Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin

  • rojane
  • 09:07 1 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Kesên li ber avahiya HDP'ê ya Amedê tên sekinandin êriş biribûn ser xebatkarê HDP'ê Fevzî Akdemîr. Têkildarî vê êrişê çendî rapora tenduristiyê, îfadeyên şahidan û dîmenên kamerayan hene jî, cardin derbarê Akdemîr de îdianame hat amadekirin. 
 
Celîl Begdaş, Şadîn Elhaman û Hacî Gugerê ku bi organîzasyona Wezareta Karên Navxweyî li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine rûniştandin, di 14'ê Çileya 2022'yan de pêşiya Fevzî Akdemîrê 58 salî yê notirvaniya avahiya HDP'ê dike birîbûn û êriş biribûn ser Akdemîr. Di dema bûyerê de ji êrişkaran Elhaman kulmek li Akdemîr xistibû û tiliya wî ya qereqûçkê şikiyabû. 3 teknîkerên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceryanê ya Tirkiyeyê (TEDAŞ) ên wê kêliyê di wir re derbas dibûn Akdemîr ji her sê êrişkaran xelas kiribûn. 
 
Lê belê tevî rapora tenduristiyê, beyanên şahidan û dîmenên kamerayan jî Serdozgeriya Komarê ya Amedê beyanên êrişkaran esas girtiye û derbarê Akdemîr de îdianame amade kiriye. Dozgeriyê îdianame bi sûcê "bi çekê bi qesdî birîndarkirin" amade kiriye û xwestiye ceza li Akdemîr bê birîn. 
 
TEKNÎKERÊN TEDAŞ'Ê
 
Piştî her du alî giliyê hev kiribûn lêpirsîn dest pê kiribû. Di lêpirsînê de teknîkerên TEDAŞ'ê diyar kiribûn ku êrişkaran li Akdemîr xistiye û gumanbar Celîl Begdaş jî derpêş kiriye ku gava Akdemîr di ber wî re derbas bûye bi zincîra di dest xwe de êriş aniye ser wî û wî jî gazî Şadîn Elhaman û Haci Guger ên li wî aliyê Bûlwara Tûrgût Ozalê kiriye û wan jî ew ji hev veqetandine. Her wiha Begdaş îdia kiriye ku Akdemîr bi zincîra di dest xwe de li Şadîn Elhaman xistiye. Begdaş di îfadeya xwe de cardin derpêş kiriye ku xebatkarên TEDAŞ'ê yên Akdemîr ji nava lepên wan derxistiye ji berê de li wir di hundurê wesayîtê de bûne û xebatkarên TEDAŞ'ê aliyê Akdemîr kirine û wî ji cihê bûyerê revandine. 
 
'DU KESAN ÊRIŞ ANÎ SER MIN'
 
Fevzî Akdemîr jî di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ew di deriyê dawî yê partiyê re ketiye hundur û ji wir derketiye û gotiye, Celîl Bagdaş berê jî pêşiya wî biriye. Akdemîr gotiye roja bûyerê gava ji deriyê paş ê partiyê derketiye û xwestiye biçe malê Celîl Bagdaş ji paş de nêzî wî bûye û xeber jê re gotine ûg otiye "Ez ê te bikujim, ma tu birevî ku" û piştî vê gotinê êriş aniye ser wî. Akdemîr di îfadeya xwe de gotiye: "Gava min tam berê xwe dida aliyê Celîl, vê carê min dît ji paş de Şadîn Elhaman tê. Her du kesan êriş anîn ser min, bi kulm û pehînan li min xistin. Di destê Celîl de kêr hebû. Gava van kesan li min xist min jî ji bo xwe biparêzim min tiştekî plastîk ku nizanim çibû ji erdê hilgirt û xwe pê parast." 
 
Xebatkarên TEDAŞ'ê jî di îfadeyên xwe de gava di wesayîtê de diçûn dîtine ku du mêr şer dikin û kesek ji paş de li yên din dixe, lê di destê Akdemîr de zincîr nedîtine.
 
DÎMEN JÎ AKDEMÎR PIŞTRAST KIRIN
 
Di dîmenên kamerayan de jî hatiye xuyakirin ku Akdemîr saet di 16.03'yan de ji avahiya HDP'ê derketiye û Begdaş daye dû wî û îşaret daye Elhaman û Goger ên li wî aliyê rê û ji wan xwestiye ber bi wî ve werin. Ji bo dîmenên kamerayan wiha hatiye gotin: "Kesê bi navê Celîl Bagdaş û kesên ku Bagdaş îşaret daye wan ber bi kesê bi navê Fevzî Akdemîr ve baz dane. Saet di 16.04'an de gava Fevzî Akdemîr di ber otobêsa şaredariyê re diçe, Celîl Bagdaş dide dû wî û saet di 16.04.20'î de jî di navbera Fevzî Akdemîr û Celîl Bagdaş de rageşiyek çêdibe..."
 
RAPORA TENDURISTIYÊ: GAVA KULM AVÊTIYÊ TILIYA WÎ ŞIKIYAYE
 
Di rapora tenduristiyê de jî hatiye gotin ku Şadîn Elhaman gava kulm avêtiye tiliya wî ya qereqûçkê şikiyaye. Elhaman raproa tenduristiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbiyê stendiye û di îfadeya xwe ya li nexweşxaneyê de gotiye "gava min kulm avêtiye tiliya min şikiyaye." 
 
NE DELÎLÊN BERBIÇAV, BEYAN ESAS HATIN GIRTIN
 
Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê rapora tenduristiyê, beyanên şahidan û dîmenên kamerayan esas negirtiye, ji dêvla wê beyanên êrişkaran esas girtiye û derbarê Fevzî Akdemîr de bi sûcê "bi çekê bi qesdî birîndarkirin" îdianame amade kiriye. 
 
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku Akdemîr ji 5 salan heya 9 salan bê cezakirin.
 
Îdianame ji alitê Dadgeha Ceza ya Asliye ya 10'an a Amedê ve hatiye qebûlkirin. Danişîna ewil dê di 12'ê Cotmeha 2022'yan de bê lidarxistin. 

Sernavên din

02/06/2022
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:52 Jina ku hewl da întîhar bike jiyana xwe ji dest da
11:38 Kesên ku di salvegera Geziyê de hatibûn binçavirin hatin berdan
11:25 Navên 4 leşkerên hatine kuştin aşkera bûn lê TSK bêdeng e
11:17 Di salekê de hezar û 572 kesan serî li CÎSST'ê daye: Binpêkirinên micid pêk tên
11:08 Artêşa tirk ku nekarî bikeve Zinarê Kestayê çekên kîmyewî bi kar anîn
10:30 Careke din ceyran û gazê zem kirin
10:18 ‘Hevkariya bi zîhniyeta faşîst re, trajediya gelê kurd e’
10:09 Xemo Yaramişe ku vegeriyaye gundê xwe: Axa mirov namûsa mirov e
09:07 Ne êrişkar, xwest xebatkarê HDP'î bê cezakirin
09:06 Girtiyê nexweş Naîl Demîr ê bi kîsê kolostomiyê dijî nayê berdan
09:06 Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî dest pê dike
09:04 Temellî: Muxalefet divê êdî derheqê Ocalan de biaxive
09:02 'Muhsîn Melîk dê bi fikirên xwe bijî'
09:00 Bêrîvanên Geverê: Ji ber qedexeyan em nikarin ser xaka xwe bigerin
09:00 ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
31/05/2022
23:56 Gundên Efrînê hatin bombebarankirin
20:48 Bertek nîşanî Doza Kobanê dan: HDP hêvî ye, hêvî li ser pêyan e
19:39 400 kesî bang kir: Girtiyên nexweş berdin
19:23 Doza 12‘ê Îlonê betal bû
16:49 Li Erûhê 5 kes hatin binçavkirin
16:45 Ji bo dosya Fehmî Tosûn daxwaza ji nû ve lêpirsînê kirin
16:45 Kelemçeya di destê dayikê de ewqas şidandibûn ku bi tornovîdayê vekirin
16:23 Ekîn Ceren Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Di doza Aladagê de îstinafê cezayê 8 bersûcan zêde kir
16:05 Li Hezoyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
15:58 Li Qilebanê îdiaya hewldana întîharê
15:53 ‘AKP-MHP’ê biryara konsepteke nû dan’
15:52 Li Girtîgeha Wanê li girtiyan xistin
15:42 Li Berwariyê teqînek pêk hat
15:41 Di Doza Kobanê de binpêkirin didomin
15:36 Soylû polîsên ku êrişî wekîlan kirin dê xelat bike
15:17 ‘Em ê plana we ya çokdanînê pûç bikin’
14:58 Bûldan: Hûn nikarin rêya desthilata xwe di Rojava re derbas bikin
14:56 Rojnemevan Derya Okatan beraet kir
14:28 Li edliyeya ku Doza Kobanê lê tê dîtin provokasyon
14:23 Ji nameya ji Cemîl Bayik re hatiye şandin biryara beraetê hate dayîn
14:22 Li Mêrsînê 2 kes hatin berdan
14:19 Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye
14:03 TUHAY-DER: Girtîgeh veguherîne navendên binpêkirinên mafan
13:44 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Êlihê da
13:40 Hejmara jinên li Êlihê hatine binçavkirin derket 15'an
13:14 HDP: Ji cenazeyan re rêz bigirin
12:37 Şenyaşar: Kesê komkujî pêk aniye xwe li pişt Serokkomar veşartiye
12:35 Kaftancioglû ku cezayê wê teqez bû hat girtin
12:23 Rêxistina nû ya paramîlîter: Fedaiyên Dewleta Tirkiyeyê
12:10 TÎP’ê ji bo Geziyê pankartek bi Pira Bogazîçiyê ve daliqand
11:58 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:55 Li nûçegihana Jinnewsê cezayê hefsê hate birîn
11:50 Sedat Alkan ji ber rexnekirina polîtîkaya kurd îfade da
11:38 Zilamê ku êrişî jina penaber kiribû hat binçavkirin
11:37 Girtiyê nexweş ku hate berdan: Cezayê li min hate birîn min vala derxist
11:18 Îlhamî Balî yê DAIŞ'î ku qaşo Tirkiye lê digere li Îdlîbê dijî
11:08 Ulugana: Xuyaye ku malbata Barzanî bi hevkariya xwe re projeya Mîsak-i Mîllî erê kiriye
11:01 Mamosteya nîgarê Aktarli: Divê malbat zarokên xwe bişînin saziyên kurdî yên hunerê
10:03 Li Gever û Payîzavayê operasyonên leşkerî dest pê kirin
09:38 Qeyûmê Êlihê ji bo tabeleyê 690 hezar TL xerc kiriye
09:03 Nivîskar Beyî: Malbata Barzanî divê ji dîrokê rewşê fêm bike