Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e

  • rojane
  • 12:32 14 Gulan 2022
  • |
img
AMED - Hevalê qawîşê yê şoreşgerên kurd Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê agir bi bedena xwe xistin û bûbûn sembola berxwedanê, Ahmet Candan bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: “Rewşa îro, ji rewşa wê demê talûketir e.” 
 
Şoreşgerên kurd Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner, li dijî sepanên îşkence û îdamê yên Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, di 17’ê gulana sala 1982’yan de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê agir bi bedenên xwe xistin û di dîroka têkoşînê ya gelê kurd de weke “Çaran”cih girtin. 40 sal bi ser berxwedana dîrokî ya Çar Şoreşgerên Kurd re derbas bû. Hevalê qawîşê yê “Çaran” ku bûn sembola berxwedanê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Rezan a Amedê Ahmet Candan têkildarî wan rojan bi ajansa me re axivî. 
 
Candan, bi bîr xist ku di sala 1960’an de li seranserî cîhanê tevgera ciwanan dest pê kiribû û di sala 1968’an de bi pêşengiya Denîz Gezmîşan li Tirkiyeyê jî ciwan ketibûn nava liv û tevgerê. Candan, got ku di salên 1980'an de li Tirkiyeyê tevgereke şoreşgerî ya mezin li Tirkiyeyê dest pê kiribû û gel bi vê serhildanê hişyar bûbû. Bi domdarî Candan anî ziman ku di 12’ê Îlona 1980’an de li welatên weke Tirkiye, Venezuela, Bangladeş û hwd. darbe hatin kirin û wiha got: “Emperyalîzmê bi vê hewldana xwe jî li seranaserî cîhanê pêşî li tevgera şoreşger girt. Kenan Evren û hevalên xwe jî li Tirkiyeyê darbe kir. Şerê di navbera Pakta Sosyalîst, Pakta Varşova û Pakta NATO’yê li her devera cîhanê hebû.” 
 
'JI KESÊN NAVÊ WAN DEVRÎM RE DIGOTIN ÎNKILAP’
 
Bi domdarî Candan da zanîn ku derdorên sosyasîlst û şoreşger di sala 1980’an de hatin girtin û wiha domand: “Ev girtin û binçavkirin di bin navê ‘paqijiyê’ de hatin kirin. Kadroyên pêşeng ên nêzî 50 partiyan li Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî yên nêzî 13 partiyan hatin girtin. Li Tirkiyeyê şoreşgerî hate qedexekirin. Piştî darbeyê, kesekî qala şoreşê nedikir. Weke ‘Înkilap’ bangî kesên navê wan Devrîm dikirin. Wê demê PKK jî hebû. Zextên li ser PKK’iyan pir zêdetir bûn. Ji me re digotin; ‘Em ê wisa bi we bikin ku dema hûn ji girtîgehê derdikevin jî dê xwe xulamî me bikin da ku ji girtîgehê dernekevin.’ Parêzer hatin cem me û gotin; ‘Barekî dîrokî ketiye ser milên we.’ 4-5 meh piştre jî zext, zorî û îşkence dest pê kirin. Îşkenceyên ewqas giran li me hatin kirin ku tiştekî bi navê jiyanê nema bû. Weke ku em robot bin nêzî me dibûn. Tenê gardiyanekî bi tena serê xwe heta êvarê sirûd bi me didan xwendin. Birçîbûn, tîbûn, îşkence hebû. Nêzî 72 hevalên me li girtîgehan hatin qetilkirin, şehîd bûn.” 
 
‘BI MEHAN BERÊ AMADEKARÎ KIRIN’
 
Di berdewamê de Candan da zanîn ku tevî pêvajoyeke pir giran jî kesayetên weke Kemal Pîr, Ferhat Kurtay, Alî Çîçek, Hayrî Durmuş û hwd. di nava hewldanan de bûn ku ji pêvajoyê re bibin bersiv û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelek kes xistin hucreyan û îtîrazên li girtîgehan zêde dibûn. Ji serê sibehê heta êvarê sirûd didan xwendin û tenê nanekî biçûk didan qawîşên ku ji 40 kesan pêk dihatin. Em tî bûn, birçî bûn. 24 saetan îşkence hebû. Tu carî saet nediyar bû. Carekî bi şev saet di 12.00’an de û carnan jî serê sibehê saet di 04.00’an de bi ser qawîşan de digirtin û îşkence li me dikirin. Me bihîst ku Mazlum Dogan di 21’ê Adarê de çalakî kiriye û şehîd bûye. Çaran jî got; ‘Mazlum rê nîşanî me da û em ê li ser rêya wî bimeşin.’ Her çar hevalan bi mehan amadekarî kirin. Amadekariyeke wisa kirin ku her çar jî bi tu awayî xelas nebin. Çalakiya xwe di şeva ku 17’ê gulanê girêdayî 18’ê gulanê dikir de kirin.” 
 
'YÊN KU AVÊ LI AGIR DIKE XAYÎN E’
 
Candan, destnîşan kir ku çalakiya Çar Şoreşgeran mohra xwe li dîrokê da û wiha pê de çû: “Çalakiyeke wisa kirin ku me got qey tevahiya girtîgehê şewitî. Agirekî wisa amade kiribûn ku me got qey tevahiya qawîşê şewitî. Hevalan bi bîdonan av di anîn ji bo ku agir vemirînin. Lê Çaran dirûşm berz dikirin û digotin; ‘Xayîntiyê nekin. Yên ku avê li agir dikin xayîn in.’ Dirûşmên ‘Qeda bi mêtingeriyê bikeve’ û ‘Qeda bi faşîzmê bikeve’ berz dikirin. Ji me yên ku av dibirin re digotin; ‘xayîntiyê nekin.’ Carnan bi tenê û carnan jî bi hev re digotin ‘xayîntiyê nekin.’ Me nedizanî dê çi bikin. Dema me ew ji nava agir derxistin, tenê ruhê wan ma bû.”
 
‘NE WIJDAN, NE EXLAQ...’
 
Candan, got ku piştî çalakiyê derdora 3-4 rojan îşkence li kesên qawîşê diman hate kirin û ev tişt anî ziman: “Em dibirin cihê xwaringeha ku heta çokan tije av bû. Ne bawerim ku îşkenceya li me hatine kirin, di dîrokê de li kesekê din hatibe kirin. Ji me re digotin; ‘her tiştekî îtîraf bikin.’ Dema kesekî digot; ‘min tiştek nekiriye’, jê re digotin; ‘navê dayika xwe, bavê xwe, xwîşk û birayên xwe bide.’ Ne wijdan, ne exlaq û ne jî tiştekî din li wir hebû. Diviyabû exlaqekî dewletê hebûya. Lê van kesan tu pîvan û qaîde nas nedikirin. Piştre em demekî dirêj li hucreyê ragirtin. Dîsa vegerandin qawîşê. Hemû qawîş derxistin korîdorê û jê re gotin; ‘Bila hemû kes navên dayik û bavên xwe binivîsin û li xwe mikûr bên.’ Ji tirsan kesek bi kesekî re ne diaxiviya.” 
 
'HER ÇAR HEVAL JÎ HEVALÊN HÊJA BÛN’ 
 
Bi domdarî Candan bal kişand ser Ferhat Kurtay û wiha got: “Xîtabeta Ferhat Kurtay gelek xurt bû. Kesekî zana bû ku dikariye bi her kesî re biaxive. Li qawîşê Ferhat kesê yêkemîn bû. Rûyê xwe tu caran li kesekî tirş nedikir. Her tim dikeniya. Yê ku partî û şoreş herî baş nas dikir jî ew bû. Hevalê Necmî Onen jî kesekî ciwan û fedekar bû. Berpirsyarê fermî yê qawîşa me jî ew bû. Eşref û Mahmût... Di nava me de hevalên herî biqedr û qiymet, yên herî hêja û xebatkar ev her çar heval bûn.” 
 
'EV DEM JI WÊ DEMÊ TALÛKETIR E’
 
Di berdewamê de Candan bi bîr xist ku wê demê îşkenceyeke mezin li girtîgehan hebû û wiha derbirî: “Me digot hefs, dewletê digot girtîgeh. Tu hem dixistî hefsê û hem jî tu ceza dikirî. Kesekê dikeve hefsê jixwe ji azadiya xwe bêpar dima lê wan hefsî ceza jî dikirin. Ev rêgez û qaîde li dijî mirovahiyê bû. Wê demê her tiştek binpê dikirin. Tu rêgez û qaîde tune bûn. Lê belê rewşa îro ji ya wê demê talûketir e. Heke hûn sedema wê bipirsin, wê demê darbeya leşkerî hebû. Tu tiştek nemabû ku nekirin lê xwe weke endamê Ewropayê dihesibandin. Xwe li gorî wê amade dikirin. Çapemenî dihat û parastvanên mafên mirovan dihatin girtîgehan. Lê îro rewşeke cuda heye. Li gorî zîhniyeta Serdema Navîn tevdigerin.” 
 
‘EV 40 SAL IN HEMAN RÊBAZAN BI KAR TÎNIN’ 
 
Candan, diyar kir ku îdeolojiya heyî îdeolojiyeke feodal e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev yek ji bo her kesekî xetereyeke mezin e. Îro heta mafê jiyanê jî tê binpêkirin. Em di serdemeke gelek talûke de ne. Pergala îşkenceyê ya 40 sal berê hêj jî di meriyetê de ye. Di vê serdemê de gelek înfazên bêdaraz tên kirin. Bi ser re 40 sal derbas bûn lê hêj jî heman rêbaz tên bikaranîn. Niha bi dehhezaran kes di girtîgehan de ne. Banga min ji bo malbatên girtiyan û gelên Tirkiyeyê ew e ku xwedî li girtiyan derkevin. Li derve şerekî mezin heye û li hundir jî ji ber şer mirov perîşan bûne. Lewma hem li hundir û hem jî li derve hewcehî bi berxwedaneke mezin heye. Divê em bi hev re li dijî şer û îşkenceyê bisekinîn. Dayik her tim di nava çalakiyê de ne û dibêjin; ‘êdî bes e.’ Divê em xwedî li wan dayikan derkevin. Heke em bibin yek tu hêzên zordar nikarin xwe li ber me bigirin. Daxwaza me ya ji gelê me ew e ku girtiyan bi tenê nehêlin.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

15/05/2022
09:28 Dengbêjên jin: Duh tahdeya mêr, îro jî ya dewletê
09:16 Malbatên dest ji cerdevantiyê berdan: Wan çekên xwe deynin û dev ji bêbextiyê berdin
09:15 Ji dayikên berxwedêr ên Şengalê Kinê Xidir: Em ê Şengalê bo xayînan nehêlin
09:14 Ji mala şewitî têkoşîn û wêneyek wî ma
09:00 ROJEVA 15'Ê GULANA 2022'YAN
14/05/2022
22:11 Li Silopiyayê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Ewropayê êriş hatin şermezarkirin
21:12 Li Amedê dê 'Meşa Ziman' bê lidarxistin
20:20 Li Amedê esnafekî xwe kuşt
19:15 Dîwana Zarokan a Ma Musîcê 15'ê Gulanê pîroz kir
18:49 Farqînê Serê Gulanê pîroz kir
18:30 Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin
18:00 Polîsan cenazeyê Aysel Doganê revand
16:21 Saziyên çand û ziman: Werin em ji bo ziman, çand û welatê xwe bibin xelek
16:14 Cerdevan li baregehên xwe bêserûber guleyan li derdorê direşînin
16:05 Girtiyê nexweş bi hinceta ‘qawîşa girtiyan’ tune ye nehat emeliyatkirin
16:04 'Divê ku berxwedana li dijî asîmîlasyonê berdewam bike’
15:45 Ji bo girtiyê nexweş Yagmakan banga berdanê hat kirin
15:26 ‘Bila girtiya nexweş Ekîm Polat bê dermankirin’
15:08 ÎHD’ê xwest kujerên xwendekarên zanîngehê bên cezakirin
15:03 Girtiyê nexweş Abdullah Ece kelemçekirî hatiye tedawîkirin!
14:52 Şerê li Çiyayê Gabar dijwar bû
14:43 Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Orhan bên darizandin
14:29 Polîsan êrişî merasîma cenazeyê Aysel Dogan kir
14:21 Li Amedê TUHAY-DER’ê kongreya xwe li dar xist
14:04 Xizmên Windayan xwestin kujerên Avşar û Ozalp bên dîtin
13:45 Banga Rêya Sêyemîn li hêzên demokrasiyê kirin
13:24 Girtiyê nexweş Abdullah Ece jiyana xwe ji dest da
13:09 HDP’ê Konferansa Herêma Egeyê li dar xist
12:32 Hevalê qawîşê yê Çar Şoreşgeran: Rewşa îro ji ya wê demê talûketir e
12:27 KNK'ê banga xwedî derketina perwerdehiya bi kurdî kir
12:12 Temel: Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe
11:34 Bîrkîlî: Tirkiye peymanên ziman binpê dike
11:13 Malbata Şenyaşar: Em ji we ne nêzikatiyeke cuda lê edaletê dixwazin
10:53 Jîno Reşîd: Divê jinên kurd li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin
09:43 Xelkê Amedê: Werin em di 15’ê Gulanê de ji bo zimanê xwe bi hev re bimeşin
09:25 Cerdevanê ku ji qada şer vegeriya: Gelek leşker tên kuştin
09:08 Ji Azadiya Welat hînî kurdî bû û îro jî mamoste û nivîskar e
09:07 Jinên li dijî bişaftinê li ber xwe didin: Zimanê me nasnameya me ye
09:06 Ji bo Hatîce Ay a 73 salî axaftina bi kurdî helwesteke polîtîk e
09:05 Jinên TJA'yî: 40 sal in em nebûne aliyê têkçûyî, em ê cardin bi ser bikevin
09:05 Di 28 mehan de 24 êrişên bi SÎHA'yan: 31 mirî, 35 birîndar
09:04 Heso Îbrahîm: PDK û Tirkiye ji statûya Şengalê ditirsin
09:00 ROJEVA 14'Ê GULANA 2022'YAN
13/05/2022
22:41 Li Mêrdînê bera sercerdevanekî dan
22:32 Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Eskerek mir
22:12 3 girtî sirgûn kirin
22:01 Li Amedê dîwana dengbêjan hat danîn
20:56 Li Silopiyayê mamosteyê dest dirêjî xwendekaran kir hat girtin
19:51 Kişanak: Em ê rejîma azadîxwaz ava bikin
19:05 Cenazeyê dayika Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar hat veşartin
16:39 Li 5 gundên Geverê operasyona leşkerî dest pê kir
16:14 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî!
15:45 Li Şirnexê di nava hefteyekê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin
15:40 TTB'ê banga mitîngê kir
15:20 Endamên DÎAYDER’ê: Em ji ber baweriya xwe tên darizandin
14:29 Rakirina ceh bû xema giran: 55 donima erd toneke ceh neda
14:29 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:06 Meclîsa Jinan a HDP’ê konferansên xwe yên herêma Ege û Serhedê pêk anîn
13:42 Li Somayê 301 karkerên madenê hatin bibîranîn
13:29 Seydaoglu: Hişê Ayverdî ne li serê wê ye
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:09 Malbata Şenyaşar: Heke hûn nikarin edaletê pêk bînin îstîfa kirin şeref e
13:08 Ji ber Edliyeya Amedê bang: Dev ji polîtîkayên pişaftinê berdin
13:04 HDP: Polîtîkaya desthilatdariyê ji bo astengdaran xizanî û zehmetiyan tîne
13:04 Muhîmatên ku tên avêtin tehlûkê çêdikin
13:03 Pirtûka 'Çîrokên Şêwra Ermenan' bi tîpên latînî wergerî kurdî hat kirin
12:51 Danişîna endama Komeleya Jinan a Rosayê Gultekîn hate dîtin
12:50 HDP: Me Komkujiya Somayê ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin!
12:35 Ji Geverê leşkeran dibin ser sînorê Başûrê Kurdistanê
12:30 HSD'ê bîlançoya êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
12:24 ÎSÎG: Di 4 mehên ewil ên îsal de 479 karkeran jiyana xwe ji dest dan
11:40 Polisan di serdegirtinê de tundî li welatiyeke kirin
11:26 Gelo Tirkiye dê penaberên sûriyeyî di êrişan de bi kar bîne?
11:20 Sendîka kampanyaya ‘Ji Ocalan re Azadî’ mezin dikin
10:42 Êrişên li ser gundên Kobanê berdewam dikin
10:38 ‘Xwedîderketina li ziman, xwedîderketina li hebûna xwe ye’
09:21 ‘Weke Newrozê, Serê Gulanê jî cejneke kurdan e’
09:19 'Erdogan li Başûr têk çûye'
09:19 Li Yozgatê 16 girtî di hucreyê de ne
09:18 Jinan ji bo ziman bang kir: Em bi zimanê xwe biaxivin
09:17 ‘Kurd li dijî polîtîkayên bişavtinê li ber xwe didin'
09:15 Ermeniyê ku piştî 42 salan hat Sûrê: Bêhna min çikiya!
09:14 Dayika ku keça wê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest da: Bêdeng nemînin
09:12 Parlamenterê berê yê AKP'ê Bolunmez hafriyata kanên xwe dirêjîne çemê Nerdûşê
09:00 ROJEVA 13'Ê GULANA 2022'YAN
12/05/2022
22:23 Amedsporê ji bo nîvefînalê avantajek girîng bi dest xist
20:44 Dayika Mîthat Sancar jiyana xwe ji dest da
20:36 Tûncel: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê
19:54 Şerzan Kûrt li ser gora xwe hat bibîranîn
19:17 Di Doza Girtinê ya HDP'ê de rûdanek nû
16:53 Kiliçdaroglû hemû parlamenter vexwendin Stenbolê
16:47 DAIŞ'iyê ku lê hatiye gerandin li nexweşxaneya dewletê tedawî dîtiye
16:40 Wezîr Bozdag ji Dedeogûllari re got: Heke HDP hebe neyên cem min
16:16 Bangî Wezareta Dadê kirin: Vê zilmê bi dawî bikin
16:14 Şertê kontrola edlî ya derbarê hevşaredaran de hat rakirin
16:10 Dozgerê ku nikare şahid bibîne xwest rojnamevan bên cezakirin
16:04 Heta ku edalet pêk were dê nobet berdewam bike
16:02 Akademîsyena aştîxwaz Gulden Ozcan jiyana xwe ji dest da
15:57 Dadgeha Bilind cezayê Kaftancioglu erê kir