Dayika Mehmet û Orhan Tunç: Diyariya herî bi wate aştî û edalet e

img

ŞIRNEX - Dayika Mehmet û Orhan Tunç ên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin kuştin diyar kir ku ew her sal Roja Dayikan bi xemginî pêşwazî dike û got: "Di vê rojê de ji me re diyariya herî bi wate aştî ye."

Li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê  bi salan e şer, pêvçûn û girtin bênavber berdewam dikin. Ên ku herî zêde ji vî şerî bi awayekê neyînî bandor dibin jî bêgûman jin-dayik û zarok in. Dayikên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, winda bûne, hatine kuştin an jî hatine girtin her tim çavê wan li rê ye û bendewariya wan bidawîkirina şer e. Edeleta ku di kûrahiya çavên dayikên Kurdistanê de winda ye, her tim deriyê wê ji dayikan re girtî ye. Lê belê tevî hemû neyiniyan jî yê ku berxwedana edeletê û daxwaza aştiyê dikin jî dayikên bidilşewat ên Kurdistanê ne. 
 
BÊ ZAROKÊN XWE VÊ ROJÊ PÊŞWAZÎ DIKE
 
Yek ji van dayikan jî dayika Esmer Tunç e. Esmer Tunç a ku di sala 1965'an de li mezraya Akît a bi ser gundê Cifanê yê Şirnexê ve dayik dibe, di 16 saliya xwe de tê zewicandin. Esmer Tunç a ku 9 zarokên wê çêdibin ji ber ku gundê wan tê valakirin di sala 1993'yan de ji neçarî li gel 9 zarokên xwe li navçeya Cizîrê bi cih dibe. Yek ji keça wê jî ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest dide. Di qedexeyên derketina derve yên di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê de hatin ragihandin û ku 79 rojan berdewam kir, 177 kes di "jêrzemînên wehşetê" de bi giştî 288 kes hatin kuştin. Di nav van de 2 zarokên Esmer Tunç jî hebûn. Ev jî Mehmet û Orhan Tunç bûn. Mehmet Tunç Hevserokê Mala Gel a Cizîrê bû. Dayika ku dilê wê bi êş e bi salan e her rojên şahî û xweşî bi xemgînî pêşwazî dike. Esmer Tunç dê îsal jî Roja Dayikan bêyî zarokên xwe pêşwazî dike.
 
Esmer Tunç a ku bi salan e li bendê ye ku hesab ji kujerên zarokên xwe bipirse tenê daxwaza wê ew e ku aştî pêk bê û şer bisekine. Esmer Tunç dibêje bi rasthatina Roja Dayikan daxwaza wê edalet û aştî ye. 
 
ROJA DAYIKAN BI XEMGÎNÎ PÊŞWAZÎ DIKE 
 
Tunç bal kişand ser şerê navxweyî ango birakujiyê û wiha axivî: “Kurd ne ji şer re, ji aştiyê re xizmetê dikin. Tenê daxwaziya me dayikan ew e ku ev şere bê sekinandin. Hêviya me ew e ku xwedê dawî li vê zilmê bîne. Ev 7 sal li ser şehîdkirina herdû zarokên min re derbas bû. Lê weke ku duh hatibin qetilkirin. Ev tu caran ji bîra me naçin. Em li ser wan kul û xeman jî êş dikêşin. Gelek dayikên weke min hene. Roja dayikan e lê em xemgîn in. Em hêvî dikin ku bibe wesîleya xweşiyê. Ev hovîtî û birakujiya ku pêk tê bi dawî bibe. Em dayikên dilşewat naxwazin ku bira birayê xwe bikuje. Mesut Barzanî îro xwe firotiye dewleta tirkan. Ji ber ku xwe firotiye jî nikare xwe ji destê wan rizgar bike. Me digot, 'Barzanî pêşengê me ye, birayê me ye, ruhê me ye û canê me ye' me nedizanî ku wê vê xayîntiyê bike. Me digot em bireyê hev in lê ew bi neyarên kurdan re tevdigere. Me nedizanî ku ew ê xiyanetê li me bike. Ez bang li Mesud û Nêçîrvan Barzanî dikim; bes e vê xiyanetê nekin. Bila nebe sedema ku bira bibe neyarê birayê xwe."
 
'PÊWÎSTÎ BI AŞTIYA GELÊ KURD HEYE’ 
 
Tunç anî ziman ku di vê pêvajoyê de roleke gelek girîng dikeve ser milê dayikan û divê dayikên kurd li hemberî xiyanetê û şerê xwekujiyê rabin û vê bangê kir: "Em dixwazin ku gelê kurd di nava xwe de aştiyê pêk bîne. Em aştiya gelê kurd dixwazin. Li Kurdistanê dayikên dilşewitî û yê ne dilşewitî hemûyan zordestî bi çavê xwe dîtine. Ez Roja Dayikan di serî de li hemû dayikên dilşewat û tevahiya dayikan pîroz dikim. Em aştiyê dixwazin. Di vê rojê de diyariya herî bi wate aştî ye. Wê ji me re diyariya herî xweşik bibe wekhevî û aştî. Em giriyan û me bi çavên xwe jî têra xwe zilm dit, lê bila dayikên din nebînin. Divê ku dayik li hemberî vê zilmê xwe bêdeng nekin û rabin ser pêyan. Divê tişta ku ji destê dayikan tê bikin. Di vê pêvajoyê de tişta ku herî pêwîst berxwedana dayikan e. Ji ber wê jî çiqas ji destê dayikan bê divê ku li ber xwe bidin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 

Sernavên din

10/05/2022
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin