‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'

  • ciwan
  • 09:13 19 Gulan 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ku bi dirûşmeya "Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin, anîn ziman ku bi kûrs û çalakiyên sporê yên di çaçroveya kampanyayê de gelek ciwan ji nav vê dafikê rizgar kirine. 

Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 10'ê Îlona 2021'ê de bi dirûşmeya "Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin" kampanyayek dabûn destpêkirin. Kampanyaya Meclîsa Ciwanan didome. Meclîs di çaçroveya kampanyayê de tax bi tax bi ciwanan re pêwendiyêd atînin û behsa zirarên tiryakê dikin. Her wiha gelek ciwan jî ji bo dev ji tiryakê berdin alîkarî ji Meclîsa Ciwanan a HDP'î dixwazin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'a Îzmîrê behsa xebatên heya niha û yên dê ji niha û pê ve bikin. 
 
POLÎTÎKAYA ŞERÊ TAYBET
 
Ji dilxwazên kampanyayê Serhat Îrlan bal kişand ser sedemên ku ciwanan ber bi tiryakê ve dibe. Îrlan diyar kir ku sedemek jê aborî ye û yek jê jî polîtîkaya şerê taybet a li hemberî ciwanên kurd e û got: "Tiryak û çanda me, ehlaqa me dijberî hev in. Em ciwan li dijî hemû tiryakê bûn. Ciwanan jî ji me dixwest ew dev ji tiryakê berdin. Tiryak li Kurdistanê û metrepolên Tirkiyeyê wekî parçeyeke şerê taybet li taxên ku kurd lê dimînin tê belavkirin." 
 
TÊKOŞÎNA LI HEMBERÎ TIRYAKÊ
 
Îrlan bilêv kir ku têkoşîna wan a li hemberî tiryakê tê astengkirin û got, lê haya ciwanan ji her tiştî heye û dê dewlet di vê polîtîkaya xwe de bi ser nekeve. Îrlan wiha dirêjî da axaftina xwe: "Polîs dizane kî tiryakê difiroşe û belav dike. Û dikarê pêşî li ber vê bigire. Lê tiryak bi zanebûnî tê belavkirin. Dixwaze ciwan nefikirin, li ser meseleya hûr nebin. Me jî têkildarî vî kampanyaya 'Em tiryakê ji holê rakin jiyanek nû ava bikin' da destpêkirin. Di vê kampanyayê de em bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû man. Hevalên me hevdîtin bi wan re kirin xwedî feraseteke cuda ne. Difikirîn 2ez ê tiryakê çawa peyde bikim?' Lê me bi vê xebatê ev yek şikand." 
 
BERPIRSIYARÎ
 
Îrlan diyar kir ku ciwanên ku wan hevdîtin bi wan re kiriye gelek jê xwestine dev ji tiryakê berdin. Îrlan destnîşan kir ku wan Meclîsa Ciwanan di vî warî de berpirsiyarî hilgirtiye ser xwe û wiha got: "Em bi vê kampanyayê re ciwanan daxilî nava jiyana civakî dikin. Mesela kampanyay me bi tûrnûvayeke fûtbolê dest pê kir. Xebatên me hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê didomin. Bi vê xebatê re bêhna ciwanan derket. Tekane daxwaza malbatan jî ew e ku ciwan ji vê rewşê xelas bibin. Em bang li ciwanan dikin 'Werin di bin banê Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê de xwe bi rêxistin bikin. Em dikarin bi hev re ji ehw van titşan derkevin.' Dem dema me ye." 
 
KÛRS
 
Ji dilxwazên kampanyayê Hanîfe Çaçan jî bilêv kir ku ji bo ciwanan kûrs li dar xistine û encamên girîng wergirtine. Çaçan wiha axivît: "Di çaçroveya kampanyayê de em kûrsên xwe yên saz, ziman, erbane, gîtar û govendê didomînin. Em ji van xebatan encamên girîng digirin. Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin." 
 
Çaçan destnîşan kir ku dê têkoşîna wan a li dijî tiryakê bidome û got: "Bi destpêkirina kampanyayê re me plansaziya xwe çêkir. Di vê çaçroveyê de me li taxan belavok belav kirin. Em rû bi rû hevdîtinê bi ciwanan re dikin û serdana malbatan dikin." 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

20/05/2022
15:08 ‘Polîtîkaya desthilatdariyê li dijî kurdan û jinan e’
14:17 Ji Xelfetiyê ji bo Ocalan bang li gelan kirin: Werin em li dijî tecrîdê têkoşînê bilind bikin
14:01 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
13:55 Li Çiyayê Cûdî şerekî giran diqewime
13:45 Li Sêrtê ciwanek mirî hat dîtin
13:37 Malbata Îzol li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê kir
13:05 Li ser îfadeyên 'şahidê veşarî Ulaş' 26 kes hatin girtin
12:12 Emîne Şenyaşar: Bila lawê min were berdan
12:02 Hunermend Zelal Gokçe hate binçavkirin
12:02 Malbata Ocalan bertek nîşanî tecrîdê da: Deriyên Îmraliyê vekin
11:59 HDP dê di Konferansa Jinê ya Navendî de nexşerêya serdema nû niqaş bike
11:57 Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan
11:45 Gola Xizir bi xweşikiya xwe hiş ji serê mirov dibe
10:58 Çanda dengbêjiyê li Îzmîrê didomîne
10:56 Hevşaredarê Norşînê yê berê hate berdan
10:48 ‘Kurdistan ne xaka Tirkiyeyê ye û bila xwe ji xaka me vekişînin’
10:40 Dayikên Aştiyê: Me pariyê nanê xwe bi PDK’ê re parve kir lê ew zarokên me didin kuştin
10:27 Derbarê Hevşaredara Farqînê de du îdianameyên nû hatin amadekirin
10:04 30 salan notirvanî kir: Notirvan bûne parçeyeke şerê taybet
09:16 Di roja girtina Ocalan de dev ji cerdevaniyê berda: Min sond xwar ku êdî xiyanetê nekim
09:06 Dr. Tûran: Biryarên ATK’ê û nirxên bijîşktiyê ji hev nagirin
09:04 Bersiva daxwaza ji bo edaletê: 11 lêpirsîn, 4 doz
09:02 Tûncel: Bêbextî li projeya Mele Mistefa tê kirin
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2022'YAN
19/05/2022
21:23 Efrîniyan bi meşeke girseyî tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
20:22 Li Amed û Îzmîrê du jin hatin qetilkirin
19:34 'Şehîdên meha Gulanê' hatin bibîranîn
18:25 Dr. Xeyas Neyîse: Tirkiye gefê li têkoşîna hevpar a çareseriyê ya gelê kurd-ereb dixwe
17:40 Qedexeya li Cûdiyê 8 roj in didome
16:54 Li Stenbolê 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:29 Karakoç û Ocak ku di bin çavan da hatibûn windakirin hatin bibîranîn
16:13 Li Efrînê 12 leşker û çete hatin kuştin
15:55 Malbatên girtiyan: Bila cîhan bibihîze ku li Tirkiyeyê edalet nîne
15:44 ÎHD’a Edeneyê rapora girtîgehan eşkere kir
15:41 Polisan 12 HDP'î binçav kirin
15:29 Li Heftanînê şer: Cerdevanekî jiyana xwe ji dest da
15:22 Meclisa Berxwedanan piştgirî da malbata Şenyaşar
14:58 Cenazeyê jinekê nêzî qereqolê hat dîtin
14:08 Îtalî li dijî şerê li Ûkrayna û Herêma Kurdistanê dest bi grevê dikin
13:31 Hevkariya AKP-PDKê karê 'bazirganên rojane' jî bi dawî kir
12:52 Tê payîn binçavkiriyên li Stenbolê bibin edliyeyê
12:39 Qeyûmê DBB’ê qada civakî ji rantê re vekir û qada hêşiniyê dewrî leşkeriyê kir
12:17 Polîsê ku derbarê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn jinek kuşt
11:44 Karkerê ku li kana keviran jiyana xwe ji dest da hat veşartin
11:29 Malbata Şenyaşar: Kesên sûcê mirovahiyê kirine xwe bi desthilatê vedişêrin
10:34 Li Kurdistanê kulîlk bi reng û xemla welat vebûn
10:10 Qeyûm avahiya şaredariyê da ber firotinê
09:48 ‘Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin’
09:47 Dayika ku du zarokên xwe winda kirî: Divê Tirkiye xwe ji xaka Kurdistanê vekişîne
09:39 Dayikên zarokên wan jiyana xwe ji dest dane: Em wan ji Roboskî û Cizîrê nas dikin
09:32 Erdogan Emîr li Amedê konser li dar xist
09:16 Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinê ye
09:15 Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êriş jî bi ser nekevin
09:13 ‘Me gelek ciwan ji tiryakê xelas kirin'
09:13 Xwendekar ji ber bihabûna bilêtan nikarin biçin cem malbatên xwe
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2022'YAN
18/05/2022
23:39 Hinek Henek bi 5 skecên ji hev xweştir derket pêşberî temaşevanan
22:54 Çalakiya KHK'iyan di hefteya 212'an de ye
20:43 Polîsan avêt ser mala dayika Egît Îpek
20:28 'Meseleya kurdî bi operasyonan çareser nabe'
20:14 Li Geverê 3 kes hatin berdan
16:48 Xizmên girtiyan: Bila ev zilm bi dawî be
16:25 Iraq, ji bo ku Tirkiye ji axa wan derkeve li NY’yê gilî kir
16:21 Cenazeyê 3 leşkeran anîn Geverê
15:58 Şehîdên Meha Gulanê li Amedê hatin bibîranîn
15:54 Sal û 6 meh ceza li rojnameger Çapan birîn
15:47 Dayikên Aştiyê beraet bûn
15:31 DBP, HDP, TJA û Hewldana 78'an çûn serdana Malbata Şenyaşar
15:30 Projeya HES'ê ya ser çemê Sortkîn hat betalkirin
14:55 Bertek nîşanî gefa li Çobanoglu yê ÎHD’î hatiye xwarin dan
14:32 ‘Hovîtî û îşkenceya 12’ê Îlonê bi AKP’ê berdewam dike’
14:16 Malbatên girtiyan li pêş ATK’ê ne: Em di daxwazên xwe de bi israr in
14:13 Xizmên girtiyan pêşniyara dadger a HAGB'ê red kir
13:52 Polîsê ku Cîhan Can kuştibû ji sedî sed bi qisûr hat dîtin
13:39 Alî Çîçek li ser gora xwe hate bibîranîn
13:39 Çar Şoreşgerên Kurd hatin bibîranîn
13:25 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 436'emîn de didome
12:45 AYM’ê mafê jiyanê neparast!
12:33 Ev du sal in dîmenên ‘îşkenceya Xelfetiyê’ tên lêkolînkirin!
12:32 Walitiya Mûşê 13 herêm qedexe kirin
12:24 Şaredarê ku got, 'ez dewlet im' deriya mala welatiyekê mor kir
12:13 Îbrahîm Barkin hewl daye ku hevjîna xwe ya dest ji hev berdane qetil bike
11:08 Xwişka Ferhan Yilmaz: Kesên birayê min qetilkirin hêj jî li ser peywîrê ne
11:02 Emrê xwe bi têkoşîna li dijî dewleta ku navê wê lê hatibû kirin derbas kir
10:58 Bayindir: Em êrişan dikarin bi yekrêziyê têk bibin
10:54 Li çiyayê Agirî operasyon dest pê kir
10:34 Polisan ji ber kesên lê digeriyan nedîtin xwediyê malê binçav kirin
10:19 Necar ji ber krîza aborî yek bi yek dikanên xwe digirin
10:04 Pêşmergê 26 salan: Bila nebe sedemê hilweşandina bingeha me daniye
09:52 Dayikên cizîrî: Erdogan çi bi serê me anî be dê wê bi serê Barzanî jî bîne
09:24 Kê îtirafkarê Doza Kobanê 'qaneh' kiriye?
09:09 Hatîmogûllari: Tirkiye dixwaze 'kemereke erebî' ya di bin kontrola xwe de çêbike
09:08 ‘Gelê kurd gere tu carî Hakî Karer ji bîr neke'
09:06 Semra Kûytûl: Îstixbarat sîxûrtiyê li endamên me ferz dike
09:06 Rûxandina li Ben û Senê tomar kirin: Wêne polîtîk e
09:00 ROJEVA 18'Ê GULANA 2022'YAN
17/05/2022
22:10 Li Bedlîsê konsera bi kurdî hat betalkirin
19:43 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islahiyeyê bi dawî bû
19:29 Ji bo Sakîne Kulter û Remziye Apaydin daxuyanî
18:59 EMEP dê atolyeya zimanê kurdî li dar bixe