Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike

  • rojane
  • 11:34 14 Gulan 2022
  • |
img

AMED - Seroka Komîsyona Ziman a Barayo Amedê Elîf Bîrkîlî têkîldarî astengkirin û qedexekirina zimanê kurdî got Tirkiye di hêla hiqûqî de peymanên nawnetewî nayine cih. Bîrkilî diyar kir ku di dadgehan de bersiva “Tu bi tirkî dizanî, çim abi kurdî diaxivî” tê dayîn. 

 
Kurd wekî her sal Roja Cejna Zimanê Kurdî 15’ê Gulanê di bin siya qedexe û astengkirinan de pêşwazî dikin. Desthilatdar bi dehan sal e bi qedexekirina strananan, guhertina navê gund, bajar, tax û kolanan li ser ziman û çanda kurdan pişaftinekî dijwar dikin. Mafê axaftin û perwerdeya bi kurdî tê binpêkirin û wekî tune tê hesibandin. Yên ku kurdî diaxive tên lînckirin, kuştin û sirgûnkirin. Kujerên ku qetlîaman dikin jî bi polîtîkaya bêcezahiştinê tên rizgarkirin û xelatkirin. 
 
Di xala 3’yemîn a Destûra Binehîn a Tirkiyeyê de tê pênasekirin ku zimanê dewletê ya fermî tirki ye. Di heman deme de qanûnek bi hêjmara 2932’yan di sala 1983'yan de hatiye qebulkirin û heta 1991’an jî di meriyetê de maye û li gorî vê qanûnê li Tirkiyeyê bilî zimanê tirkî bikaranîna zimanên din qedexe ye. Her çiqas ew qanûn ji meriyêtê rabe jî di sepanan de tu cudayî nebûye û bi awayêkî fermî zimanê kurdî bi tunekirinê re rûbirû hatiye hiştin. Li hemberî vê yekê gelek pêymanên nawnetewîyê mafên ziman wek mafê mîrovî yê bingehîn tê qebûlkirin. Di Peymana Mafên Mîrovan a Gerdûnî de ku Tirkiye jî imze kiriye, mafê ziman hatiye pejirandin. Lê Tirkiye di warê ziman de şerhekî îtîrazî daye û ev yek jî hişmendiya desthilatdarên Tirkiyeyê nîşan dide. Mafê perwerde û axaftina ziman ji aliyê hiqûqî ve jî tê binpêkirin. Di dadgehên Tirkiyeyê de mafê parastina bi kurdî gelek caran tê astengkirin an jî bi sedemên cuda nayê qabûlkirin. 
 
Seroka Komîsyona Ziman a Baroya Amedê parêzer Elîf Bîrkîlî bi rasthatina 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî derbarê astengkirin û qedexekirina zimanê kurdî de ji ajansa me re axivî. 
 
Bîrkîlî anî ziman ku bi sedan sal e polîtîkaya qedexekirin û bişaftinê li ser zimanê kurdî didome û wiha got: “Em vê yekê hê bêtir li qada civakî dibînin. Di heman demê de li qadên wek perwerde, tendirustî û dadê encamên di hêla neyînî yên ziman dibînin. Qedexekirin û astengkirina zimanê kurdî bêhiqûqî ye.” 
 
PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ
 
Bîrkîlî bal kişand ser peymanên nawneteweyî û mafên zimanan û wiha axivî: “Di gelek pêymanên nawnetiyê de mafên ziman hatiye sazkirin û wek mafê mirovî yê bingehîn tê qabûlkirin. Ji xeynî pêymanan, di şert û mercên UNESCO’yê de, di mafên medenî û siyasî de û di Peymana Mafê Mîrovan a Gerdûnî de mafê ziman hatiye pejirandin. Ew peyman ji bo me girîng in. Bi zelalî hatiye sazkirin. Wexta qanûnek di navnetewî de tê sazkirin li gorî wan peyaman tê sazkirin. Lê belê Tirkiye wan peyaman îmze kiriye lê ji aliyê ziman şerhekî îtîrazî daye. Li gor vê yekê tevgerek li Tirkiyeyê heye. Ji ber vê şerhê dibêje min eleqedar nake. Di navnetewî de jî bi vê avayî tevdigere. Îtîrazkirina Tirkiye siyasî ye. Ev polîtîkaya bi dehan sala ne.” 
 
‘TIRKIYE BEROVAJÎ PEYMANAN TEVDIGERE’ 
 
Bîrkîlî qala qanûna bi hêjmara 2932’yan a di sala 1983’yan de hatiye qebûlkirin û heta 1991’an jî di meriyetê de maye kir û wiha pê de çû: “Li gorî vê qanûnê li Tirkiyeyê ji bilî zimanê tirkî bikaranîna zimanên din qedexe ye. Ew qanûn niha ne di meriyetê de ye lê Tirkiye wekî ew qanûn di meriyetê de ye tev digere. Li gor Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê divê wekheviyek çandî, zimanî ji aliyê dewletê ve were sazkirin û derfetê wan were dayîn. Ew tiştekî sereke ye lê em dibînin ku Tirkiye di vî warî de tevgerkirinek berovajî didomîne.”
 
Bîrkîlî bal kişand ser kesên ku bi kurdî diaxivin û rastî êrişn tên û tên kuştin û wiha domand: “Ew bûyerên ku diqewimin bêceza dihêlin, kujer nayên tespîtkirin. Di her warî de em rastî vê yekê tên. Di wêjeyê, çandê û dadê de wexta bi kurdî hebe ew tişt wek sûc tê penasekirin. Ev yek di çerçoveya bêhiqûqiyê de dikin.”
 
‘PARASTINA BI KURDÎ TÊ ASTENGKIRIN’ 
 
Bîrkîlî bi lêv kir ku di dadgehan da wexta ku miwekîlên wan dixwazin bi kurdî xwe biparêzin bi hincetên cuda tên astengkirin û wiha axivî: “Wexta ku miwekîlên me tirkî zanibe, ev yek ji aliyê dadgehê ve bi pirsên wek ‘Tu tirkî dizanî çima kurdî diaxivî’ re rûbirû dimînin. Kesên ku dixwazin bi zimanê dayikê parastina xwe bikin ev tê astengkirin. Wexta ku mafê parastina bi kurtî tê xwestin, kes tên sûcdarkirin. Em her tim bi van astengiyan re rûbirû dimînin. Dadgeh li gorî peymanên navnetewî û qanûnên netewî tevnagerin. Di hiqûqa navxweyî de tu biryarek erênî ji bo kurdî nayê dayîn.” 
 
KURDÎ LI GIRTÎGEHAN TÊ ASTENGKIRIN 
 
Bîrkîllî destnîşan kir ku astengkirin û qedexekirina kurdî ji dadgehê heta girtîgehê didome û wiha got: “Ew wek pêvajoyekê ye. Di girtigehê de jî  nameyên girtiyan ên bi kurdî, heke girtî bi kurdî biaxivin derheqê wan de girtek tên amadekirin û li gorî van girtekan dixin ber lêpirsînan. Mafê wan ê hevdîtinê an mafê hevdîtina bi parêzeran tê qedexekirin. Di heman demê de destûr nayê dayîn ku rojname, kovar û pirtûkên kurdî bigihîjin ber destên girtiyan. Bi vî awayî dixwazin axaftin û xwedîderketina li kurdî ji holê rakin.” 
 
‘GEL BI TÊKOŞÎNA XWE XWEDÎ LI ZIMAN DERDIKEVE’ 
 
Bîrkîlî diyar kir ku gelê kurd li dijî van astengkirin û qedexekirina zimanê xwe têdikoşe û got: “Gel heta îro xwedî li zimanê xwe derketiye.” 
 
KOMÎSYON DERSÊN KURDÎ DIDE 
 
Bîrkîlî bi bîr xist ku ew ji bo parêzeran dersên kurdî li Baroyê didin û wiha got: “Me komîsyonek zimanê kurdî di bin banê Baroya Amedê de ava kiriye. Niha sê polên me hene. Em di asta destpêkê û asta yekem de dersên zaravayê kurmancî didin. Ji bo zaravayê kirmanckî-dimilî jî asta destpêkê heye. Sê sal e ders didomin û di polan li derdora 10-15 xwendakar hene. Ji bo ku parêzer bêtir karûbarên xwe û jiyana wan rojane bi kurdî be em vê perwerdehiyê didin.”
 
BANGA BEŞDARIYA PANELA ZIMAN Û HIQÛQÊ KIR 
 
Bîrkîlî di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di 15’ê Gulanê de yanî sibê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê bi beşdariya zimanzan Zana Farqînî, nivîskar Bahoz Baran, parêzer Cemîle Turhalli Balsak li ser ziman û hiqûqê panelek li dar dixin û xwest parêzer û welatî tev li bibin. 
 

Sernavên din

15/05/2022
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir