‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Mervan Ozdemîr diyar kir ku di êrişa sala 2014’an a DAIŞ’ê ya li ser Şengalê de biryara erêkirinê ya PDK’ê hebû û wiha got: “Di bingeha êrişên ser Şengalê de polîtîkayên xiyanetê yên PDK’ê hene. Li kî derê destkeftiyeke kurdan hebe, PDK bi dijminan re êrişî wir dike.” 
 
Di 9’ê cotmeha sala 2020’an de li ser zexta Tirkiyeyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de “Peymana Şengalê” hate îmzekirin. Civaka êzdî yên ku karîn xwe ji qirkirina DAIŞ’ê ya di 3’yê tebaxa 2014’an de rizgar bikin, ji bo parastina xwe Asayîşa Êzidxanê ava kiribûn. Bi Peymana Şengalê re hewl dan ku Asayîşa Êzidxanê baypas bikin. Piştî peymanê jî artêşa Iraqê li dijî Şengalê gelek caran kete nava hewldanan lê belê ev hewldan her carê bi saya berxwedana gel hatin sekinandin. Di nava du salên dawî de Tirkiyeyê gelek caran bi balafirên şer Şengal hedef girt û PDK û çapemeniya wê jî her carê Şengal weke hedef nîşan dan. AKP-MHP-PDK’ê di 17’ê nîsanê de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke nû dan destpêkirin û bi vê êrişê re hemwext, artêşa Iraqê jî di 18’ê nîsanê de li dijî Şengal êriş da destpêkirin. Artêşa Iraqê ku ev êrişên xwe 17 rojan domandin, di encama berxwedana gel de neçar ma ku xwe paşve bikişîne. Pêla êrişê ya artêşa Iraqê hate sekinandin û bi vê yekê re plana AKP-MHP-PDK’ê jî vala derket.  Têkildarî mijarê rojnameger Mervan Ozdemîr axivî.  
 
Rojnameger Ozdemîr diyar kir ku di bingeha planên li ser Şengalê de dîroka xiyanetê ya PDK’ê heye. Ozdemîr, bi domdarî bal kişand ser vekişîna pêşmergeyan a di dema êrişa DAIŞ’ê ya ser Şengalê de û wiha got: “Ew îxaneta ku PDK’ê wê demê kiribû tenê bi hiştina civaka êzdî ya di nava qirkirinê re bisînor nebû. Beriya ku rêzekomkujiyên DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn dest pê bikin, di 1’ê hezîrana sala 2014’an de dewleta tirk, partiyên baasî û hinek hêzên kûrewî li paytexta Urdunê Ummanê bi PDK’ê re civînek li dar xist. Di wê civînê de neşxeya komkujiyên DAIŞ’ê yên ku dê li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk bianiya hatibûn xêzkirin. PDK’ê ew nexşe erê kir. PDK’ê di wê civînê de civaka êzdî firot. Anku reva PDK’ê ya ji Şengalê ne çîrokeke jirêzê ya revê bû. PDK’ê beriya komkujiyê çekên civaka êzdî jê standibû. Qirkirina êzdiyan, bi agahiya PDK’ê û li ser erêkirina wê hatibû kirin.” 
 
AVAKIRINA JIYANA NÛ
 
Bi domdarî Ozdemîr anî ziman ku êzdiyên ku xwe ji qirkirina DAIŞ’ê xelas kirin û vegeriyayîn Şengalê, dest bi avakirina jiyaneke nû kirin û wiha domand: “Ji bo vê jiyana nû kedekê mezin dan. Dema li Şengalê tê nihêrtin, mirov dibîne bê ka ev jiyana nû di bin şertên giran ên çawa de tê avakirin. Şengal bi du awayan di bîra kurdan cih girt. A yekemîn, xiyanet, teslîm bûn û rev. Ya duyemîn jî berxwedêrî, serhildêrî û serkeftin. Heta ku Şengal û êzdî hebin dê PDK her tim bi îxanetê bê zanîn.” 
 
‘SEDEMA ÊRIŞAN PROVOKASYONÊN PDK’Ê NE’
 
Di berdewamê de Ozdemîr diyar kir ku di navbera artêşa Iraqê û Şengalê de pirsgirêkên mezin nînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê artêşa Iraqê red nake. Ev pirsgirêkên diqewimin jî ji ber provokasyonên PDK’ê rû didin. PDK Şengalê carnan dike hedefa dewleta tirk û carnan jî dike ya hikûmeta Iraqê. Xelkê êzdî neçarî kampan dikin û rêya Ewropayê nîşanî wan didin. Bi gefan nahêlin êzdiyên li derdora Duhokê vegerin Şengalê. Pirsgirêka dawî jî ji ber nûçeyên provokatîf ên PDK’ê û hikûmeta Kazimî ya bi PDK û dewleta tirk re lihevkirî derket. Ev hewldanên PDK’ê hêj jî berdewam in.” 
 
‘PDK POLÎTÎKAYEKE DIJKURD DIMEŞÎNE’
 
Herî dawî jî rojnameger Ozdemîr wiha got:“PDK, polîtîkayeke dijkurd pêş dixe. Li ku derê tevger an jî vîneke kurdan hebe, PDK her tim li dijî wan tevdigere û hewl dide bi hevkariya dijminan re wan tune bike. Li dijî Rojava bi heman rolê radibe û ambargo daniye ser. Li dijî Mexmûrê xwedî heman helwestê ye. Bi êrişa dawî re PDK’ê xwest Şengalê vala bike. Derewa ku dê operasyoneke mezin bê kirin û qirkirin bê kirin li herêmê belav kirin. Lê hem rayedarên Rêveberiya Xweser û hem jî yên artêşa Iraqê ev îdia derewandin û bi vê yekê re plana PDK’ê ya valakirina Şengalê vala derxistin. Tevî PDK’ê jî, xelkê Şengalê meclis û bihûşta xwe ava dike.” 
 

Sernavên din

10/05/2022
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin