Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid

img
RIHA- Hevserokê Şaxa SES'a Rihayê Salih Karataş, got: "Em dizanin ku roja komujî çêbû wezîr, walî, polîs û serbijîşkê nexweşxaneyê jî nexweşxaneyê bûn. Ev kes dikarin bibin şahid li dadgehê. Edaleta civakî ancax bi vî awayî dikare pêk bê." 
 
Li navçeya Pirsûs a Rihayê beriya hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildizê çûn kargeha malbata Şenyaşarê û li vir bi çekê 6 kes birîndar kirin û li nexweşxaneyê bav Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar bi awayekî hovane kuştibûn. Lê xizm û parêzvanên Yildiz bêyî ku bên girtin nêzî 4 salan bi rihetî ji xwe re li derve geriyabûn. Qeydên kamerayê û şopên xwînê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û delîlên din hemû li ber çavên rayedaran hatibûn windakirin. Piştî nêzî 4 salan di çarçoveya dosyeya nexweşxaneyê de, di 22'yê Nîsanê de ji malbata Yildiz 10 kes hatibûn binçavkirin. Paşê hatibû diyarkirin ku kesên tiliya wan di vê komkujiyê de heye di ser 30'yî re ne. 
 
Şahidan di îfadeyên xwe de diyar kiribû ku nêzî 400 amûrên kamerayê yên li nexweşxaneyê li ber çavê polîsan di nava saetekê de hatine rakirin. Ev yek di raporên vekolandinê yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de jî xwe dabûn der. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) ya Rihayê Salih Karataş, bibîr xist ku piştî komkujiyê gef li xebatkarên tenduristiyê hatiye xwarin ku nebin şahid û tiştên qewimîn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re gotin. 
 
'37 KES HATINE TEŞXÎSKIRIN LÊ 4 KES HATIN GIRTIN'
 
Karataş, destnîşan kir ku ji malbata Şenyaşar 3 kes li nexweşxaneya dewletê hatine kuştin û gava ev kes li nexweşxaneyê hatine kuştin rayedarên nexweşxaneyê jî li wir bûne. Karataş, bilêv kir ku piştî nêzî 4 salan 4 kes hatine girtin û ev yek jî ji ber têkoşîna malbatê hatine girtin. Karataş, bilêv kir ku kesên tiliya wan di vê komkujiyê de heye û xwe li nedîtinê danîne hemû divê bên girtin û got: "Wê demê ma bang li rayedaran kir ku hesas bin. Lê mixabin piştî 4 salan bi têkoşîna malbatê 37 kes hatin teşxîskirin û ji van kesan 4 kes hatin girtin. Kesên tiliya wan di vê komkujiyê de û kesên xwe li nedîtinê danîne hemû divê bên girtin. Girtina 4 kesan dilê malbatê rihet nekiriye." 
 
DIVÊ BIN ŞAHID
 
Karataş, diyar kir ku dema komkujiyê şahid "newêribûne" şahidiyê bikin û got: "Wê demê li gor tiştên endamên me yên li nexweşxaneyê gotine, komkujiyeke 'hovane' hatiye kirin. Wê demê mirov di nava xwe de axivîne ku bê zarokên malbata Şenyaşarê û bavê wan çawa hatine kuştin. Lê mixabin ji ber tirsa li welêt hin şahidan newêribû li bara darazê şahidiyê bikin. Ev jî kêmasiya me ye, me mirov qaneh nekirin ji bo şahidiyê. Em wisa bawer dikin ku hemû şahid divê daxilî nava vê dozê bibin. Ev êriş tenê li hemberî malbata Şenyaşarê nehatiye kirin, dibe ku sibê bê serê her kesî jî." 
 
ERKANA DEWLETÊ JÎ ŞAHID E
 
Karataş destnîşan kir ku di heyameke wisa de ku rêxistinên tenduristiyê ji bo qanûna tahdeya di tenduristiyê de bê çêkirin têdikoşiyan li "tenduristiyê komkujiyek çêbûe" û got: "Em dixwazin hemû şahidên hestiyar tiştên dizanin bibêjin. Emîne Şenyaşar ku 4 sal in şîna xwe daneniye 426 roj in nobedê digire. Ji bo hemû kesên doza edaletê dikin bû mînak. Em wisa bawer dikin ku dê vê lêgerîna wê ya edaletê heya edaleta rasteqîn pêk bê bidome. Lê lezandina vê pêvajoyê di dest me de ye jî. Em dizanin ku roja komujî çêbû wezîr, walî, polîs û serbijîşkê nexweşxaneyê jî nexweşxaneyê bûn. Ev kes dikarin bibin şahid li dadgehê. Edaleta civakî ancax bi vî awayî dikare pêk bê." 
 
BANGAWAZÎ
 
Karataş ku got "şirîkên komkujiyê jî hene" di berdewama axaftina xwe de got: "Kesên malbataê ji nedîtî ve tên û kesên li Rihayê dibêjin 'em xwedî wijdan in' şirîkên vê komkujiyê ne. SES ji roja ku komkujî çêbûye heya niha alîgir e. Alîgiriya wê alîgiriya wijdanî ye. Di ser komkujiyê re wextek derbas bû. Kesên li wir bûn şahidê vê komkujiyê, divê rûreşiyekê ji zarokên xwe re nehêlin. Werin em bibin dengê vê qîrîna ji bo edaletê. Bila ser vê komkujiyê neyê girtin, em pêşî li ber hin komkujiyan bigirin. Ger doza Şenyaşarê neyê zelalkirin tê ewleyiya tu xebatkarê tenduristiyê tune be." 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

10/05/2022
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin