Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir

  • rojane
  • 12:24 18 Gulan 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredarê Bajaroka Tilqebînê yê AKP'î Mehdî Tatar, ji welatî Îsmaîl Taştamûr re got, 'Ez AKP'î me, dewet im. Xizmetê nadim te' û deriyê mala wî mor kir û piştre jî av û ceyrana wî asteng kir. 
 
Şaredarê Bajaroka Tilqebînê ya navçeya Silopiyayê ya Şirnexê yê AKP'î Mehdî Tatar û kekê wî keya Mesût Tatar, ji ber gelemşeya ku pê re dijîn deriya mala welatî Îsmaîl Taştamûr (47) mor kir. Taştamûr ku li bajarokê dijî, di sala 2020'an de li erdê xwe yê tapokirî maleke ava kir. Bi hinceta ku mala Taştamûr li "herêma leşkerî" ye Şaredarê AKP'î Tatar deriyê wê mor kir. Piştre di nivîsên fermî ku ji qereqolê re hatin nivîsandin de hat destnîşankirin ku mala ya Taştamûr e. Rexmî vê jî şaredarî avê ji bo mala Taştamûr girê nade. 
 
GELEMŞEYA ERD
 
Îsmaîl Taştamûr, mexdûriyeta ku dijî vegot, diyar kir ku di sala 2016'an de beriya ku bibe şaredar Mehdî Tatar li taxa Cûmhûriyetê li ser erdê wî mal lêkiriye û giliya wî kiriye û ji ber vê yekê doza wî bi Tatar re heye. Taştamûr, da zanîn ku  ji ber li nav erdê xwe mal lêkiriye doz lê hatiye vekirin û doza wî bi dawî nebûye û wiha got: "Di sala 2019'an de Mehdî Tatar bû şaredar û kekê wî Mehmet Tatar jî li taxa Cûmhûriyetê bû keya. Lê ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Mehmet Tatar keyatiya xwe radestî birayê xwe Mesût Tatar kir. Şaredar Mehdî Tatar û birayê xwe Mesût Tatar me ji xizmetên şaredarî û keyatiyê mehrûm dihêlin. Borûyên me yên qenelîzasyon û erxên me yên avê çênekirine. Ji ber doza me ya sala 2016 li dijî me wiha tevdigerin."
 
DERIYÊ WÎ MOR KIRIN
 
Taştamûr, destnîşan kir ku mala di sala 2020'an de li herêma Tipik a bajarokê li nav erdê xwe lê kiriye jî ji aliyê şaredariyê ve deriyê wê hatiye morkirin û ev tişt anî ziman: "Beriya ku malê lê bikim, ji bo diyarkirina sînorên kuçe û kolanê serî li şaredariyê da û daxwaza erndezyar kir. Ji ber ku şaredariyê endezyar nede min jî endeyarek taybet anî û sînorên xwe diyar kir. Piştî ku mala min hat ber qedandin şaredariyê deriyê min mor kir. Şaredariyê angaşt kir ku ev der qada leşlerî ye û ji ber vê derî mor kir. Di nivîsên ku ji cihên eleqedar re hat nivîsandin de hat tespîtkirin ku ev der tapoyê min e."
 
ŞAREDARÊ AKP'Î: EZ DEWLET IM 
 
Di berdewamê de Taştamûr, bi lêv kir ku Mehdî Tatar bi derfetên şaredariyê dixwaze tola xwe ji min bigire û wiha pêde çû: "Ji bo kişandina ceyranê ya mala xwe min bi 8 hezar TL'yan dîrekan kirî. Piştre ji bo ceyranê serî li DEDAŞ'ê da. Wan jî belgenameya destûra ji şaredariyê ji min xwest. Dema ku ji bo destûrê çûm şaredariyê, di navbera min û şaredar de nîqaş derket. Parastvanê şaredar kulmek li pişta min da û min ji şaredariyê derxist. Bi gotina, 'Ji şaredariyê derkeve em ê te bikujin' gef li min xwarin. Bi heman rengî ji bo ava şebekê jî pirsgirêk dijîm. Xeta avê di ber deriyê min re derbasî qada TIR'an dibe. Lê avê nadin min. Li rast û çepê mala min gelek mal û kargeh hene. Avê kişandine wan tenê nadine min. Doza me ya sala 2016'an hê jî didome. Ji ber vê niha mala min mor dikin."
 
Taştamûr, ragihand ku şaredarê AKP'î Mehdî Tatar jê re gotiye, 'Ez AKP'î me. Dewlet im. Xizmetê nadim te' û ev daxwaz kirin: "Dixwazim ku mor li ser deriyê min bê rakrin, av û ceyrana min bê girêdan. Ez xizmeta ku şaredarî ide gel dixwazim."
 
Rayedarê şaredariyê ku me bi telefonê xwe gihandê, diyar kir ku doza her du aliyan bi hev re heye û dadgehê didome û wê derbarê mijarê de agahî nede.
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

20/05/2022
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe