Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin

  • jin
  • 09:05 14 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Jinên TJA'yî destnîşan kirin ku dê êrişên bi hevkariya AKP û PDK'ê tên kirin bi ser nekevin û gotin: "Bi salan e bi şer û qirkirinê bi ser kurdan de diçin. Lê me tu carî winda nekiriye. Em ê cardin bi ser bikevin." 

Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Tirkiyeya ku nikare bi pêş ve biçe, cardin serî li çekên kîmyewî daye û hewl dide bi vî awayî bi ser bikeve. 
 
Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê tên kirin nirxandin. Jinan anî ziman ku ên herî zêde bandor ji şer digirin jin, zarok û xweza ye û xwestin şer bi dawî bibe. Her wiha jinan bibîr xist ku heya niha tu şerê li hemberî kurdan bi ser neketiya û di vî şerî de jî aliyê bi ser bikeve dê cardin kurd bin. 
 
'NÊRÎNA PDK Û AKP'Ê YA LI JINAN HEMAN NÊRÎN E'
 
Aktivîsta TJA'yê Zulfiye Kîşmîr, destnîşan kir ku şerê bi hevkariya PDK û Tirkiyeyê tê kirin li hemberî destkeftiyên kurdan e û ev şer li dijî destkeftiyên jin û ciwanên kurd tê kirin. Kîşmîr got: "Helbet PDK dixwaze desthilata xwe biparêze. Lê PDK, li Başûrê Kurdistanê ne nûnerê gel e. Wekî bavê malbatekê tevdigere." Her wiha Kîşmîr destnîşan kir ku nêrîna PDK'ê û AKP'ê ya li jinan heman nêrîn e û got: "Lewma pê re hereket dike." 
 
'EM DI ŞERÊ 40 SALÎ DE HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛN'
 
Kîşmîr, anî ziman ku jinên kurd 40 sal in bi rastiya şerekî re rû bi rû ne û di vê têkoşîna 40 salî de jina kurd xwe nas kiriye û xwedî li axa xwe, zimanê û erdnîgariya xwe derdikeve. Kîşmîr, destnîşan kir ku jin bandorê ji şer digirin lê qethiyen dê nekevin weziyeta "mexdûran" û got: "Helbet jin bandorê ji şer digirin. Mînakên wê li Rojava, Şingal û Bakurê Kurdistanê hene. Ji lew re zarokên wan şehîd dikevin, hevjînên wan, keçên wan di vî şerî de diçin. Bedêlên pir mezin didin, lê bi van bedêlan jî destkeftiyên gelekî mezin bi dest dixin. Di salên 90'an de, di dema şewitandina gundan de bedêlên pri giran dan, lê bi vê rê hînî mayîna li ser pêyan jî bûn. Her wiha di sala 2015'an de gelek navçeyên Kurdistanê şewitandin. Dayikên me, ciwanên me û zarokên me li orta kuçeyê hatin kuştin. Ji bi van bedêlan hînî berxwedanê bûn."  
 
'EM DAKEVIN KUÇEYAN'
 
Kîşmîr ku got "ma tiştekî ku em winda bikin heye?" axaftina xwe bi vî awayî domand: "Pergalên cîhanê cardin projeya sedsalekê dihûnin. Lê em ê sedsaleke din nemirin. Em ê rastî vê komkujiyê neyên. Lewma divê em hemû bi hev re li ber vî şerî rabin. Em dakevin kuçeyan, bibin mertalên zindî, em bedenên xwe ji bo gelên xwe bidin mertal. Êrişên li ser Şingalê, Kobanê û Başûr êrişên li ser me ne. Her kes divê li ber vî şerî serî rake. Tiştekî ku em winda bikin tune ye, lê gelek tiştên em bi dest bixin hene. Ger em rûnên em ê winda bikin, em serî rakin em ê qezenc bikin. Hemû kesên demokrasîxwaz, kesên mafên jinan diparêzin û edaletxwaz divê li ber vê hevkariya KDP-AKP'ê rabin û dengê xwe bilind bikin. Bi salan e li hemberî civaka kurd û jinan şer û qirkirin çêdibin, lê em tu carî nebûn aliyê windakirî, em tim bi ser ketine. Em ê îro jî û sibê jî bi ser bikevin." 
 
'DÊ BI SER NEKEVIN'
 
Aktivîsta TJA'yê Rêvebira Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Daşlik jî diyar kir ku bi van êrişan re polîtîkaya qirkirinê û tepisandinê esas tê girtin. Daşlik, destnîşan kir ku polîtîkayên şer ên li hemberî kurdan dê bi ser nekevin û got: "Berê jî hatin ceribandin, lê hat dîtin ku ev ne çareserî ye. 40 sal in cîhan dibîne ku dê bi vî awayî bi ser nekevin." 
 
'DIVÊ EM BIBIN DEBGEKÎ HEVPAR'
 
Daşlik, li dijî şer bang li her kesî kir ku dengê xwe bilind bikin û got: "Em dikarin bi hev re pêşî li ber vê bigirin. Divê em dev ji fikaran û helwestên neyekhêz berdin. Divê hemû kesên dibêjin 'ez demokrat im, rewşenbîr im, hunermend im' bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ji lew re ev rûxandin bandorê li her kesî dike. Hemû pêşengên civakê divê pêşî li ber vê bigirin. PDK jî divê berbayî van lîstikan nekeve û demildest pêşî li ber vî şerî bigire. Ji lew re sînorên wê tên binpêkirin. Axirê ya tê talankirin gelê li wir, xwezaya wir û candarên wir in. Divê gelê xwe û sînorên xwe biparêze." 
 
MA / Eylem Akdag

Sernavên din

15/05/2022
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir