Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin

  • rojane
  • 09:04 14 Gulan 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokê MXDŞ'ê Heso Îbrahîm, diyar kir ku PDK û Tirkiye ditirsin ku Şengal bibe xwedî statû û hêz û ji ber vê yekê li dijî statûbûna Şengalê derdikevin. 

Tirkiyeyê di 17'ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dest bi êrişeke mezin kir. Rojek piştî vê êrişê Tirkiye û PDK'ê bi Artêşa Iraqê li dijî Şengalê jî êriş dan destpêkirin û hewl dan Şengalê ji bin kontrola Reveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê derbixin. Lê ji ber berxwedana gel û hêzên Şengalê Artêşa Iraqê neçar ma ku paşve vekişe. Lê rexmî vê rewşê jî gefa Artêşa Iraqê ya ser Şengalê didome. 
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, paşve vekişandina Artêşa Iraqê li xwe qayil nanî û di 11'ê gulanê derbarê mijarê de daxuyanî da û Şengalê hedef nîşan da. Barzanî, xwest ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi "Peymana Şengalê" mudaxaleyî Şengalê bike. Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Îbrahîm, derbarê êrişên Artêşa Iraqê; helwesta PDK'ê û Tirkiyeyê ya derbarê Şengalê û sekna civaka êzidî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
'AXA KURDISTANÊ DIFIROŞIN'
 
Heso Îbrahîm, diyar kir ku bi destê PDK'ê axa Kurdistanê yek bi yek tê firotin û wiha axivî: "Jixwe êrişên li ser herêmên Zap, Metîna, Avaşîn û Şengalê ji hev ne cuda ne. Plana van hemû êrîşan yek e. Ev plan jî plana PDK'ê û dewleta tirk e. Şengal jî di nav de dixwazin bi giştî axa Kurdistanê bifiroşine dewleta tirk. Êdî Kurdistan tê firotin. Ev êrişa ku li ser Şengalê jî pêk hat bi destê Kazimî pêk hat û ew bi xwe jî hevkarê vê plana firotina Kurdistanê ye. Ji ber wê jî Şengalî ji Artêşa Iraqê acizin." 
 
'PDK DIXWAZE SOZA KU DAYE TIRKIYEYÊ BI CIH BÎNE' 
 
Îbrahîm, bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û derbarê mijarê de ev tişt got: "Barzanî dixwaze li Parlementoya Iraqê rûne û vê biryarê bi cih bîne. Ew jî baş dizanin ku bi cihkirina vê peymanê wê ne li gorî berjewendiyên Iraqê be û ne jî li gorî berjewendiyên Şengalê be. Dema ku peymana 9'ê Cotmehê hatiye îmzekirin jî me got ku dixwazin fermana ku DAIŞ'ê nîvco hiştiye temam bikin. Armanc dikin ku fermana DAIŞ'ê li ser Êzidiyan berdewam bikin. Ew li ser vî esasî dixwazin Şengalê vala bikin. Ji ber ku hin soz dane dewleta tirk. Ji bo ku vê soza xwe bi cih bînin jî israr dikin ku Artêşa Iraqê careke din êrİş bike. Êdî bêhêvî bûne û ji ber wê jî dixwazin vê sozê li ser Artêşa Iraqê pêk bînin."
 
'JI STATÛYA ŞENGALÊ DITIRSIN' 
 
Di berdewamê de Îbrahîm, dstnîşan kir ku PDK û Tirkiye ji statûbûna Şengalê ditirsin û  axaftina wiha domand: "Jixwe dinya hemû dizane ku ji sala 2014'an ve kesên ku Şengalê diparêzin zarokên êzidî ne. Ji ber vê jî ew ditirsin ku Şengal bibe xwedî statû, hêz û parastinê. Dizanin ku dema Şengal bibe xwedî statû wê nikaribin weke Başûrê Kurdistanê berjewendiyên xwe têde bimeşînin. Şengal ji bin berjewendiyên wan derdikeve û ji ber wê jî êrîşî şervanên me dikin. Ew jî baş dizanin ku dema Şengal bibe xwedî statû wê wan kesên ku bûne sedemê fermana 2014'an dê  bên darizandin." 
 
'BI PERE PROPAGANDA DAN MEŞANDIN' 
 
Îbrahîm, bi lêv kir ku wê li dijî her êrişê li ber xwe bidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Erka me parastina gelê me ye. Erka me ya herî mezin berxwedan e. Ji derveyî berxwedanê tu çareya me tuneye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bi çi rengî jî be em ê tu caran ne ji Tirkiyeyê re ne jî ji PDK'ê re serê xwe netewînin. Ji bo ku êzidî Şengalê terk bikin propaganda hatin meşandin. Ev jî perçeyeke şerê taybet bû. Gotin êzidî Şengalê terk dikin û derbasî başûrê Kurdistanê dibin. Bi vê propagandayê xwestin ku bibêjin êzidî ji wan razî ne. Lê belê ew êzidiyên ku niha di kampên wan de jî dimînin ji wan nerazîne. Ew êzidiyên di wan kampan de jî weke dîl tên girtin û ji nêçariya xwe li wir in. Ew dixwazin rûyê xwe yê reş bi vê propagandayê şirîn bikin. Lê rûyê wan reş e û wê spî jî nebe. Ji bo ku encam bigirin vî şerê taybet didin meşandin." 
 
'DIVÊ KURD JI VÊ XEWÊ ŞIYAR BIBIN' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm, got ku derketina li dijî dagirkeriyê erka her kurdî ye û ev bang kir: "Dema ku peymana 9'ê Cotmehê hate îmzekirin berpirsyarên wê li ser vê tifaqa xwe îlan kirin. Ew hêzên navneteweyî ku dibêjin, 'Em mafê mirovan, heq û dadê diparêzin' tenê bi gotinê dimînin. Banga me li gelê kurd ev e; divê gelê kurd xwedî li berxwedanê derbikeve. Ne tenê Şengal, êdî hemû Kurdistan ji destê kurdan derdikeve. Li Başûr û Bakur şerekî mezin tê meşandin. Em bang li gelê kurd dikin ku ji Barzanî re bibêjin, 'êdî bes kurdan bifiroşe'. Em hêvî dikin ku gelê kurd rabe ser piyan û li hemberî vê bisekine." 
 

Sernavên din

15/05/2022
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir