Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê

ŞIRNEX - Dayikên şirnexî ku tev lî Nobeta Jiyanê bûn, bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li ser Herêma Kurdistanê û hevkariya PDK'ê ya di vê êrişê de dan û ev tişt gotin: "Êdî baweriya me bi Barzanî nayê. Kesê ku rabe kurdan bikûje mirov çawa baweriya xwe bi wî bîne.

Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji hewa û bejahiyê ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê kir. Li dijî êrişê ku li dijî Herêma Kurdistanê hat destpêkirin, di 2’ê nîsanê roja cejnê de bi dirûşmeya “Li dijî şer aştî, li dijî kuştinê jiyan” rêxistinên HDP'ê yên navçeyan û navenda Şirnexê çalakiya “Nobeta Jiyanê” dan destpêkirin. Çalakiya ku du rojan berdewam kir, duh bi tevlîbûna sedan kesî bi dawî bû.
 
Dayikên tev li çalakiya Nobeta Jiyanê bûn, ji ajansê me re axivîn û xwestin kurd tifaqa xwe ava bikin.
 
 
'EM LI DIJÎ ŞER IN'
 
Dayik Naîle Tûnç, diyar kir ku Barzanî dijminatiya gelê kurd û piştgiriya dewleta tirk dike û wiha got: "Ew bi xwe jî kurd e, lê êrişê kurdan dike û wan dikuje. Em şer naxwazin. Em dixwazin azadî û aştî pêk bê. Barzanî ji bo çi vê tiştê dike? Mirov çawa xwe difiroşe? Ew ji kurdan çi dixwaze? Gelê Şengalê bi tenê parastina xwe dikin. Lê rabûn çûn êrişê wir kirin. Ji gelê êzidî çi dixwaze? Êdî baweriya me bi Barzanî nayê. Kesê ku rabe kurdan bikuje mirov çawa baweriya xwe bi wî bîne. Ger ku PDK’ê piştgiriyê nedayê wê dewleta tirk nikaribûna erişî Başûr bikira. Em li dijî şer in. Em jiyanek wekhev û aştiyane dixwazin. Êrişê çiyayên me dikin û zarokên me dikujin. Bila dev ji vê hovîtiyê berdin. Em tifaqa bi Barzanî re naxwazin. Divê em kurd bi xwe bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Barzanî rêya dewleta tirk vedike. Barzanî birayê me nîne û em wî nelet dikin. Li çar aliyê Kurdistanê divê gelê kurd û bi taybetî dayik rabin ser piyan û dest bidin hev. Em li dijî kuştin û şer bisekinin."
 
‘EM ÎXANETA BARZANÎ JI BÎR NAKIN' 
 
Hevseroka HDP’a Bajaroka Dêrgulê Zozan Denîz jî ji ber piştgiriya wê ya Tirkiyeyê PDK’ê şermezar kir û wiha axivî: "Em tu carî îxaneta Barzanî ji bîr nakin. Em êdî şer naxwazin. Bi salan in em kurd tên kuştin. Em dibêjin êdî bes e. Mirovekî ku kurd be çawa îxanetê li gelê xwe dike? Tişta ku Barzanî îro dike tu kes qebûl nake. Li dijî vê îxanetê divê tu kes bêdeng nemîne. Ji bo menfeata xwe piştgiriya dewleta tirk dike. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Li dijî vê îxanetê divê gelê kurd li çar aliyê welat ser piyan. Li şûna ku piştgiriya kurdan bike piştgiriya dewleta tirk dike. Barzanî ku kurd e çima li dijî PKK’ê şer dike. Em vê komploya li ser gelê Kurd û gelê Başûr şermezar dikin. Bila Barzanî beriya ku dereng bikeve ji vê rêya şaş vegere. Em biratiya Barzanî qebûl nakin. Ew ji Erdogan re biratiyê dike. Mirov çawa rê dide dijminê xwe. Roj roja xwedî derketinê ye. Em xwedî li nirx, vîn û nasnameya xwe derbikevin. Em hene û em xilas nabin û em ê hebin."
 
'DIJMINÊ KURDAN JÊ RE NABIN DOST'
 
Endama Meclisa Dayika Aştiyê ya Silopiyê Taybet Tatli, bang li Barzanî kir ku destên xwe ji ser kurdan vekişîne û ev tişt anî ziman: "Bila piştgiriya dewleta tirk neke. Bila dawî li van oprasyonan bînin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Banga min li dayikên cerdevan û leşkeran; bila destên xwe nedin destê dijmin û xwînmijan. Wê heta kîngê dijmin çiya û daristanên me gulabaran bike û bişewitîne. Çi ji me kurdan dixwazin? Biratiya kurdan û Barzanî êdî nemaye. Em vê biratiyê qebûl nakin. Ger ku Barzanî bi biratî nêzî me bibûya dê piştgiriya dewleta tirk nekira. Zarokên me bi çekên kîmyewî tên kuştin. Ger ku îro çiyayên Kurdistanê tên gulebarankirin û zarokên me tên kuştin berpirsyarê vê Barzanî ye. Qet ji navê xwe şerm nake. Dema DAIŞ'ê êrişî Barzanî kir kê wî xelas kir? Çawa wan rojan ji bîr kir. Em Barzanî nelet dikin ku vê hevkariyê dike. Bila destên xwe ji vê qirêjiyê vekişîne. Ji vê rêya şaş vegere. Em ê tu carî vê îxanetê ji bîr nekin. Dewleta tirk îro tiştê ku bi me dike dê sibê bi wî jî bike. Ji dijminê kurdan jê re nabe bira û dost. Barzanî bila vê baş bizanibe."
 
'JI DESTÊ KÊ ÇÊ TÊ BILA BIKE'
 
Endama Meclîsa Dayika Aştiyê ya Silopiyê Emîne Alkiş jî destnîşan kir ku ew bi salan e daxwaza azadî û aştiyê dikin û wiha got: "Em kurd şer naxwazin. Bila gelê kurd rabe ser piyan û li ber xwe bide. Ger ku em ranebin dê tu kes ji bo me ranebe ser piyan. Bi taybetî jî divê em dayik rabin ser piyan. Êdî baweriya me bi Barzanî nayê. Barzanî gelek dilê me dayikan şewitandiye. Heta niha me tu qenciya wî nedîtiye. Her tim piştgiriyê dide neyarê me kurdan. Barzanî ji vê rêya şaş vegere. Em dayik tu carî Barzanî efû nakin. Hemû çiyayên me yên Kurdistanê bi çekên kîmyewî şewitandin. Baweriya me kurdan pê nayê. Ger ku Barzanî kurd bûya dê vê hovîtiyê nekira. Bila hemû dayik dest bidin hev û li dijî vî şerî dengê xwe bilind bikin. Ji ber îxaneta Barzanî kurd nagihîjin armanca xwe. Li dijî zilmê em ê dengê xwe bilind bikin û rabin serhildanê. Divê hemû gelê me rabe ser piyan. Bila tu kes di malên xwe de rûnenê. Ji heft saliyan heta heftê saliyan ji destê kê çê tê bila bike. Em ê her tim çalakiyên xwe yên nobetê bidomînin. Dilê me dayikan dişewite. Bila ev bêdengî bê şikandin."
 
‘Barzanî û hikûmeta AKP’ê mirovên hevdûne’
 
Cemîle Acar jî bi lêv kir ku wê tu carî kurd xelas nebin û ev tişt anîn ziman: "Di dilê Erdogan de rihm tuneye. Mirovek zalim e. Jin, zarok, ciwan, kal û pîran dikuje. Kesekî ku misilman be çawa vî tiştî dike. Mirov qet ji xwe fedî nake? Ew çi ji bajarên kurdan dixwaze. Çiyayên me dişewitînin û darên me dibirin, zarokên me dikujin, hestiyên me winda dikin. Zalimê zalim me kurdan çi bi te kiriye? Em piştgiriya Barzanî û Tirkiyê jî şermezar dikin. Barzanî û hikûmeta AKP’ê mirovên hev in. Ger ku ew Barzanî baş bûya dê neçûya Stenbolê hevdîtinê nekira. Barzanî qet ji xwe fedî nake? Darên çiyayên me dibirin û dişewitînin. Barzanî ji bo Erdogan kurdan dikuje. Tifaqa bi Barzanî re ne pêkan e. Barzanî ne hevalê kurdan e. Barzanî îxanet dike. Divê gelê me vê bêdengiyê bişikîne. Ger ku em kurd bi xwe tifaqa xwe ava nekin em ê tune bibin. Em ê bibin yek û li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Barzanî ji bo xwe tu tiştî nekiriye, dê ji bo min çi bike. Barzanî bûye dijminê kurdan. Bila kurd biratiya xwe ava bikin."

Sernavên din

04/05/2022
16:36 Ji Kavala daxuyaniya Geziyê: Biryar kêfî û siyasî ye
16:12 Li Hezexê du ciwan mirî hatin dîtin
16:05 Şervan Êzidxan hat veşartin
15:52 Qurbaniyên Terteleya Dêrsimê hatin bibîranîn: Me ji bîr nekir û efû nekir
15:42 Di nîsanê de 24 jin hatin kuştin
14:43 Li Cizîrê jina ku hewl da întihar bike bi giranî birîndar bû
14:30 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê ne: Şeş meh in rayedar xemsar in
14:15 YNK'ê bersiva PDK'ê da: Ya ku Şengalê radestî DAIŞ'ê kir PDK bû
13:24 Di êrişa çekdarî de kesek din jî jiyana xwe ji dest da
12:48 Malbata Şenyaşar wê ji bo cejnê serdanan qebûl bike
12:48 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 29’an
12:11 Nijadperestiya li ser kurdî: Bêceza hiştin û parastin
11:58 MB: Wê nan, meqarne û goşt bên zemkirin
11:54 Birayê leşkerê hatiye kuştin jî tev li 'Nobeta Jiyanê' bû
11:47 Li Efrînê serpelek hate kuştin
11:45 Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
10:22 Çalakgerên Nobeta Jiyanê: Êdî baweriya me bi Barzanî nayê
10:03 Şaredariya AKP’î çopên xwe dirijîne Çemê Xabûrê
09:44 Pêşmergeyê berê: Xeyala Erdogan ew e ku xwe bigihîne sînorên Osmanî
09:05 Welatiyên Amedê: Ew ji bo bimehînin xizan jî ji bo pariyekî nan bibînin dimeşin
09:04 5 sal in doza azadiya Ocalan dike
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2022'YAN
00:51 Li Amedê wesayîtek hat gulebarankirin: Dayikek û keça xwe jiyana xwe ji dest dan
03/05/2022
19:29 Nobeta Jiyanê: Werin em dawî li şer bînin
18:41 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Divê kes destê xwe dirêjî yekîneyên me yên parastinê neke
17:10 Wênesaz Perwazî jina berxwedêr a Şengalî resmand
16:06 Derheqê parvekirina nîjadperest a li Qereyaziyê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:57 Di serdanên cejnê de daxwaza edaletê kirin
15:29 ‘Alaya edaletê di destê malbata Şenyaşar de ye’
15:11 HRE: Li Efrînê 14 çete hatin kuştin
14:57 Li gundê Aysel Tugluk bang kirin: Ayselê û hevalên wê berdin
14:37 MKGP’ê bang li rojnamegerên jin kir: Em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin
14:04 Malbatên girtiyan Cejna Remezanê li pêşiya girtîgehê pêşwazî kirin
13:46 Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Amsterdamê dest pê dike
12:49 Aliyên siyasî yên Iraqê: Divê dawî li binpêkirina Tirkiyeyê bê anîn
12:30 Li Qereyaziyê parvekirina nîjadperest
12:18 Ji partiyên siyasî serdanên cejnê
11:41 DFG: Di nîsanê de 4 rojnameger hatin binçavkirin û 16 nûçe hatin astengkirin
11:24 120 cerdevan bi navê çawişên pispor şandin Metînayê
11:15 ‘Divê hemû welatparêzên kurd xwedî li Şengalê derkevin’
10:40 Gefa kuştinê li girtiyê ku got ‘Ez kurd im’ xwarin
10:02 TEV-DEM’ê ji bo Şengalê bang kir: Parastina Şengalê deynê stûyê her kesî ye
09:46 Xelkê Şengalê ji bo parastina xaka xwe nobet girt
09:20 Di Nobeta Jiyanê de bang li Barzanî kirin: Destê xwe ji xwîna zarokên me bikêşe
09:08 Qeşayê li fistiqên Rihayê da
09:06 Parêzer Tuysuz: 'Operasyona' li nivîskarê çûye îfade dayînê sûc e
09:04 ‘Roja Reş’ 84 sal in didome
09:02 Li Pirsûsê mal û erd di bin avê de man!
09:00 ROJEVA 3'YÊ GULANA 2022'YAN
02/05/2022
22:38 UNAMI: Êrişên li dijî Şengalê bifikar in
19:35 Li Enqerê jinek hat kuştin
16:23 Înfaza girtiyê ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye hate şewitandin
16:06 Gelek kes çûn serdana malbata Şenyaşar û cejna wan pîroz kirin
16:05 KCDK-E’yê ji bo xwedîderketina li Şengalê bang kir
15:52 Qeymeqamtiya Licê serdana goristanan qedexe kir
15:42 Heso Îbrahîm: Ji bo Şengalê dem dema seferberiyê ye
15:33 Gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret kirin
15:18 Li Şirnex û navçeyên wê “Nobeta Jiyanê” dest pê kir
14:48 Li baregeha leşkerî ya Tirkiyeyê ya Bamernê hat xistin
14:32 Ingilistan li pey çi ye?
14:07 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi mijara 1’ê Gulanê derket
13:56 Qeyûm di cejnê de heqê rê ji gel nastîne lê li holê otobûs tune ne!
13:16 Artêşa Iraqê li Şengalê êrişî dibistanê kir
12:42 Malbata Şenyaşar Cejna Remezanê li pêşiya edliyeyê pêşwazî kir
12:21 Pevçûnên li Şengalê dijwar bûn
11:56 MEBYA-DER çû serdana gora Vedat Aydin
11:21 Soylu bi bêdengî çû Şirnexê û leşkerên birîndar ziyaret kir
11:21 Ji Hevserokên Giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila bibe wesîleya edaletê
11:01 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê kete roja 27’an
11:00 Tirkiyeyê hêzên paramîlîter veguhestin Herêma Kurdistanê
10:38 Gula Reş bi xemla xwe mirovan sermest dike
09:37 Artêşa Iraqê êrişî Şengalê kir
09:05 Pêşmergeya Dêrîn: Ev şer li dijî statûya Herêma Kurdistanê darbeyeke
09:04 Li Cûdî û Bestayê ji bo çêkirina qereqolan dar tên qirkirin
09:03 Îne Akgun: Heya sax bû li dijî şer li ber xwe da
09:01 Jinan têkoşîna Emîne Şenyaşar nirxandin: Em ê dengê malbatê bilindtir bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ GULANA 2022'YAN
01/05/2022
22:40 6 fuze li derdora Hewlêrê ketin
19:32 Li Şirnexê li dijî şer 'Nobeda Jiyanê'
18:02 Bi hezaran kes ji Tandoganê bang kirin: Em ê bi ser bikevin
17:28 Amedsporê play-offê mîsoger kir
16:35 Kûday: Dawî li êrişan bînin
15:40 Qada Gundogduyê ji karker û kedkaran tije bû
15:00 Li Amedê 1'ê Gulanê: Wê polîtîkayên şer û xiyanetê winda bikin
14:16 Li Edeneyê çûn serdana goristanan
14:08 Temellî: Em ê azadiya Ocalan pêk bînin
12:42 Ji Maltepeyê peyama hevpar: Em ê vê pergalê bi hev re biguherînin
12:36 Serdegirtina polîsan vegotin: Li me dan û pere û zêrên me girtin
12:03 Li Amedê karker û kedkar diherikin Qada Îstasyonê |
12:00 Ji Qersê heta Edîrneyê bi sedhezaran kedkar û karker diherikin qadên 1’ê Gulanê
11:55 Soylû li bajarê xwe Trabzonê hat şermezarkirin
11:48 Malbata Şenyaşar Sifreya Edaletê parve kir
11:42 Gelek kesên ku xwestin bimeşin Qada Taksîmê hatin binçavkirin
11:42 ‘Êriş berdewamiya tecrîdê ye û dixwazin qirkirina kurdan temam bikin’
11:20 Welatiyê astengdar ku pankarta AKP'ê qetand wê li nexweşxaneyê bê girtin!
11:15 Li Hîlwanê qenalîzasyon xetimî şaredariyê weke ‘karesata xwezayî’ bi nav kir
10:57 Tacegula 1’ê Gulanê danîn Taksîmê
10:23 Sê leşkerên din jî hatin kuştin
09:40 Çalakiya greva birçîbûnê ya Îslahiyeyê di roja 26'an de ye
09:07 Xelkê Wanê: AKP'ê cejn jî nehiştin