'NIKARIM BIÇIM MALA XWE'
 
Welatî Zelîha Akçay jî got ku kesên mehê 200-300 hezar lîre mûçe digirin halê kesên ku nikarin nan û goşt bikirin fêm nakin û wiha axivî: "Ez bi çar çavan li benda mûçeya xwe mam. Ji ber cejnê tenê 700 lîre li mûçeyê min zêde kirine. Ji ber astengiyên debarê ev du sal in ku ez naçim mala xwe. Ku biçim dê fatûre bên û ez nikarim wana razînim."
 
 'TEV YEZÎT IN'
 
Herî dawî welatî Metîn Cîhan jî destnîşan kir ku rêveberên dewletê welatiyan muhtacî her tiştî kirine û wiha got: "Em ji bo dewletê çi bêjin li wan zor tê û em dibin terorîst. Dema ku hiqûq û edalet tunebe bila ji serê sibehê heta êvarê serê wan li ser secadê be, vala ye. Tev dizî dikin û ew tev 'Yezît' in."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/05/2022
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin