‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’

  • rojane
  • 09:11 16 Gulan 2022
  • |
img

WAN - Hevserokên Bajaran ên HDP’ê, bertek nîşanî êrişên AKP’ê bi hevkariya PDK’ê dane destpêkirin dan û destnîşan kirin ku “xeta xiyanetkar” zirarê dide destkeftiyên gelê kurd. 

Êrişên ku dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin didomin. Bertekên li dijî êrişan jî berdewam dikin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bajaran bertek nîşanî PDK’ya ku bi AKP’ê re tevdigere re dan. 
 
BERTEK NÎŞANÎ SİYASETA ŞER DAN
 
Hevserokê HDP’a Qersê Cengîz Anli bi lêv kir ku AKP’ê û MHP’ê çavkaniyên welat ji şer re veqetandin û wiha got: “Ji ber qeyrana aboriyê mirov nikarin nan bibin malên xwe. Em vê hişmendiyê qebûl nakin.” Anli, hevkariya PDK’ê ya êrişan weke “xiyanetê” bi nav kir û wiha berdewam kir: “PDK hêzeke kurd e, lê ji derketina xwe heta niha her tim ji hêzên derveyî kurdan re hevkariyê dike. Ji ber vê yekê divê PDK dest ji van polîtîkayên xwe yên xiyanetkar berde. Em dixwazin ku Tirkiye ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk polîtîkayekê bimeşîne. Ji bo ku pirsgirêka kurd bêşer û bi rêya diyalogê were çareserkirin em ê heta dawiyê têbikoşin.”
 
XETA XIYANETÊ
 
Hevserokê HDP’a Îdirê Suleyman Serhat jî bi lêv kir ku hevkariya PDK’ê ya bi êrişên Tirkiyeyê re nayên qebûl kirin û wiha got: “PDK’ê êdî bi awayekî şênber xwe îspat kiriye ku hêzeke hevkar e. PDK ketiye rewşa parastina Tirkiyeyê. Em weke gel û siyasetmedar vê yekê qebûl nakin. Bila PDK van polîtîkayên xwe yên îxanetê bi dawî bike. Em êdî naxwazin ku PDK ji aliyê Tirkiyeyê ve were bikaranîn. Heke rê û rêbazê nizanin bila werin em ê nîşan bidin. Heke PDK di ya xwe de israr bike wê gelê kurd wê biavêjin sergoyê dîrokê.”
 
‘DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD DI HEDEFÊ DE NE’
 
Hevserokê HDP’a Erdexanê Yaşar Kaya jî bi lêv kir ku Tirkiye hewl dide bi piştgiriya PDK’ê herêmê dagir bike û wiha axivî: “Mixabin li dijî destkeftiyên kurdan, piştgiriyeke bi PDK’ê heye. Polîtîkaya îxanetê ya malbata Barzanî ya li dijî kurdan ne îro, ji salên 1990’an ve heye. Îro çawa di cîhanê de dawiya kesên îxanet li gelê xwe kirine hatiye, wê dawiya PDK’ê ji van cuda nebe. Heke îro desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo gelên Tirkiyeyê tiştekê îfade nekin, wê PDK jî ji bo kurdan tiştekî îfade neke. Me bi hezaran caran PDK hişyar kir lê hêj jî di xeletiyê de israr dikin. Em ê têkoşîna xwe ku PDK’ê rexne dike û wê ji xeletiyê bizivirîne bidomînin.”
 
‘LI DIJÎ DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD ŞEREKÎ TOPYEKÛN DAYE DESTPÊKIRIN’
 
Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar jî diyar kir ku Tirkiyeyê li dijî destkeftiyên gelê kurd şerekî topyekûn daye destpêkirin û anî ziman ku divê kurd vê rewşê baş bibînin. Akar, destnîşan kir ku êriş ne ji rêzê ne û wiha axivî: “Operasyoneke ku hemû destketiyên Kurdan hedef digire û destketiyên wan ên pêşerojê tesfiye bike ye. Divê PDK demildest dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde û piştgiriya xwe ya êrişan paş ve bikişîne. Em weke HDP li dijî vê ne û em ê rexnekirina polîtîkaya îxanetê ya PDK’ê bidomînin. Divê kurd bibin yek. Divê mirov ji ber polîtîkayên xelet ên PDK’ê wê mehkum bike.”
 
‘DIVÊ PDK DEST JI POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN XIYANETÊ BERDE’
 
Hevserokê HDP’a Bedlîsê Mûstafa Ozcan jî  bang li PDK’ê kir ku dest ji “polîtîkayên xwe yên xiyanetê berde” û wiha axivî: “Polîtîkayên dewletên ku sed sal in kurdan dikujin û tune dikin PDK’ê dewr girtine. Ji bo ku tê hesaba PDK’ê Tirkiye piştgiriyê dike. Heta niha sûda PDK’ê gihiştiye kurdên li kîjan perçeyî? Ji bilî malbata Barzanî sûda wan ji kesê re nîne. Polîtîkayua îxanetê ya îro êdî nayê qebûlkirin. Polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminane ya li dijî kurdan êdî hemû kurd fêm dikin. Tenê PDK fêm nake? Ji ber ku gotûbehs berjewendiyên malbatê ne. Divê PDK dest ji polîtîkayên xiyanetê berde û guhê xwe bide kurdan. Heke vê neke kes nikare çûna PDK’ê asteng bike.”
 

Sernavên din

17/05/2022
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê