‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'

  • jin
  • 09:16 7 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Nazîme Boltan diyar kir ku bi salan e li wêneyan mêze dike û wisa Roja Dayikan pîroz dike û wiha got: "Roja edalet bê û em bigihên zarokên xwe, em ê vê rojê pîroz bikin." 

Her sal yekşema dudoyan a meha Gulanê wekî Roja Dayikan tê pîrozkirin. Jin û dayikên kurd, her sal bi xemgînî vê rojê pêşwazî dikin. Lewre roj heye dayikên kurd bi erdê ve tên kaşkirin, roj heye tên girtin, li nav kuçeyan tên qetilkirin û li ber çavên zarokên wan heqaret li wan tê kirin. Lê tevî hemû êş û azaran jî dayikên kurd dev ji berxwedana xwe bernadin û qadên tahdeyê vediguherînin qadên berxwedanê. Ji van dayikan yek jê jî Nazîme Boltan a 59 salî ye ku 173 roj in di Nobeta Edaletê de ye. 
 
Dayik Boltan, wekî bi hezaran dayikên kurd bi salan bi tahdeya dewletê re rû bi rû maye. Di salên 1990'î de gundê wan Sîsê yê Licê ya Amedê 3 caran ji aliyê dewletê ve hatiye şewitandin. Boltan ku di 20 saliya xwe de bi pismamê xwe re zewiciye, piştî zewiciye çûye navçeya Solxan a Çewligê û li wir 4 zarok anîne dinê. Boltan ku hevjînê wê 16 salan di girtîgehê de maye, tevî hemû zor û zehmetiyan jî bi derfetên xwe zarokên xwe mezin kiriye. Malbata Boltan, piştî wextekê cardin ji ber zextên dewletê koç kiriye û vê carê hatiye Amedê. Kurê wê yê herî biçûk Ciwan Boltan (30) li ber vê tahdeyê rabûye û ji ber vê caran hatiye binçavkirin, îşkencekirin û herî dawî jî berê xwe daye çiyê. Ciwan Boltan, li çiyê di şerekî de birîndar bûye û bi birîndarî hatiye girtin. Ciwan Boltan niha di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran de ye. Dayik Nazîme Boltan jî ji ber ku rewşa kurê wê her ku diçe xedar dibe, daketiye qadan û têdikoşe. 
 
ATK'Ê EW BERNEDA
 
Ciwan Boltan, di şerekî de birîndar bûye lê gava cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane rakirine morgê, ji bo wî jî gotine miriye û ew jî rakirine morgê. Lê gava li morgê tê dîtin ku hêj sax e, tê tedawîkirin. Ji ber şer destekî Boltan tune ye û çavekî wî jî kor bûye û perçeyên şarapnelê di serê wî de hene. Bi îdiaya "xirabkirina yekitî û yekparebûna dewletê" cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê cezayê wî de biryara binpêkirina mafan daye. Lê Tirkiye heya niha têkildarî vê biryarê tu gav neavêtine. Boltan ku niha di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe . Nexweşxaneyê rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî lê Saziya Tiba Edlî (ATK) berevajî vê raporê raporek çêkiriye û bi vî awayî pêşî li ber berdana Boltan girtiye. 
 
‘10 SAL IN DÛRÎ MIN E'
 
Dayik Nazîme Boltan, destnîşan kir ku 10 sal in kurê wê dûrî wê ye û wiha got: "Ciwan 10 sal in dûrî min e û nexweş e. Cihê wî ne girtîgeh e. 6 meh in di Nobeta Edaletê de me. Ji bo ew û yên wekî wî bên berdan em Nobeda Edaletê digirin. Destekî Ciwan tune ye û çavekî wî nebaş e. Dixwazim bê berdan û em wî derman bikin. Ji ber ku nikare bi tena serê xwe jiyana xw ebidomîne. Roja Dayikan ji bo me ne rojeke rihet e. Hevjîna Erdogan jî 10 salan dûrî zarokên xwe be dê çi hîs bike? Ev çend sal in em di rojên taybet de jî dûrî hev in. Cejn çêbû, me ew nedît. Ez tev li Nobeta Edaletê bûm, min got belkî Ciwan bînin cihekî nêzî me. Me ji bo vê serlêdan kir lê qebûl nekirin." 
 
DIYARIYA ROJA DAYIKAN
 
Dayik Boltan, bilêv kir ku gava kurê wê hatiye girtin biçûk bû û wiha domand: "Ciwan zarokê min ê herî biçûk e. Roja Dayikan dihat, diçûn an şerpeyek an jî kulîlkek dikirîn. Min tim ji wan re digot, 'tiştekî nekirin, bes li cem min bin.' Ciwan ji bo min pir hêja ye. Min ew bê bav mezin kir. Bavê wî di girtîgehê de bû. Paşê ew jî li hember tahdeya li ser kurdan rêya xwe bijart. 4 sal in min ew nedîtiye." 
 
Boltan anî ziman ku Roja Dayikan ji bo wan qet xweş derbas nabe û wiha pê de çû: "Xwezî ev roj ji bo dayikên me jî xweş derbas bûbûna û zarokên wan li cem wan bûna. Bila zarokên me berdin da ev roj ji bo dayikên me jî xweş derbas bibin. Em jî dixwazin vê rojê bi dilekî rihet derbas bikin. Niha ciwan ne li cem min e. Roja Dayikan ez ê biçim odeya xwe û ez ê li wêneyê kurê xwe mêze bikim û pîroz bikim. Ez ê li wêneyan mêze bikim û bibêjim, 'Ciwanê min te roja min pîroz kir.' Ez tenê dikarim bi wêneyan pîroz bikim. Wekî din tiştek ji destê min nayê. Hesret û kedera wî ji me re dimîne..."
 
Di berdewamê de Boltan diyar kir ku tu sûcekî zarokên wan tune ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em kurd in û wisa hatine dinê û em ê wisa biçin axê. Em ê tu carî kurdbûna xwe û zimanê xwe înkar nekin. Em doza zimanê xwe dikin. Zarokên me tu tiştekî xirab nekirine. Zarokên me doza axa xwe kirine." 
 
Dayik Boltan xwest kurê wê bê berdan. 
 
‘ROJA EDALET BÊ EM Ê PÎROZ BIKIN'
 
Bi domdarî Boltan daxuyand ku ji ber tenduristiya kurê xwe bifikar e diyar kir ku ew jî nexweş e û ditirse kurê xwe nebîne. Boltan, axaftina xwe wiha qedand: "Ma mirov ev qas ceza li kesekî destekî wî û çavekî wî tune dibire? Bav û kalên kê ev qas sal sax mane? Ev çi zilm e. Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila girtiyên nexweş berdin. Ne 6 meh 10 meh jî derbas bibe heya daxwazên me neyên qebûlkirin em ê li kuçeyan bin. Em doza heq, hiqûq û edaletê dikin. Edalet ji bo her kesî hewce ye. Roja edalet bê tevahiya Tirkiyeyê, em ê wê rojê zarokên xwe hemêz bikin û vê rojê pîroz bikin. Ma heya edalet neyê û em zarokên xwe nebînin em ê çawa vê rojê pîroz bikin?" 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

07/05/2022
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin
10:02 Hêj qedexeya 6 mehan bi dawî nebûyî qedexeyeke din danîn
10:00 Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e
09:37 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Pereyê şer ji berîka xelkê derdikeve
09:31 Du hevrêyên ku piştî 30 salan hatin berdan: Sedsala 21’emîn bûye sedsala ji rastiya xwe dûrketin
09:18 Ji bo pîrozbahiyên Roja Cejna Zimanê Kurdî bang: Beşdarî çalakiyan bibin
09:18 Wezaretê biryara DMME'yê bibîr xist, dadgeh berevajî biryarê tevgeriya
09:16 ‘Roja edalet bê em ê Roja Dayikan pîroz bikin'
09:15 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz pirtûkeke çîrokan
09:13 Belgefîlma 'Demans' dê li Êlihê bê nîşandan
09:00 ROJEVA 7'Ê GULANA 2022'YAN
06/05/2022
20:08 DAKAP: Jin dê vê zimandirêjiya feraseta nêrza bi dîwêr ve bizmar bike
19:35 Ji bo meşa Geverê bang kirin
16:39 Rojnameger Halîs Taşgir jiyana xwe ji dest da
16:32 Li Garê droneya PDK'ê hat xistin
16:24 AYM: Qeydkirina hevdîtina girtî binpêkirina maf e
15:50 Bertekên li dijî êrişa ser HDP’ê zêde dibin: Em ê bi mezinkirina berxwedanê bersiv bidin
15:46 Îşkence û muameleya xerab ên li girtîgehên Wan, Îdir û Panosê ‘asayî’ ne!
15:45 Li ser bertekan cih dan kurdî
15:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15:22 HDP’ê Kongreya Jinan a Herêma Behra Reş li dar xist
15:17 Dayikên Aştiyê: Divê Barzanî dest ji xiyanetê berde
15:13 Raportorê AP’ê yê Tirkiyeyê Amor ji bo HDP’ê peyam piştgiriyê da
15:12 Gezmîş, Aslan û Înan hatin bibîranîn
15:11 KCDK-E Başûr ji bo Şengalê nameyek ji Nûnerê NY ê Iraqê re şand
14:43 Başaran: Dê desthilatdarî nekare bi sorkirina şer re xwe xelas bike
14:42 Malbata Yilmaz li pêş Girtîgeha Sîlîvriyê ye: Faîlan derxînin holê
14:27 6 partiyan banga piştevaniya HDP'ê kirin
14:23 Sancar: Em bi hevpariya mîrasa Denîzan serbilind in
13:55 Koma Tifaqa Kurdistanî bertek nîşanî êrişa ser HDP’ê da: Divê Soylu îstîfa bike
13:09 Malbata Şenyaşar 424 roj in Nobeda Edaletê digire
13:08 Di teqîna tersxaneya Tuzlayê de 5 karker birîndar bûn
12:47 Gelek doktorên pispor birin nexweşxaneyên Sahrayê
12:43 Siddik Guler terkî mirinê hate kirin: Xwe bi dîwaran ve girt û hate hevdîtinê
12:16 Fatûreya polîtîkaya şer: 70 milyar bo parastina neteweyî û 200 milyon lîre jî bo dîwarên sînor xerc kirin
11:45 Siyasetmedara kurd a ducanî li Girtîgeha Ûrmiyê di greva birçîbûnê de ye
11:44 Hemo: Baş e lê dema DAIŞ’ê êrişî me dikir hûn li ku bûn?
11:08 Tevî astengkirina PDK’ê êzdî vegeriyan Şengalê
10:55 Penaberê kurd di pêşbirka wêneyan a Awûstralyayê de bû fînalîst
10:53 Leşker sîxurtiyê li şêniyên gundê Marûnîsê ferz dikin
09:58 Doz li dayika Pinar Gultekîn hate vekirin
09:42 Çalakgera Nobeda Edaletê Tîmûr: Em netirsiyan, em ji niha pê ve jî natirsin
09:31 Du kesên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Piştî 30 salan hatin berdan: Berdana me ne azadî ye, divê roja me û hemû girtî azad bibin
09:03 Li Girtîgeha Kilîsê 7 girtî 15 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:03 Endama Koordînasyona TAJÊ Heco: Wê berxwedana jinên êzidî rê nede dagirkeriyê
09:03 ‘Divê her kes piştgiriya malbatên girtiyan bike'
09:03 10 çawîşên ku di şer de derûniya wan xirab bû îstifa kirin
09:02 Emîne Şenyaşar: Ji bo dayikan diyariya herî mezin edalet e
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'YAN
05/05/2022
23:03 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
21:41 Îvrendî yê piştî 30 salan ji girtîgehê derket bi girseyî hat pêşwazî kirin
21:03 Beştaş: Ne hedê we ye ku hûn êrişê bibin ser navenda me ya giştî
20:06 Ji 6 partiyan daxuyanî: HDP ne bi tenê ye
19:03 Jin Bi Hev Re Bihêz in: Başaran hevrêya me ye, em serî natewînin
18:12 Li Stenbolê provakasyona li hemberî HDP'ê tê şermezarkirin
17:14 Jinan provokasyona li dijî HDP’ê şermezar kirin
17:14 ‘Divê mamosteyên nîjadperest bên darizandin û cezakirin’
17:06 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
16:57 Ji Yenî Akît a heqaret li Garîbe Gezer kirin re biryara neşopandinê hate dayîn
16:44 PDK nahêle xelkê Şengalê vegere malên xwe
16:39 Başaran: Serkêşê provokasyonê desthilatdariya AKP-MHP’ê ye
16:24 Koma Êzdiyan a li Parlamentoya Iraqê daxuyanî da
16:00 Cehdeyên Amedê di bin avê de man
15:45 Nobeta Edaletê: Çelengekî deynin ber deriyê mala Erdogan
15:32 Akgun ê ku ev 30 sal bûn girtî hate berdan
15:25 Li Cûdî 8 leşker hatin kuştin lê 2 hatin aşkerekirin
15:22 HDP’ê ji bo elewiyan kampanya da destpêkirin: Çareserî welatîbûna wekhev e
15:18 Gunay: Bi destê çeteyên ku ji xwe re dibêjin polis provakasyonan derdixin.
15:09 Li Qamişlo ‘Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê’
15:06 Provokasyona polîsan a li pêş HDP’ê didome
14:38 Malbatan gazî Wezîrê Dadê kirin: Zarokên me berdin
14:28 Li Stenbolê jinek hate qetilkirin
14:28 Akman û Çîftçî ku Nobeta Edaletê didomînin hatin binçavkirin
14:03 Parlamenterên Îskoçyayê ji bo HDP’ê pêşniyazname dan parlamentoyê
13:27 Polîsan Navenda Giştî ya HDP’ê dorpêç kirin, gef li parlamenter xwarin
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:06 Ferît Şenyaşar: Gavek hiqûqî hat avêtin lê daxwazên me nehatin cih
12:42 'Tirkiye dixwaze xeta nokeriyê ya kurd çalak bike’
12:06 Jinnews: 31 jin û 3 zarok hatine kuştin
11:38 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Efrînê jinek revandin
11:33 Li Amedê dê rojên filmên ekolojiyê bên lidarxistin
10:50 Cerdevanên ku tev li êrişê bûyîn: Pêşketin tune ye û psîkolojiya me xerab bû
10:33 Li ser sînor bang kirin: Divê kurd li dijî xiyanetê rabin ser pêyan
10:32 Rêya Armûşê ya Navneteweyî veguheriye rêya mirinê!
10:31 Dayika Cemîle Çagirga: Yên ku Cemîle kuştin niha jî êrişî Başûr dikin
10:06 Botaniyan banga rawestandina hevkariyê li Barzanî kir
09:46 Tevgera Azadî: Ya wê ev pergal hilweşe yan jî wê bi ser bikeve
09:05 Hunermendên kurd dê li dijî êrişên Tirkiyeyê û PDK'ê çalakiyan li dar bixin
09:03 OÇAV: Em baroyeke ku her kes karibe gotina xwe bibêje dixwazin
09:03 Berteka welatiyan a li dijî êrişên Tirkiyeyê: Dest ji şer berdin
09:03 Şaredariyê şêniyên taxê mexdûr kirin
09:03 Rojnamevan Oynaş: Ji ber ku min poşmanî qebûl nekir înfaza min hat şewitandin
09:00 ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'YAN
04/05/2022
23:59 Aksal bi stand-up’a xwe amedî kenandin
18:14 Li Cizîrê kesek hat binçavkirin: Pozê mêvanê li malê jî şikandin
16:38 Xizma girtî: Me vê cejnê jî zarokên xwe nedît