Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin

  • rojane
  • 14:31 17 Gulan 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê rapora xwe ya binpêkirinan a sala 2021’an parve kir. ÎHD’ê da zanîn ku di çarçoveya binçavkirin, girtin, mafê raman û îfadeyê de li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin. 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên di sala 2021’an de li herêma Egeyê hatine kirin, raporek amade kir û bi daxuyaniyekê parve kir. Daxuyanî li avahiya komeleyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rapor li gorî agahiyên ser çapemeniyên herêmî yên bajarên Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Manîsa, Uşak, Afyon, Kutahya, Antalya, Burdur, Mugla, Balikesîr û Ispartayê hatine parvekirin, serlêdanên kesan an jî malbatan û nameyên ji girtîgehan hatine berhevkirin. 
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku di çareserkirina pirsgirêka kurd de hem li hundir û hem jî li derve polîtîkaya şer esas tê girtin û ev jî bi xwe re pevçûn û tundiyê tîne. Hat gotin ku sedema bingehîn a binpêkirina mafên jiyanê yên sala 2021’an jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e. 
 
GIRTÎGEH 
 
Rapor ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Alî Aydin ve hate xwendin. Aydin, ji ewil bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha got: “Binpêkirinên li girtîgehan her ku diçe zêdetir dibin. Di ketin û derketina girtîgehê de bi sedemên cuda li girtiyan dixin. Tawana ‘terorîst’ li girtiyên siyasî tê kirin lewma rastî tundî, sepanên keyfî, cezayên hucreyê, cezayên disiplînê, sirgûn û hwd. tên. Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, dema dibin nexweşxane, edliye, Saziya Tipa Edlî (ATK) û hwd. destên wan tên kelemçekirin. Ev pirsgirêk ev demekî dirêje berdewam in û her ku diçe zêdetir dibin.” 
 
Bi domdarî Aydin qala qetilkirina Denîz Poyraz kir ku di 17’ê hezîrana 2021’an de li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ji hêla kujer Onur Gencer ve hatibû qetilkirin. Aydin, da zanîn ku bi vê cînayetê re mafê jiyanê hatiye binpêkirin. 
 
179 KES DI BIN ÇNAVAN DE HATIN ÎŞKENCEKIRIN
 
Di berdewamê de Aydin anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, mezintirîn pirsgirêka li ber nedemokratîkbûna Tirkiyeyê ye û wiha pê de çû: “Pêvajoya şer ku demekî kin piştî 7’ê hezîrana 2015’an dest pê kir, hêj didome. Di vê navberê de rê li ber gelek binpêkirinên mafên jiyanê vekir û binpêkirinên mafên mirovan ên girîng hatin kirin. Ev binpêkirin nîşan didin ku desthilatdarî polîtîkaya şer û tundiyê ji bo domandina desthilatdariya xwe bi kar tîne. Lewma ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina pirsgirêka kurd nebe nabe ye.” 
 
Aydin di berdewamê de jî binpêkirinên li herêma Egeyê hatine kirin wiha parve kir: 
 
 “*Di sala 2021’an de li herêma Egeyê 598 kes hatin binçavkirin, 17 kes hatin girtin, 179 kes di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin, 172 kes di dema binçavkirinê de ji piştve hatin kelemçekirin û 68 caran jî binpêkirina mafê îfadeyê hate binpêkirin. 
 
* Di sala 2021’an di çarçoveya binçavkirin-girtin û azadiya fikr û îfadeyê de bi giştî 1447 binpêkirin çêbûn. 
 
* Li gorî agahiyên li ber destê me, di qada zarokan de 258 binpêkirin çêbûn. 32 zarok rastî lêdan û tundiyê hatin, 110 zarok li dibistanan jehrî bûn, 37 zarok jî rastî tacîz û îstîsmara zayendî hatin. 
 
* Li dijî jinan 645 binpêkirin hatine kirin. 76 binpêkirinên derb û tundiyê, 24 binpêkirinên tacîz û destdirêjiyê, 64 cînayetên jinan, 49 binpêkirinbên daxistina ceza û bêcezakirinê, 106 binpêkirina neçarîkirina fihûşê, jinên aktîvîst 44 caran hatin binçavkirin, şopandin û lêpirsîn derheqê wan de hate vekirin û 37 binpêkirinên heqareta di dema binçavkirinê de hatin kirin. 
 
* 16 hezar û 512 penaberan hewl dan derkevin derveyî welat. 3 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan, 107 penaberên karker hatin binçavkirin, 105 penaber ji keştiyên noqî avê bûyîn hatin rizgarkirin û 167 penaber jî hatin dersînorkirin. 
 
* Di sala 2021’an de li dijî penaberan bi giştî 17 hezar û 83 binpêkirinên mafan hatin tespîtkirin. 
 
* Di qada xebatê de 2 hezar û 164 binpêkirinên mafan çêbûne. Di sala 2021’an de 291 karker birîndar bûn, 80 karkeran jiyana xwe ji dest dan, 200 karker ji kar hatin avêtin, 760 karker bi darê zorê şandin destûra bêheqdest, 27 hezar û 507 mamoste ji ber perwerdeya rû bi rû bi şewba Covîd-19’ê ketin û rastî sepana mobbîngê hatin. 
 
* Li gorî daneyên ku me li gorî serlêdanên xwe berhev kirine; girtiyên li girtîgehan rastî 43 cureyên binpêkirinan hatine. 2 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 8 girtiyên nexweş hene, 15 caran mafê tedawî û tenduristiyê hate binpêkirin, 38 girtî ji mafê berdana bikontrol bêpar man, qawîşa 13 girtiyan bi darê zorê hate guherandin û 10 caran jî mafê werzîş û derketina hevdîtina vekirî hate binpêkirin. 
 
* Di sala 2021’an de 196 binpêkirinên hawirdorê hatin kirin. 24 şewatên daristanan derketin, di encama şewatên daristanan de 49 kes birîndar bûn, 54 JES (Santralên Jeo Termal) û 15 texrîbatên hawirdorê hatine kirin. Di heman demê de 648 binpêkirinên mafê jiyanê, 384 derb, tundî, birîndarî, êrişa çekdarî, 119 pol hilgirtin karantînayê, 235 xwendekar bi koronayê ketin û 11 xwekuştin pêk hatine. 
 
* Li gorî daneyên ber dest, di sala 2021’an de 23 hezar û 468 binpêkirin hatine kirin.” 
 

Sernavên din

17/05/2022
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe
16:49 Îpek û Kilavûz hatin berdan
16:48 Qedexeya konsera Aynûr Dogan bi 'Dar Hêjîrokê" şermezar kir
16:48 'Girtiyên nexweş terkî mirinê kirin’
16:31 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Kultur dan: Em ê hesabê ji wan bipirsin
16:06 Ji ber ku ji Soylû re got: 'Tu yê jî bêyî darizandin' hat binçavkirin
15:50 Nobeta Edaletê: Bihêlin ku zarokên xwe em tedawî bikin
15:38 Komîsyona Windayan a ÎHD’ê banga hevrûbûnê li dewletê kir
15:24 Siyasetmedarek li Semsûrê hate girtin
14:31 Li herêma Egeyê hezar û 447 binpêkirin hatine kirin
14:29 Ava gundê Misûrî yê Dêrikê 7 rojan hatiye birîn
14:19 Li Geverê du bira hatin binçavkirin
14:04 Bûldan: Wê zilma we negihîje tu encamê
13:38 Li Şirnexê 3 kes hatin girtin
13:38 Dozger xwest rojnamevan Yalçin bê cezakirin
13:30 Ciwan li zozanan kevneşopiya xwe didomînin
13:27 Tayîp Temel: Em bi xwe bawerin û em ê bi ser kevin
13:16 Li Silopiyayê zarokek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
13:15 Doza Hevşaredara Farqînê hat taloqkirin
13:09 Li Îzmîrê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:53 Malbata Şenyaşar: Avêtina gava duyemîn hat astengkirin
11:32 Delegeyên jin: Çareserî di têkoşîna rêxistinbûyî de ye
11:23 Girseya HDP’ê li dijî nokteya polîsan derket û rê li trafîkê girt
11:13 Li Mêrdînê 3 kes hatin binçavkirin
10:45 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir
10:37 Berwarî: Kê maf da ye rêveberên Başûr ku leşkerên dagirkeran bînin ser xaka me?
10:35 Xetimandina kanalîzasyonê xelkê taxê bêzar kiriye
10:13 Cerdevan Bestayê talan dikin!
09:52 Jinên Silopiya: Li herêmê hêzên paramîlîter jinên kurd dikujin
09:40 Berdevka TAJÊ’yê: Jinên êzdî dê xewn û xeyalên dijmin di qirika wan de bihêlin
09:39 Dewleta tirk hevjînê wê, PDK’ê birayê wê qetil kir: Di dinyayê de ez ê wan efû nekim
09:33 Bertek nîşanî derketina cenazeyan a ji girtîgehan dan: Xwe bêdeng nekin
09:19 Têkoşîna hevpar a jinan a li dijî şer: Pêdivî bi çalakkirina BÎG'ê heye
09:13 Li Bestayê xweza tê talankirin: Cerdevan qadên jiyana me tune dikin
09:07 Bêyî GBT'ê nikarin biçin gundê xwe
09:05 Serokê Baroya Êlihê: Em ê her tim ji bo mafên mirovan bixebitin
09:03 Projeya Çîrokê: Çîrokên kurdî bi rêya enstrumanan vedibêjin
09:01 Neguhêzbara Şaredariya Rezanê dewrî Serokatiya Ragihandinê kirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2022'YAN
08:40 Cenazeyê Demîr li Êlihê hate veşartin
16/05/2022
23:23 Amedsporê ji play-offê xatir xwest
19:23 Makbûle û Hadî Ozer birin nexweşxaneyê
19:01 Li Çiyayê Cûdî tevgera helîkopteran
18:56 Li Nexweşxaneya Geverê liv û tevgera helîkopteran
18:48 ARÎ-DER'ê tevî zarokan Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
18:40 Di doza Gultekînê de dadgehê cardin biryar neda
16:46 Cenazeyê Remziye Apaydin hat dîtin
16:45 Jin li Silopiyayê ji bo Sakîne Kultur meşiyan
16:35 Li Wanê meşa 15'ê Gulanê: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî
16:11 Konferansa Jinan a HDP'ê li herêman didome: Em di azadiyê de bi israr in
15:21 Dema binçavkirinê ya 25 kesan hate dirêjkirin
14:53 Onlu yê HDP’î: Heke Soylu li terorîstekî bigere bila ji ewil li xwe binêre
14:52 Brûskê li karikan da û gelek karik mirin
13:46 Li Colemêrgê protesto: Em ê vê derê ji barbaran re nehêlin
13:41 Malbata Şenyaşar: Bila fezlekeya Yildiz ê AKP'î ji meclisê re bê şandin
13:34 Doza ku Bayraktar li rojnamevan vekiribû hat lidarxistin
13:34 Di danişîna cînayeta Hantaş de daxwaza ji bo girtina polîs hate redkirin
13:07 Bahoza tozê ya ji Bexdayê tê tesîrê Colemêrgê kir
12:59 Makbule Ozer: Dibe ku her kêlî ez li vir bimirim!
12:32 Şandeya HDP’ê ya ji Iraqê vegeriyayî: Hemû kes hemfikir e ku pirsgirêk bi şer çareser nabin
12:30 Onlu: Yên ku lanetê li Îsraîlê barandin, heman lanete li Dêrsimê nîşan dan
12:23 Kujerê Kultur karmendê dewletê ye û têkiliyên wî bi AKP'iyan re hene
12:01 Serpêhatiya berxwedêriya çinarek sedsalî: Yadê
11:32 Apê Şêx bi kilaman komkujiya Bêzar nade jibîrkirin
11:04 Îhaleya talankirina darên Gabarê dan rêveberên AKP-MHP’ê
11:00 Abdullah Ece bi hêceta ‘dê biçe Qendîlê’ nehatiye berdan
10:43 Xiyaneta mezin a PDK’ê: Komkujiya Hewlêrê
10:39 Jinên mezraya Mêrganê: Agir jî berdin bedena me em ê gundê xwe bernedin
09:56 Rênas Jiyan: Dewletên serdest zimanê me pir êşandin, divê em jî zimanê xwe neêşînin
09:35 Hevalê Çaran ê qawişê: Ji bilî berxwedanê tu rê nînin
09:11 ‘Serkeftina li Şengalê, serkeftina li Zapê ye’
09:11 ‘Xeta hevkariyê zirarê dide destkeftiyên gelê kurd’
09:10 Ji girtiyê 30 salan re pirsa ‘poşmantiyê’ kirin: Berdana wî 3 mehan hate taloqkirin
09:09 Biryara Îstînafê: Tevlîbûna cenazeyê endamê rêxistinê ne sûc e
09:00 ROJEVA 16'Ê GULANA 2022'YAN
15/05/2022
22:09 Li Amedê 2 kes hatin binçavkirin
21:35 Li Dêrsimê kesek hate girtin
21:25 Kujerê Sakîne Kultur hate girtin
21:01 Dayika Aştiyê Turkiya Îldem jiyana xwe jidest da
20:47 Zarok Ma’yê bi zarokan re Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir
20:24 Şaredariya AKP’î konsera Dogan betal kir
20:06 Eceyê ku di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da bi girseyî hate definkirin
19:14 Li Amedê daxuyaniya hevpar hate dayîn: Divê kurdî bibe zimanê perwerdeyê
17:56 Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi coş hate pîrozkirin
17:27 Ji ber kuştina Kultur 3 kes hatin binçavkirin
17:16 Encamên 9'emîn pêşbirka Arjen Arî diyar bûn
16:52 Kurd ji bo zimanê xwe li qadan e
15:41 Panela Hiquq û Ziman: Divê em zimanê xwe teslîmî zarokan bikin
14:37 Li Bestayê dîmenên talanê hatin kişandin
14:11 Ji Ciwanên Xwendekar ên Welatparêz komxebata rêxistinkirinê
13:50 Ciwanên HDP'î bi şahiyekê hatin cem hev
13:17 Ji ber dorpêça leşkeran 35 mal ji gund derketin
12:13 Bîlançoya mehekî ya Şerê li Başûr
11:25 Qeyûm parqa ku ji jinan re hatibû veqetanadin kir cafe
11:13 Malbata Şenyaşar banga vekirina doza nexweşxaneyê kir
10:51 Li Duhokê agir bi wargeha êzidiyan ket
10:47 Di qada cemaweriyê de kurdî tuneye!
09:30 Qedexeya zozanan û bihabûnê pişta sewalvaniyê şikandine
09:29 Midûrên biqusûr ên Melîh Gokçek anîne Mêrdînê