Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin

  • rojane
  • 19:51 13 Gulan 2022
  • |
img

ENQERE – Siyasetmedar Gultan Kişanak ku di Doza Kobanê de axivî, destnîşan kir ku jin dikarin tifaqeke mezin ava bikin û got: "Em ê li şûna rejîma 'serî bitewîne' bi hev re rejîma azadîxwaz ava bikin." 

Danişîna 12'an a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 kes tên darizandin, di roja 8'an de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. 
 
Danişîn piştî navberê dewam kir.
 
Danişîn piştî navberê bi beyanên endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Bîrcan Yorûlmazê dewam kir. Yorûlmaz got: "Min di Hezîrana 2021'ê de parastina xwe nivîsandibû. Lê heyet wekî lêprisîna min nehatibe kirin di biryara berdewama girtinê de angaşt kiriye ku min xwe nedaye ber parastinç Ev meseleyek cidî ye. Di warê cidiyeta vekolandina girtinê de mesele ye. Naveroka maîla PYD'ê tenê bangawaziyeke dijî şer e. Bangawaziya pêşîlêgirtina şer e. Ev maîl, maîla bulteneka çapemeniyê ye û ji bo min ne jî ji bo hevalên min nehatiye nivîsandin. Ew maîl li ser navê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê ya Ji Têkiliyên Derve Berpirsiyar hatiye. Jixwe PYD wê çaxê ne di nava lîsteya 'rêxistina terorê' de bû." 
 
‘REJÎMA SERÎTEWANDINÊ'
 
Paşê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin Gultan Kişanak axivî. Kişanakê, destnîşan kir ku hincetên wan ên ji bo girtinê dijî hiqûqê ne. Kişanak, bilêv kir ku heyet bi israr naxwaze tiştên tên gotin fêm bike û got: "Ev doz, dozeke kûmpasê ya siyasî ye. Peywira darazê jî kirasekî ji vê kûmpasê re bifesilîne. Hûn dikin nakin hûn nikarin kirasekî bifesilînin. Em hemû baş dizanin bê em ji ber çi girtî ne. Ne hewce ye hûn li wir binivîsin. Ji ber ku me ji şaşiyê re gotiye şaşî, me ji neheqiyê re gotiye neheqî û ji ber ku me serî netewandiye em li vira ne. Ev rejîm, rejîma 'serîtewandinê' ye. Cihê yên serî natewînin jî girtîgeh in. Pozîsyona me di warê hiqûqî de pir zehmet e. Ji we tê xwestin ku hûn ji bo tiştên pûç kirasina bifesilînin. Ez ê bersiva vê bêhiqûqîtiya li min hatiye kirin û wekî divêtiyeke berpirsiyariya civakî bersiva vê bidim. Em ji ber ku me doza wekheviyê kir, me doza azadiyê kir û me got bişa şer biqede em hatin girtin. Em ji ber nasnameya xwe ya jinbûnê hatin girtin. Ji me re gotin 'diçin ser kursiyê dikin barewar. Jin be û biçe se rkursiyê biaxive!' Hezm nekirin. 
 
EM KOLETIYÊ QEBÛL NAKIN
 
Em jin koletiyê, objebûnê, mayîna li derî siyasetê qebûl nakin. Em wekî kirdeyeke polîtîk hatin ser dika dîrokê. Em jin ji ber ku me got 'gotina me heye, vîna me heye, em dixwazin rê li ber pêşerojê bixin' me berê xwe da qada siyasetê. Me ji bo civakîbûna têkoşîna wekhevî û azadiyê li ber xwe da. Di şexsê me de ji jinan re gotin, 'Lê binerin hûn wisa bikin, hûn biaxivin em ê nehêlin.' Her wiha piştî girtina me tahdeyeke mezin dest pê kir li hemberî jinan. Gava me li wê parlementoyê hevseorkatî pêk anî, jinên partiyên din jî gotin 'hadê em jî lafê ava bikin û serokwekîlên jin bijartin ji bo komên xwe. Em ê her tim bibin mînak. Bila jin dev ji têkoşîna xwe ya ji bo wekhevî û azadiyê bernedin." 
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Kişanakê di berdewama axaftina xwe de got: "Ne hewce ye hûn hinceta ji bo girtinê binivîsîn. Ez nabêjim 'çima hincet tune ye', ji lew re ez dizanim. Ji ber ku desthilat wisa dixwaze. Di hinceta girtinê de we behsa gumana revê kiriye û gotiye, '... Nexwe dibe ku nereviyabe, lê ji ber ku mesele diyar e û bi cezayekî giran tê darizandin...' Diyarbûna meseleyê çi ye? Gava ji me re gotin 'Başqan dê qeyûm bên tayinkirin û hûn ê bên girtin, biçin' ez nereviyam û niha li vira me. Hûn behsa kîjan meseleyê dikin? Ez wê rojê nereviyam îja ez ê niha birevim? Qet kirasan nefesilînin, çimkî hûn dilewitînin. Em ê li şûna rejîma 'serî bitewîne' bi hev re rejîma azadîxwaz ava bikin. Em ê bi ser bikevin." 
 
Danişîn bi axaftina Fîgen Yuksekdagê dewam kir. 

Sernavên din

15/05/2022
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir