Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin

img
STENBOL - Hiqûqnasên ku têkildarî Doza Kobanê û Doza Geziyê ya bi cezayan encam girt daxuyanî dan, diyar kirin ku bi van dozan ji gelên kurd û Tirkiyeyê re peyamek hate dayîn û wiha gotin: “Em ji vir careke din dixwazin diyar bikin ku peyama ku desthilat bi van darizandinan û cezayên giran hewl dide bide me me wernegirtiye û em ê negirin.”
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê têkildarî tiştên di Doza Kobanê de hatin jiyîn û cezayên di Doza Geziyê de li kesên hatin darizandin hatin birîn li oteleke li Taksîmê civîneke çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû, Oya Ersoy, Hevserokên Şaxa OHD’ê yên Stenbolê Esra Erîn û Gurkan Îsteklî, parêzerên Doza Kobanê û nûnerên rêxistinên hiqûqê beşdarî civînê bûn. 
 
Yek ji parêzerê Doza Kobanê, endamê Meclîsa HDP’ê Atîlla Bahçivan dozên kumpasê yên dîroka Tirkiyeyê de qewimîne bi bîr xistin û wiha got: “Gelê kurd şahidê zindî yên dozên kumpasa ne. Dozên Kobanê û Geziyê di hin rewşan de dişibin hev. Di doza Geziyê de derket holê ku yek ji endamên dadgehê namzetê wekîltiyê yê AKP'ê ye û ceza li hevalên me hate birîn.”
 
‘DADGERÎ AMÛRA DESTHILATDARIYÊ YE’
 
Ji Koma Hiqûqnasên Ji Bo Edaletê parêzer Ozgur Urfa jî wiha got: “Pratîka dadgeriyê ya Tirkiyeyê, têkiliya siyaset û dadgeriyê bi hev ve girêdayî ne. Dadgerî amûra desthilatdariyê ye. Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku siyaseta mûxalîf weke sûc bê kirin. Me di Dozên Gezî, Kobanê û doza girtina HDP’ê de ev dîtin. Siyaseta tê kirin maf e, divê mirov bibêje siyaseta bi rêya aştiyane tê kirin nikare were kirîmînalîze kirin.”
 
Endamê Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê Mûstafa Sogutlu jî diyar kir ku bermayiyên faşîzmê di Doza Gezî û Kobanê de hêj dijîn û bi lêv kir ku wê şopdarên dozan bibin û di nav piştevaniyê de bin. 
 
‘ESAS DOZA KOBANÊ YA RAST EM Ê LI WAN VEKIN’
 
Pişt re parlamentera HDP’ê Oya Ersoy jî wiha axivî: “Doza Kobanê ya rast hêj nehatiye vekirin, em ê wê vekin. Em ê kesên derî li DAIŞ’ê vekirin, bi milyonan kes derxistin kolanan hêzên paramîlîter birin ser wan derxînin holê û bibin pêşberî darazê. Wê demê ew dê bibe Doza Kobanê ya rast. Li vî welatî tu caran daraz ne serbixwe bû lê tu caran nebû amûrek. Em ê destûr nedin ku ev welat bi dîktatoriyê were bi rêvebirin. Kesên alîgirên wekhevî û azadiyê divê piştgiriya vê dozê bikin.”
 
‘EM NE MECBÛR IN KOMEDIYÊ TEMAŞE BIKIN’
 
Parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû jî xwest ku piştevanî were mezinkirin û wiha got: “Daraz bûye amûrek. Em ne mecbûr in vê komediyê temaşe bikin.” Kerestecîoglû, destnîşan kir ku ev doz dozên kumpasê ne û bang piştevaniyê li rêxistinên hiqûqê kirin. Kerestecîoglû têkildarî Doza Geziyê de jî wiha axivî: “Ji bo Tirkiyeke demokratîk û azadtir divê em bi hev re têbikoşin.”
 
‘DAXWAZÊN GELAN TÊN DARIZANDIN’
 
Gurkan Îsteklî jî diyar kir ku tişta li Doza Kobanê tê darizandin daxwazên gelê kurd in û destnîşan kir ku ji gelê kurd tol tê hilanîn û bi Doza Geziyê jî daxwaza azadî, edalet û wekheviyê ya gelên Tirkiyeyê tê darizandin. Îsteklî, da zanîn ku wê şopdarên pêvajoya dozan bin û wiha got: “Em ji vir careke din dixwazin diyar bikin ku peyama ku desthilat bi van darizandinan û cezayên giran hewl dide bide me me wernegirtiye û em ê negirin.”
 
Piştî axaftinan civîn bi dawî bû. 
 

Sernavên din

10/05/2022
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin