Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin

  • rojane
  • 10:53 14 Gulan 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama RJAK Jîno Reşîd têkildarî êrişên ser Başûr axivî û diyar kir ku Tirkiye seranserî Başûr dagir bike. Reşîd, anî ziman ku PDK ji bo dagirkeriya Tirkiyeyê roleke mezin dilîze û wiha got: “Divê xelkê Başûr li dijî van êrişan serî rake û têkoşîna xwe mezintir bike. Hilweşîna dewleta tirk û serkeftina kurdan gelek nêz e.” 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê di 17’ê nîsanê de êrişeke berfireh dabû destpêkirin. Êrişên Tirkiyeyê berdewam in. Li seranserî Kurdistanê û li dîasporayê bertekên li dijî şer her ku diçe zêdetir dibin. Ji endamên Meclisa Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Jîno Reşîd têkildarî êrişan û hevkariya PDK’ê axivî. 
 
Jîno Reşîd anî ziman ku dewleta tirk li ser gelê kurd polîtîkaya înkar û qirkirinê dimeşîne û wiha pê de çû: “Êrişên Tirkiyeyê berdewamiya êrişên moxolan in. Dewleta tirk xaka me dagir kir û li gel kurdan, hemû neteweyên din jî qir kirin. Kurdan tu carî xaka kesekî dagir nekirine. Êrişî tu civak û neteweyan nekirine. Gelê kurd her tim li dijî dagirkeriyê li ber xwe da. Gelek bedel dan. Lê xeta xiyanetê jî her tim di nava kurdan hebû. Ji ber vê xiyanetê jî her tim derb xwarine. Ji bo avakirina pergala xwe jî bi sala ne gelê kurd li dijî zilmê radibe û serî hil dide. Dagirkeran her tim ji hundir ve li kurdan xistiye. Ev yek jî bi destê xayîn û sîxûran kiriye.” 
 
‘PDK ALÎKARIYEKE MEZIN DIDE TIRKIYEYÊ’
 
Di berdewamê de Reşîd bal kişand ser êrişên dawî yên bi hevkariya PDK’ê li dijî Başûr tên kirin û wiha pê de çû: “Berê jî operasyon dihatin kirin lê dihatin têkbirin. Lê operasyonên niha cuda ne. Dixwazin her wiha deverên çûnê dagir bikin. Bi vê rêbazê dixwazin tevahiya Rojhilata Navîn dagir bikin. PDK jî alîkariyeke mezin dide dewleta tirk. Tenê ji bo parastina malbata xwe vê xiyanetê dikin. Ev xak bi saya xwîna zarokên vî gelî hatiye parastin lê PDK ji bo berjewendiyên xwe vê xakê teslîmî dewleta tirk dike. Tifaqa li ser parçekirina xaka kurdan hatiye avakirin di sala 2023’yan de bi dawî dibe. Lewma dewleta tirk planên kûr dike û dixwaze Başûr jî dagir bike. Armanca wan a esasî sînorên Mîsakk-î Mîllî ye. Ji Iraq, Îran, Lîbya heta Hindistanê dixwazin gelek deveran dagir bikin. Lê armanca esasî ya niha Kurdistan e. Bi rêya van dagirkeriyan dixwazin împaratoriya osmanî zindî bikin. Dixwazin her tiştekî Kurdistanê dagir bike. Sedema aloziya aborî û civakî ya li Başûr jî dewleta tirk e.” 
 
‘TIRKIYE CIVAKA BAŞÛR JI BO DAGIRKERIYÊ AMADE DIKE’
 
Reşîd, da zanîn ku Tirkiyeyê li Başûr ji bo dagirkeriyê di hêla çand, civak, malbat, ziman û di her alî de amadekariyên xwe kirine û wiha derbirî: “Mînak gelek şîrket û înşaetên wan hene. Li vir kargeh hene ku tenê tiştên tirkan difiroşin. Ji hêla îstîxbarî ve karê xwe dikin. Sîxûriyê li kesên azadîxwaz û şoreşger ferz dikin. PDK bi fermana dewleta tirk êrişî ciwan, rojnameger, şoreşger û azadîxwazan dike. Naxwazin kesek li Başûr ji bo azadiyê dengê xwe derxîne. Lewma Başûr ji her alî ve rastî êrişê tê. Di hêla olî ve zext li gel tê kirin. Bingeha demên pêş amade dikin. Ew jî ji bo wê ye ku gel bi tirkî biaxive û bifikirin. Lewma jî metirsiyeke mezin li ser gel heye.”
 
ROL Û RISTA GIRÎNG A JINAN
 
Jîno Reşîd da zanîn ku rol û rista jinan a li Başûr girîng e û ev tişt anî ziman: “Gelek astengî li pêşiya jinan hene. Hizbên Başûr naxwazin dengê jinan bilind bibe û hişyar bibin. Ji ber ku ew jî baş pê dizanin ku heke jin dengê xwe bilind bike dê bandoreke çawa bikin. Lewma weke alaveke firotinê tê dîtin û jin bi gelek qirêjiyan re rû bi rû dimînin. Ji bo ku jin hişyar nebin her tiştekî dikin. Bi lîstikên qirêjî dixwazin dengê jinan qut bikin. Jin her roj tên qetilkirin û destdirêjî lê tê kirin. Lê nahêlin dengê xwe bilind bikin. Tevî van sepanan jî têkoşîna jinan didome. Rol û rista jinan gelek girîng e.” 
 
‘DIXWAZIN BI ÊRIŞAN RE TÊKILIYAN QUT BIKIN’
 
Bi domdarî Reşîd qala êrişên ser Şengalê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êrişên li dijî Şengalê, bi tifaqa Iraq, PDK û Tirkiyeyê tên kirin. Em dibînin ku Iraq ketiye nava siyaseta dagirkirina xaka kurdan. Dixwazin Rojava, Şengal, Qendîl û herêmên din ji hev qut bikin. Bi vê yekê mebest dikin ku heke êrişî cihekî bikin bila ji van herêman alîkarî neyê. Lewma dixwazin bi dîwaran parçe bikin. Êrişî Şengal û Rojava dikin û dixwazin bi dagirkeriyê ji hev qut bikin. Petrola li Başûr ji bo berjewendiyên tirkan tê bikaranîn. Gel li vir birçî ye lê pereyê xwe bo dewleta tirk xerc dikin. Ew jî bi vî pereyî êrişî kurdan dikin û dikujin. Jinên êzdî ji bo parastina xwe û xaka xwe, berxwedaneke mezin raber kirin. Jinan pêşengtî ji vê berxwedanê re kirin. Berxwdana wan bo me kurdan cihê serbilindiyê ye.” 
 
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
 
Jîno Reşîd axaftina xwe wiha qedand: “Divê tevahiya gelê Başûr piştgiriyeke mezin bide têkoşîna li dijî dewleta tirk. Bi taybet jî divê jin û ciwan têkoşînê mezintir bikin. Divê hemû bibin yek û ji têkoşîna kurdan re pêşengtiyê bikin. Ji ber ku jin bi hêzin û dikarin wê pêşengiyê bikin. Qedera kurdan yek e. Divê jin baş bi berpirsyariya xwe rabin û divê em bi berxwedanê bersivê bidin êrîşan. Serkeftina me gelek nêz e. Lewma divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Dewleta tirk di hêla aborî, siyasî, civakî û pergalê ve hildiweşe û têk diçe. Lewma ewqas êriş dike. Lewma divê jin li Başûr têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 

Sernavên din

15/05/2022
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir