EDENE - Li navçeya Ceyhanê "şehîdên meha Gulanê" bi helbest û stranan hatin bibîranîn.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariya Bi Malbatên Xizmên Windayan a Akdenîzê (AYKAY-DER) 'şehîdên meha Gulanê' bibîr anîn. Bîranîn li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Ceyhan a Edeneyê hat lidarxistin. Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêvebirên HDP'ê yên bajêr û navçeyê û gelek kes tevli bîranînê bûn. Li cihê bîranînê pankarta bi kurdî û tirkî li ser "Şervanên şoreşê nemirin" nivîsandî hat daliqandin. Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir.
'EM Ê ALAYA WAN A TÊKOŞÎNÊ HILGIRIN'
Piştî rêzgirtinê Hevseroka AYKAY-DER'ê Suphiye Bayav azivî. Bayav di axaftina xwe de "şehîdên meha Gulanê" bibîr anîn û got, dê alaya wan a têkoşînê hilgirin.
Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Herêma Çûkûroavayê Enver Guler jî bilêv kir ku tovên ewil ên tevgera şorşeger a Tirkiye-Kurdistanê ji aliyê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya ve hatine reşandin got, dê têkoşîna wan bidomînin.
Guler destnîşan kir ku Çaran li Zindana Amedê li dijî teslîmiyetê bûne sembola wêrekiyê û got: "Êriş birin ser stranên azadiyê û berxwedana neteweyekê. Alaya wan a berxwedanê û stranên wan niha li ser zimanê gelê kurd û di dilê bi milyonan de olan didin. Di şexsê Îbrahîm Kaypakkaya û Çaran de, rêberên şorşeger ên di meha Gulanê de nemir bûne navê bîr û baweriya me ya ji bo pêşeroja azad û girêdana me ya ji bo şoreşê. Ew ê di têkoşîna me de bijîn."
Piştî axaftina Guler sînevîzyona ku behsa têkoşîna "şehîdên şoreşê" dike hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê helbest hatin xwendin û Koma Pel jî çend stran gotin.