Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermendên kurd diyar kirin ku êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê, mudaxileya hemû kurdan e û li dijî van êrişan banga yekitiya neteweyî li gelê kurd kirin. 
 
Hunermendên kurd destnîşan kirin ku divê hêzên Kurdistanî piştgiriyê nedin êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk û bi gotina “Em ê heta kengî azadî, xwişk û biratî û destkeftiyên xwe qurbana lîstikên dijmin bikin?” bertek nîşanî PDK’ê dan. 
 
Hunermendên kurd, bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dan û bang li gel û hêzên Kurdistanî kirin ku li dijî dewleta tirk helwesteke hevpar nîşan bidin. Hunermendên kurd ên ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) axivîn, diyar kirin ku êriş li dijî hemû kurdan e û bi lêv kirin ku divê hunermend û rewşenbîr li dijî êrişan bêdeng nebin.
 
‘DEWLETA TIRK DIXWAZE BI RIJANDINA XWÎNA KURDAN BIGIHE ARMANCA XWE’
 
Hozan Canê ku li dijî êrişan banga yekitiya netewî kir, wiha axivî: “Dîsa dewleta tirk şerekî qirêj, berfireh û mezin li hemberî gerîla da destpêkirin. Ez vî şerê qirêj şermezar dikim. Bang li her çar beşên Kurdistanê dikim ku werin em giştî bi hevre dest bidin hevûdu, yekîtiya xwe ya netewî çêbikin û vî şerê qirêj rawestînin, li hemberî wê bisekinin, bila xwîna gerîla nerije. Eger xwîna gerîla birije, xwîna 4 beşên Kurdistanê dirije. Ji ber ku gerîla zarokên 4 beşên Kurdistanê ne. Dewleta tirk dixwaze bi xwîna kurdan dîsa bigihije armancên xwe yên qirêj û hilbijartinan. Ez bang li kurdan dikim ku yekîtiya xwe ya netewî ava bikin, neyên lîstokên Erdogan û bila bira birayî neêşîne. Ji we rîca dikim ku gerîla bi tenê nehêlin, serketin ya kurdan e, serketin ya gerîla ye.”
 
‘MA EM Ê HETA KENGÎ DESTKEFTIYÊN XWE BIKIN QURBANA LÎSTOKAN?’
 
Hunermend Ganî Nar jî berteka xwe ya li dijî şer wiha anî ziman: Kurdistaniyên hêja û birûmet, hemû miletên ku ji bo azadiya xwe berdêl dane û bi ser ketine, îro di nava civaka cîhanê de serbilind in. Ji ber ku şoreşa hemû miletan ji bo jiyaneke azad û birûmet e. Li şûna ku em kurd bibin neteweyeke yekbûyî, li şûna ku em bibin yek û ji bo azadî û avakirina welateke bê bindestî; lê mixabin hinek kes hîn jî çavên xwe li lîstok û fêlên dijminên Kurdistanê re diniçiqînin. Ma em ê heya kengê azadî û biratiya xwe, destkeftî û serkeftinên xwe bikin qurbanê lîstokên dijminên xwe, dijminên axa bav û kalên xwe? Ma êdî ne bese ku em xwe bi jehra dijminên xwe bikujin.”
 
‘DESTDIRÊJIYA LI BEŞEKE KURDISTANÊ DESTDIRÊJIYA LI SER GIYANA HEMÛ KURDAN E’
 
Hunermend Hoşyar Heme Ferec jî erîşên dewleta tirk şermezar kirin û wiha got: “Têkildarê leşkerkêşiya artêşa tirk a li ser kurdên Bakurê Kurdistanê ez wan kiryarên Tirkiyê şermezar dikim ku bi salan e her tim ne carek û ne du carin dubare dike û her carê ji wî re rûreşî û şermezarî dimîne. Xuya ye ku divê Tirkiyê bigihîje vê astê û têgihîştina vê rastiyê ku bizane ev kar her tim bi diyalogê çareser dibe ne bi hêza leşkerî. Xuya ye ku ew operasyonên bi salan û mehan ên berê yên Tirkiyê, her çend salan carekê dubare dike û her carê jî dizane ku ewê di vî karî de serkeftî nebe. Divê vê rastiyê fêm bike ku hêz û neteweyek li Kurdistanê heye ku ji wan re tê gotin kurd û xwedî ziman, maf û çanda xwe ne. Destdirêjkirina li ser her beşeke Kurdistanê li ku derê dibe bila bibe, destdirêjîkirina li ser giyana hemû welatiyên kurd.”
 
HUNERMEND Û REWŞENBÎR DIVÊ LI DIJÎ ÊRIŞAN HIŞYAR BIN
 
Hunermend Necmedîn Xulamî jî wiha got: “Peyamekê ji bo şermezarkirina hikumeta AKP’ê û ew êrişên wê dawiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û her wiha li ser Hêzên Parastina Gel araste dikim. Di rastiyê de dîrokê şahidê vê yekê ye ku bi dirêjahiya dîrok û xebata gelê me, li Bakurê Kurdistanê rejîmên yek li pey yek ên Tirkiyê ku bi domdarî operasyon li darxistine û sozên tunekirina PKK’ê dane gel, lê bi kêyfxweşî dikarim bêjim ku hemû operasyonên wan heta niha bê encam mane. Şoreşa rizgarîxwaziya gelê me li Bakurê Kurdistanê roj bi roj zêdetir geş bûye û pêşketiye. Di rastiyê de gelên azadîxwaz ên cîhanê ev xebate nas kirine, her wiha bera xwe dane wê. Ez wan êrişan bi tundî şermezar dikim, ji hêzên Kurdistanî dixwazim ku bi ti awayî tev lê wan planan nebin. Di rastiyê de çendîn salin Tirkiyê armanc dike ku hêzên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê tev lê planên xwe bike. Bi xwe baş dizanin ku hikumeta Tirkiye, AKP dijminê sereke yê gelê kurd e, tenê dijminê aliyekê yan jî PKK’ê nîne. Bi xwe vê yekê baş dizanin ku ew heta rehmê bi zarokê kurd yê di nava dergûşê de jî nakin, me dît û li ber çavên cîhanê destê zarokekê çawa şikandin û bi domdarî sûcên dijmirovî pêk tînin, çekên qedexekirî li dijî gelê me bikar tînin. Mixabin ku cîhan jî li hemberî wana bêdeng e. Ez wek hunermendekê careke din wan êrişan şermezar dikim û ji giştî gelê kurd û bi taybetî yên Başûrê Kurdistanê daxwaz dikim ku li beramberî ew êrişên Tirkiyê hişyar bin, her wiha bila bala wan li hêzên Kurdistanî be ku bi tu awayî tev lê wan êrişên hikumeta AKP’ê nebin. Hêvîdarim ku hemû hunermend, kesayetî û hemû rewşenbîr li hemberî vê êrişê ku êrişa li dijî mafên rewa yên gelê kurd e, hişyar bin. Bi hêviya serketina gelê kurd, bi hêviya tunekirina dagirkerên Kurdistanê.”
 
‘JI BO TUNEKIRINA KURDAN HER TIM YEK DENG Û HÊZ IN’
 
Hunermend Hêmin Nanobeat jî wiha axivî: “Silav li we hevziman û hevneteweyan; em hemû dizanin ku yek ji dijminên herî xedar ê neteweya me li her sê aliyan ve her çend bi xwe li hev nakin û bi nakok in, pirsgirêkên cûr bi cûr di navbera wan de heye. Dixwazim balê bikişînim ser vê yekê, ji bo tunekirina kurd, her tim yek ziman, yek fikir, yek deng û yek hêz bûn. Tişta ku sosrete ew e ku çima em ê ku yek netewe ne em nikarin yek bin da ku ji wê zêdetir tune nebin û asîmîle nebin. Ji bo ku ew hemû ciwanên welatê me li wan behran nexeniqin, bi şanazî bijîn û pêşeroja me di destê wan de ye. Erkekî niştîmanî ya her yek ji me ye ku jiyaneke baş, pir şanazî û aram ji bo nifşa pêşerojê ya gelê me ava bikin. Ji ber wê yekê rîca li hemû rêxistinên siyasî, ayînî û hwd dikim ku ew baweriya ku gel daye we ji bo berjewendiyê take kesî yan jî ew rêxistinên heyî bikar neyînin, berevajî bixin xizmeta netew û gel yê ew bawerî daye wan.”
 
‘PKK JI BO AZADIYA WELAT Û CIVAKA ME LI DIJÎ DAGIRKERAN ŞER DIKE’
 
Hozan Aydin jî hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re şermezar kir û got: “Silav û rêz gelê me yê hêja, weke tê zanîn ev demeke ku dîsa ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bi ser axa welatê me, bi ser şervanên azadiya welatê me êrişên hovane tên kirin. Pir mixabin ku em dibînin û dizanin ku PDK’ê alîkariyê dide vê êrişê. A niha tişta herî sosret ji bo me hemûyan û em hemû wate nadinê ew e ku ev alîkarî dayîn ji bo çiye. Bê guman weke tê zanîn ew zêdetirê 40 sal in ku tevgera azadiya kurd û Kurdistanê ango gerîla, ango PKK, ji bo azadiya welat û civaka me li hemberî dagirkeran û zilm û zordariya dagirkeran û dijminên welatê me şereke bêhempa li seranserê Kurdistanê dike. Çi li Bakur, çi li Başûr, çi li Rojava û çi jî li Rojhilatê Kurdistanê, li her derê li dijî dagirkeran şer dike. Ya ji kurdan tê xwestin, ya ji bo hemû kurdan a herî rewa û mirovî ew e ku kê/î xwedî çi ol û baweriyê be, çi di warê bîrdozî û siyasî de be bi kurtasî xwedî çi fikir û ramanî be bila bibe, divê bi vê tevgerê re rabe. Ji ber ku ev tevger ji bo azadiya me hemûyan, ji bo azadiya kurd û Kurdistanê ye. Sekinîna li hemberî vê tevgerê bextreşî û bê bextî ye. Dikeve xizmeta dijminê me û ew jî diçe xiyanetê. Pir mixabin wisa ye. Eger ku ne wisa be, nerazîbûnek li hemberî zilma dijminê me, zilma dagirkeran hebe, cih û axa ku mirov li wir xwedî îrade û sekn û hêzekê be, dijminê mirov nikare bikeve wê derê û li ser wê axê xwe bi cih bike, çeperên xwe çêbike. Di wan çeperan de li hemberî namûs û rûmeta me êrişî me bikin. Sekinîna li rex dijminên me, eleqedanîn û dostaniya bi dijminên me re tu carê ji bo me nabe çareserî, nabe sedem ku em bikarin bigihîjin armancên xwe, azadiya xwe û welatê xwe. Di wir de divê em bi biratî û yekîtiyekê bigihîjin hevûdu da ku em bikaribin li hemberî zilma neyarên xwe û dagirkeran sekna xwe nîşan bidin û ji xwe rê bêjin ku em xwedî rûmet in. Eger ku ew nebe, pir mixabin wê her tişt ji me re bibin xeyal û xeflet. Bi vê bîr û baweriyê careke din dibêjim silav û rêz û wê serketin a şervanên azadiya welatê me be û wê serketin a gelê me be.
 
‘JI BO KURD Û KURDISTANA ME BÊDENG NEMÎNIN’
 
Hunermend Nahîde Fetahî jî wiha axivî: “Hunermend, hunerhez û gelê kurd û Kurdistanê yê hêja, hêvîdarin ku li hemberî rejîma faşîst a tirk bêdeng nebin ji bo xaka Kurdistanê. Hêvîdarin ku helwestê nîşan bidin û şermezar bikin. Her wiha li hemberî vê rejîma faşîst a ku zilm û zor li gelê kurd û Kurdistanê, xak û ava wê dike bêdeng nemînin. Hêvîdarim ku bi yek dengî û yek rengî xwedî helwest bin û destê xwe bidin destê hevûdu û ji bo xak û ava me, ji bo kurd û Kurdistana me bêdeng nemînin. Erka me Kurdan, hunermend û hunerhezan û gelê dilsoz ê Kurdistanî ye ku derheqê av û xaka Kurdistanê ku rejîma dîktator zilm û zordarî dikin û dagirkerin xwedî helwest bin. Bijî kurd û Kurdistan, bijî azadî ji bo her çar beşên Kurdistanê.”
 
‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ XWEDÎ HELWEST BIN’
 
Hunermend Farûq Bapîr jî wiha axivî: “Silav li we hunermend û hunerhezan, mixabin careke din dewleta tirk a faşîst bi hêcetên cuda êrişeke dirindane li ser xaka Kurdistanê dike. Dixwaze çend beşên din ên Kurdistanê dagir bike. Ez ji wir weke hunermendekê vê dagirkerî û leşkerkêşiya dewleta tirk şermezar dikim. Hêviya min ji gelê bi rûmet ê Kurdistanê ye ku li dijî vê dagirkerî û leşkerkêşiyê xwedî helwest bin. Her wiha peyama xwe bi taybetî arasteyê hunermendên hêja û resen ku her tim xwedî peyam bûne û nehîştine ku dijmin bi dilê xwe Kurdistanê dagir bikin û her tim xwedî helwest bûne; hêvîdarim ku vê carê jî li hemberî vê leşkerkêşî û dagirkeriya dewleta tirk helwesteke we yê paqij hebe. Careke din dubare dikim ku ev leşkerkêşiyê û dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikim. Serketin her tim ya gelê kurd û gerîla, pêşmerge û dilsozên xak û niştîmanê ye, şermezarî ya xayinan û dijminên kurdan e.”
 

Sernavên din

10/05/2022
12:38 Lêpirsîna derbarê Emîne Şenyaşar de bi dozvenekirinê encam da
12:35 Di doza êrişa 5’ê Hezîranê de beraet dan polîsan
12:34 Zarokê ku bi guleya ji Serekaniyê hatibû û birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
12:14 Ji 888 welatiyan daxuyaniya Geziyê: Em xwe îxbar dikin
12:07 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:57 Serlêdana 'hepsa malê' ya ji bo Ozer a 80 salî hate redkirin
11:35 Hesabên Tirkiyeyê yên petrol û xaza xwezayî
11:18 Dayikên Elkê: Em xwedî li berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê derdikevin
11:17 Kesê ku di bin kontrola polîsan de ket avahiya HDP'ê kî ye?
10:47 Li Hezex û Dêrikê 9 kes hatin binçavkirin
10:29 Naso: Dê milyonek kesan ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj bi kar bînin
10:25 RAYBUS’a qeyûm çend roj şûnde xera bû
10:25 Li girtîgehekî Ekvadorê şer: 43 kes hatin kuştin
09:56 Qeyûm ji bo tamîra parkê 10 milyon lîre da îhaleyê!
09:03 Rojnamevan Hewram: PDK bûye enstrumana hêzên dagirker
09:03 Polîsan ji nîşeya 'JÎTEM'ê re got 'zarok daniye'
09:03 Vê carê jî cerdevanan di dilqê 'şivanan' de dişînin Besta û Gabarê
09:03 Siyasetmedar Ebdulxaliq: Tirkiye bûye dewleteke dagirker
09:03 Li Sûrê di avahiyên tescîlkirî de li xizîneyan digerin
09:03 Pêşmergeyê Dêrîn: Tirkiyeyê li Efrînê çi kiribe dê li Başûr jî wê bike
09:01 Bulak: Pirtûka ewil a çîrokên kurdî ya modern Şewqa Sibê ye
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2022'YAN
09/05/2022
20:44 Doza Kobanê: Çi eleqeya ezebbûna min û darizandina min bi hev heye?
20:22 Li Amedê Platforma Kurdî: Em li her derî bi kurdî biaxivin
19:42 Rêveberiya Xweser a Şengalê: PDK’ê nûnertiya Şengalê nake
18:59 Li Meletiyê ji bo Cejna Zimanê Kurdî çalakî
16:58 Cerdevan ji Elkê birin Çiyayê Gabarê
15:59 Ji bo dîtina cenazeyên kolbera xebatên lêgerînê didomin
15:27 Dayikên aştiyê bertek nîşanî gefa li Başaran hatibû xwarin dan
15:25 Ceylan: Ev pêvajoya man û nemanê ye
15:14 ‘Têkoşîna dayikan bûye hêviya civakê’
14:34 Kedkarên Îtalyayê li dijî şerê li Kurdistan û Ûkraynayê dest bi grevê dikin
14:28 ‘Ne astengdar ne jî mafên wan tên dîtin’
14:24 Doza Kobanê: Banga 6’ê Cotmehê qîrîna li dijî bêdengiyê bû
13:58 Îdiaya dewrkirina Medreseya Sor kete rojeva Meclisê
13:26 Li Geverê liv û tevgera leşkerî didome
13:15 Li Marûnîsê 8 leşker hatin kuştin û leşkerek jî winda ye
13:05 Li Qoserê qenalîzasyon xetimîn û çareseriyek nehat dîtin
12:46 Li Mêrsînê 2 kes hatin girtin
12:44 Mehmet Ocalan: Qedexeyên hevdîtinê têkiliya xwe bi êrişan re heye
12:43 Li Xelfetiyê qeza: 2 kes mirin 8 kes birîndar bûn
12:33 Malbata Şenyaşar ji şahidên nexweşxaneyê re got: Biaxivin
12:24 Konferansa Anatoliya Navîn a HDP’ê: Dem dema têkoşîna hevgirtî ye
12:14 Mezraya Kûtos ku leşkeran ambargo danîbûn ser hate valakirin
11:17 Kulîlkên sor erdên beyar xemilandin
10:53 Sendroma Zapê: Çawişên pispor dest bi revê kirin
10:16 Hunermendên kurd li dijî êrişan banga yekitiyê kirin
09:07 Alparslan Kuytul hat binçavkirin
09:06 Xelef Şengalî: Ji Rêvebiriya Xweser pêvetir ji tu kesî bawer nekin
09:04 'Ê ku Dêra Sûrp Gîragosê xera kir jî heman dewlet bû'
09:01 Şêniyên Amedê: Tu ferqa PDK'ê ji AKP'ê tune ye
09:00 ROJEVA 9'Ê GULANA 2022'YAN
08/05/2022
20:24 Jin li dijî şer meşiyan
19:57 Bûldan: Em ê heta mirinê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
17:26 Dayikan bertek nîşanî PDK’ê da: Vî şerê qirêj rawestîne
16:40 Hiqûqnasan Dozên Kobanê û Geziyê nirxandin: Em ê peyamê negirin
15:54 Dayikan ji Nisêbînê bang kirin: Werin em li dijî şer biherikin ser sînor
15:20 Li Dêra Giragos piştî 7 salan ayîna yekem hate lidarxistin
15:03 Li Nisêbînê meş hat lidarxistin: Vî şerê qirêj bi dawî bikin
14:41 Ciwanan ji ber Roja Dayikan serdana Emîne Şenyaşar kirin
14:28 Li Wanê banga xwedî derketina demokrasiyê hate kirin
13:50 Li HDP’ê beriya kongreyê konferansa jinan dest pê kir
11:41 Li Herêma Kurdistanê 100 hezar îmze hatin komkirin
11:21 Guvenê ji dayikan re name şand: Hêvî ji serkeftinê binirxtir e
11:17 Bernameya Cejna Zimanê kurdî aşkera bû: Dê di navbera 8 û 16’ê Gulanê bê pîrozbikin
10:43 Bi pirsa “Abdûlah Ocalan ji bo we çi îfade dike?” berdana girtiyekê 3 mehan hatiye taloqkirin
09:10 Hevserokê SES a Rihayê Karataş: Divê Waliyê Rihayê bibe şahid
09:09 Rojnamevan Hujebrî: Tirkiye dixwaze bi bêbextiya PDK'ê bi ser bikeve
09:07 Li dijî êrişan banga elewiyan: Têkoşîna hevpar
09:06 Girtiyên ku cezayê hucreyê lê hatiye birîn înfaza wî bi temamî hatiye şewitandin
09:05 Hatin dawiya desthilata xwe ya 20 salî
09:01 Qeyûm tabeleya navê ‘Şengalê’ guherand
09:00 ROJEVA 8'Ê GULANA 2022'YAN
08:33 Teatra Yekta Hevî promiyera ‘Tu Ne Gara Yî’ li Amedê da nîşandan
07/05/2022
20:25 Li Amedê pêşangeha Ben û Senê
19:36 Dêra Sûrp Gîragosê piştî 7 salan hat vekirin
19:11 Piştî 4 mehan cenazeyê 'kolber' Barzan Mihanî hat dîtin
18:12 'Tu Ne Gara Yî' li Amedê ye
17:31 Hevrikê Amedsporê yê play-offê diyar bû
16:48 Artêşa Iraqê êrişî çalakvanên Duholayê kir
16:40 HPG’ê têkildarî mirina tûrîstê danîmarkî daxuyanî da
16:33 400 hefte ye ji bo girtiyên nexweş çalakî li dar dixin
15:38 Li Gabarê 2 leşker hatin kuştin
15:33 Girtiyê nexweş Yildirim di hucreya yekkesî de tê ragirtin
15:10 Fermandarê Asayîşa Êzidxanê: Artêşa Iraqê bi tevahî ji Şengalê venekişiyaye
15:01 Zarok jî di nav de 10 kes hatin binçvkirin
14:55 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Guler bê berdan
14:10 Li dijî şer li Geverê bang kirin: Sekna gel dê pêşeroja me diyar bike
14:09 Girtiyê nexweş Seyîthan Ay piştî 30 salan hate berdan
13:59 Dayikên Şemiyê ji bo Ayşîn edalet xwest
13:42 Rojnameger Kopplîn: Bi milyar dolaran mal û milkê Barzaniyan heye
13:41 Li Amed û Êlihê aqûbeta windayan hat pirsîn
13:26 Jinan bersiv dan êrişa li dijî Başaran: Em ê paş ve gav neavêjin
12:48 Malbata Şenyaşar: Rêveberiya xerab felaket e
12:01 Wêneyê provokatorên li ber HDP’ê bi Soylu re derket holê
11:56 ‘Li ku derê destkeftiyên kurdan hebin PDK bi dijminan re êrişî wir dike’
11:53 Hejmara 4'emîn a Kovara Destar gihişt ber destê xwîneran
11:09 ‘Keça manewî’ ya Erdogan vê carê jî çav berda Medresa Sor!
11:04 Pevçûna li Çiyayê Cûdî plana li Zapê serûbin kir
10:29 Xelkê Cizîrê: Ew çiqasî êrişî HDP’ê bikin em ewqasî xurt dibin