Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin

  • rojane
  • 13:27 17 Gulan 2022
  • |

AMED - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel di Konferansa Herêmî ya Amedê de ku li derve hate lidarxistin axivî û wiha got: “Têkoşîna gelê kurd îro bo hemû gelên bindest bûye hêvî. Gelê me birêxistinkirî û amade ye. Em jî bi xwe bawerin û dê bi ser kevin.” 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya amadekariyên 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin de îro li Amedê konferansa herêmî li dar dixe. Konferans bi dirûşma “Berxwedana mezin meşa mezin” tê lidarxistin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayyîp Temel, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dêrsim Dag, parlamenterên herêmê, hevşaredar û gelek kes beşdarî konferansê bûn. 
 
Polîsan di ketina eywana Konferansa Herêmê ya Amedê noqteya kontrolê danîn. Li ser vê yekê beşdaran bertek nîşan dan û eywan vala kirin û rêya Stadê ji hatin û çûnê re girtin. Di vê navberê de polîsan bi xaza şid êrişî gireseyê kir û Çekdar Budak ê HDP’î binçav kirin. Li dijî êrişan, girseyê dirûşmên “Em ê bi berxwedan ser bikevin” û “Zext nikarin me têk bibin” berz kirin. Girseyê xwest ku polîs noqteya lêgerînê bê rakirin. Lê belê daxwaza wan nehat qebûlkirin û li ser vê yekê HDP’iyan li nava zeviyê konferansa xwe li dar xist. 
 
Di daxuyaniyê de Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel daxuyanî xwend. Temel got ku konferansên wan ên herêmî dê bi konferansên Amed û Çukurovayê re îro bi encam bibin û wiha domand: “Me heya niha li Karadenîzê, Marmarayê, Egeyê, Anatoliya Navîn û Serhedê konferansên xwe bi serkeftinek mezin li darxist. Encamên girîng û îradeyek xurt ji van konferansan derketin. Di 21-22 mehê de dê konferansa me ya jinan bê li darxistin û em ê di 6-7’ê hezîranê de konferansa xwe ya 4’emîn a mezin bi heman serkeftinê bi bîr û baweriyê li dar bixin. Piştre jî em ê di 3’yê tîrmehê de 5’emîn Kongreya Asayî li dar bixin.” 
Daxuyanî wiha dom kir:
 
“Wekî ku hûn dizanin em di rojên dîrokî re derbas dibin; ji aliyekî ve şer, pêvçûn, êriş, dek û dolabên serdestan, listikên qirêj ji aliyê din ve jî berxwedan û têkoşîna bêhempa. Ji aliyek ve hesabên biçûk û erzan; îxanet, sîxûrî, hevkariya bi serdestan re ji aliyê din li gel hemû berdelên giran welatparêziya birûmet, xwedîderketina li nirxên xwe. Ji aliyekê ve helwdana domandina bêqederiya gelê kurd a sedsalan, di vî warî de komployên navneteweyî, ji aliyê din ve têkoşîna mezin a şikandina vê koletiyê, bi dawîkirina bêstatûbûna gele kurd a sedsalan. Em hemû di nava têkoşîneke evqas mezin de ne û her wiha çavê gelê kurd, dost û hevalên me, çavên gelên mazlum li me ye. Her wiha serdest jî, xêrnexwaz jî me ji nêz ve biçavnebariyeke mezin me dişopîn in. 
 
NASNAMEYA WELATÊ ME HEDEF DIGIRIN
 
Hevalno, dilê gelê kurd li Amedê davêje, Amed bi sedsalane keleha berxwedanê ye û dê di rojên pêşiya me de jî bêgûman vê rola xwe bilîze. Keç û xortên çav belek di riya azadiyê de, di têkoşîna rûmetê de xwe feda kirin. Amed bajarê berxwedanê ye, cîh û warê rûmetê ye. Dixwazin ku vê rastiyê serobin bikin, dixwazin ku vê nasnameya Amedê têk bibin. Bi qeyûman, bi girtinan, bi êrişan, bi hemû cureyên şerê taybet vê nasnameya welatê me û gelê me hedef digirin. Bêguman ne tenê partiya me lê raste rast rûmeta gelê me, nasnameya kurd hedef digirin. Neyartiya wan a li hemberî gelê kurd qedîm e, neyartiyeke hezar salan e. Êrişî zimanê me dikin, nasnameya me dikin. 
 
TÊKOŞÎNA GELÊ KURD BÛYE HÊVIYA GELÊN BINDEST
 
Bi qeyûman îradeya gelê me desteser kirin, dema ku ew qeyûm hatin ji ewil tabelayên kurdî daxistin, êrişê peyker û navên nirxên gelê kurd kirin. Du roj berê jî li Kocaeliyê konsera kurdî, şanoya kurdî betal kirin. Çima? Li hemberî me û gelê me bihêrsin ji ber ku li gel her tiştî em hesabên wan xirab dikin. Gelê kurd di sedsala 21’an de têkoşîneke ku îro li seransarî cîhanê bi nav û denge, têkoşîneke ku îro hemû gelên cîhanê bi heyraniyeke mezin dişopînin, afirandiye. Gelê kurd wekî gelê Vîetnamê, Filistinê, Angolayê, Kubayê jiyaneke nû diafirîne, bi têkoşîna xwe bûye hêvî û baweriya gelên bindest. Şoreşa Rojava bûye şoreşa gelan, di nav qeyran, alozî û tevliheviyê de rêya rizgariyê dide nîşan.  Dixwazin vê rastiyê ji holê rakin, dixwazin gelan û bindestan bêhêvî bihêlin, dixwazin bi tesfiyekirina têkoşîna azadiyê hêviya azadiyê bişkînin in. Lê nikarin, ev têkoşîn dê bi ser bikeve. Ev têkoşîn li hemberî êrişên serdestan jî li hemberî hevkarên wan ê navxweyî jî dê bi ser bikeve. 
 
DIXWAZIN BI TECRÎDÊ VÎNA GEL BIŞIKÎNIN
 
Hevalno, temaya vê konferansa me çareserî û rêxistin e. Rêya çareseriya me jî diyar e, di sala 2013-2015’an de li vî bajarî di Newrozê de bi şahidiya milyonan ev îradeya çareseriyê hate diyarkirin. Her wiha ji wê rojê ve gelê kurd li vê îradeyê xwedî derdikeve. Ew bi êrişan bi tecrîdê dixwazin ku vê îradeyê bişkînin, çareseriyê têk bikin. Dizanin ku çareserî pêş bikeve dê ew têk biçin. Lewma bi şer û qeyranê dixwazin ku gelê Tirkiyeyê, gelê Rojhilata Navîn bifetisîn in. Tecrîda li hemberî birêz Ocalan tecrîdkirina îradeya çareseriyê ye. Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina gelê kurd e. Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya herî dawî de got ku hefteyek pêşiya wî bê vekirin dê pirsgirêka gelê kurd û her wiha pirsgirêka demokratîkbûnê çareser bike. Ev 40 sale birêz Ocalan ji bo çareseriyê li muxataban digere. Li hemberî wî muxatebek çareseriyê tune ye. AKP û MHP tenê muxatabên şer in. Şer û pêvçûn bîra bê bin e, xizanî ye, feqîrî ye, kuştin û komkujî ye. Ji Sedam zêdetir kesî bi gelê kurd re şer nekir, komkujî pêk neanîn lê ew bi van komkujiya negihişt mirazên xwe. Yên di rêya wî de diçin jî dê negihijin mirazê xwe. Em cardin ji Amedê bang dikin. 
 
NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ DIYAR E
 
Daxwaza gelê kurd aşkera ye. Gelê me ji jiyaneke rûmet û pêşerojeke azad kêmtir dê tu tiştî qebûl neke. Gelê me azadiya zimanê xwe, nasnameya xwe dixwaze. Gelê me bidawîkirina bişaftinê dixwaze, wekheviyê dixwaze, jiyaneke hevpar dixwaze. Em şer naxwazin, em qeyran û aloziyê naxwazin. Rêya vê jî di diyalogê re, di mûzakereyan re derbas dibe. Navnîşana çareseriyê diyar e. Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e. Her wiha em bang li hemû aktorên siyasî dikin. Ger ku ji bo siberojê hesabê we hebin ger ku hûn dixwazin piştgiriya gelê kurd bistîn in, divê ewil hûn helwesta xwe ya li hemberî daxwazên gelê kurd zelal bikin. Hûn ji bo daxwaza azadiya zimanê kurdî çi dibêjin, hûn ji bo daxwaza jiyanek birûmet çi dibêjin, hûn ji bo daxwaza wekheviyê çi dibijin. Derdorên ku ji aliyek ve piştgirî didin şer ji aliyê din ve jî bi çend gotinan gelê kurd bixapîn in. Derdorên ku îradeya çareseriyê û muxatabiya Ocalan nasnakin nikarin piştgiriya gelê kurd bistîn in. 
 
Hevalno li gel van yekan, ev tofana ku desthilatdaran afirandî, her wiha gelê me bi xizaniyê re rû bi rû dihêle. Îro bi milyonan kes nikarin debara xwe bikin. Dixwazin bi birçibûnê gelê me terbiye bikin, dixwazin ku mirovan di navbera nan û azadiyê de bihêlin. Em ji nane xwe ne jî ji azadiya xwe dev berdidin. 
 
RÊYA ME VEKIRÎ YE EM Ê BI SER KEVIN
 
Pirsgirêkên vê civakê kûr dibin, êrişên serdestan giran dibin. Lê em jî 40 sale li hemberî vê ferasetê têdikoşin. Em xwediyê mîrasekî mezin in, bi têra xwe em di merheleyên giran re derbas bûn. Tercûbeyên siyaseta me yên mezin hene. Ji her tiştî zêdetir jî em xwediyê bîr û baweriyeke mezin in. Heya niha me çi bi dest xistibe me birêxistibûnê bi dest xistiye. Rêxistin hebe çareserî heye, rêxistina me heza me ye lewma ji îro şûnde jî em ê bi têkoşîna rêxistinbûyî meşa xwe bidom in. Ger ku îro li gel hemû êrişan, komplo û kompasan em li ser piya bin ev saya têkoşîna rêxistinkirî ye. Ev saya piştgiriya gelê me ye. Di Newrozê de di 8’ê Adarê de ji 7’an heya 70’iyan gelê me da nîşan ew gavek jî ji daxwazên xwe paş de gav navêjin. Ev helwesta gelê me berpirsiyariyeke mezin dide ser milê me. Ev helwesta gelê me di heman demê de ji bo pêşerojê heviyeke mezin e. Gel amede ye, em jî bibawerin. Her wiha em ê van konferansan, civînan, kongreya xwe bikin sedema xurtkirina rêxistkirina xwe ye. Em ê bibin hêz pirsgirêkên xwe jî pirsgirikên civakê jî em ê bi bi vê hêzê çareser bikin. 
 
Di konferansê me yên din de jî ev bawerî hebû. Em têkoşerên azadiyê ku di her warî de berdêl didin, li berxwe didin em ê bi dûdilî em ê 24 saet mal bi mal kolan bi kolan xwe birêxistin bikin. Ev rêberên ku canê xwe kirin meşale, ew têkoşerên ku çiraya azadiyê gur kirin, rêya me ronî dikin. Ez bi vê bîr û baweriyê hemûyan silav dikim. Rêya me vekirî ye, em ê bi ser bikevin.”
 
DAG: EM Ê SERÎ NETEWÎNIN 
 
Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Parlamentera Amedê Dêrsim Dag jî axivî û got: “Me yê îro konferansa xwe ya Amedê li dar bixistina lê dîsa faşîzma wan rûyê xwe yê qedexekar da nîşandan. Lê em carek din dibêjin, em ê serê xwe li ber faşîzm û qedexeya we netewînin.”
 
BAŞARAN: HDP FIKR Û RAMAN E 
 
Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî axivî û destnîşan kir ku hemû xebatên wan ji bo gel in û wiha got: “Me duh konferansa xwe ya jinan li vê eywanê li dar xist. Me îro jî Konferansa Giştî li dar bixista. Lê faşîzma wan carek din rûyê xwe nîşanî me da. Polîsên ku dibêjin ‘em ê ewlehiya we bigirin’ lê li qetilkirina Denîz Poyraz temaşe kirin. Hûn ne ewlehiya me digirin, hûn xebatên me asteng û qedexe dikin. Hûn neheqiyê li me û xebatên partiya me dikin. Lê wê van êrişên we serê jinan, ciwanan û kurdan nede tewandin. Her qad ji bo me qada rêxistinbûyînê ye. HDP ne avahiyek e ku bê girtin. HDP fikr û raman e.” 
 
OZTURK: RÊYA AŞTIYÊ DI ÎMRALIYÊ RE DERBAS DIBE 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku faşîzma AKP-MHP’ê carek din tirsa ketiye nava dilê wan nîşanî konferansa wan daye û wiha got: “Ev îktidar ketiye ber çûnê, têk diçe. Lewma êrişî her qadên me dike. Ziman û çanda me qedexe dikin. Gelê kurd viya qebûl nake. Ka li dîroka Kurdistanê binêrin. Tu kesî tu carî kurdan tune nekir, hûn jî nikarin bikin. Siwar hatin ser vê axê û peya çûn. Em ê li her aliyî AKP’ê têk bibin û em ê wan paşpaşkî siwar bikin û bişînin. Gelê me aştiyê û demokrasiyê dixwaze. Armanc û bîrdoziya me mezin e. Rêya aştiya bi rûmet di Îmraliyê re derbas dibe. Wê li dijî faşîzmê berxwedana me bi ser bikeve û em ê bi ser bikevin.” 
 
GUNAY: OCALAN TEMÎNATA AŞTIYÊ YE 
 
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî destnîşan kir ku Tirkiye “ne dewleta hiqûqê ye” û got: “Yên ku nikaribûn can û malê me biparêzin niha jî radibin qaşo ewlehiya me diparêzin. Dema Denîz Poyraz, Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol hatin kuştin hûn li ku bûn? Dinya hemû rûyê wan reş dizane. Em bi berxwedan û meşek mezin ber bi kongreya xwe ya mezin ve diçin. Me nîşanî faşîzma wan da ku em ê bi awayek mezin li ber xwe bidin. Me her tim bersiva êrişên we da. Hûn qet nikaribin HDP’ê di avahiyan de bigirin. Em ê li vir û li her derê têkoşîna xwe mezintir bikin.” 
 
Gunay anî ziman ku sedema hemû pirsgirêkên rû didin tecrîdkirina Ocalan e û got: “Ocalan temînata aştiya li vî welatî ye. Heta tecrîd rabe dê têkoşîname bidome. Wê tu zilm û zext nikaribe têkoşîna me têk bibe. HDP ji her demê bêtir li ber xwe dide û li ser pêya ye.” 
 
Piştî axaftinan govend hat gerandin û konferans bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
HDP’ê Konferansa xwe ya Giştî ya Herêma Çûkûrovayê jî li Navenda Çandê ya Salman-i Park a Şaredariya Seyhana Edeneyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatimoullari, Fatma Kurtulan, Kemal Pekoz û Ridvan Tûran, rêveberên HDP’ê yên navendî û bajarên Edene, Mêrsîn, Hatay û Osmaniyeyê tev li konferansê bûn. Piştî bijartina dîwanê konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir.
 
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî yê HDP’ê Mahfuz Guleryuz axivî û bal kişand ser têkoşîn û xebata partiya xwe û destnîşan kir ku ew ê felsefeya t^keoşîna rêya sêyemîn mezin bikin û ew ê bi ser bikevin. 
 
Piştî axaftina Guleryuz konferansê girtî berdewam kir. 
 

Sernavên din

17/05/2022
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê