Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin

  • rojane
  • 11:33 3 Hezîran 2022
  • |
img

STENBOL - Yek ji parêzerên ewil ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mahmût Taşçi diyar kir ku dê Tirkiye nekare encamekî ji tecrîda girankirî bigire û wiha got: “Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin.” 

 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ev saleke tu agahî jê nayên girtin. Herî dawî di 25’ê adarê de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan li ser telefonê pê re axivîbû lê axaftin hatibû qutkirin. Ji parêzerên ewil ên Ocalan, Mahmût Taşçi têkildarî tecrîda girankirî û geşedanên heyî bi ajansa me re axivî. 
 
Parêzer Mahmût Taşçi ji ewil bal kişand ser rola tecrîdê û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li tu devereke cîhanê nîne. Di rojên destpêkê yên tecrîdê de tenê derdorek li dijî wê derdiket. Lê ev tecrîd niha li hemû girtîgehan û li derve berbelav bû. Kesên li derve jî niha di tecrîdê de ne. Du sedemên bingehîn ên vê tecrîdê hene. Ya yekemîn; ji destpêkê heta niha têkoşîna birêz Ocalan a ji bo aştiyê ye. Dema em li gotin, parastin û nirxandinên wî yên hiqûqî dinihêrin, dibînin ku di tevekan de jî peyamên erênî hene. Nahêlin nêrîn û tespîtên wî bi gel re bên parvekirin.” 
 
‘FIKRÊN OCALAN LI ROJAVA ŞÊNBER BÛN’ 
 
Bi domdarî Taşçi qala sedema tecrîda li ser Ocalan kir û wiha domand: “Sedema herî girîng, bandora fikrên wî ne. Rastiyek heye ku bîrdozî û nêrîna wî ya siyasî bandorê li civakê dike. Hûn biecibînin an jî neecibînin, ev rastiyek e. Weke mînak; Rojava encama bîrdoziya wî ye. Hêzên serdest jî tehemûla fikrên Ocalan nakin. Naxwazin fikrên wî li derve bên zanîn. Lewma dixwazin asteng bikin. Sedema astengkirina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re ev e. Divê ji nêrînên Ocalan netirsin. Tekane daxwaza wî aştî ye. Lewma gelek caran agirbest ragihand û banga lihevkirina li ser maseyê kir. Tirkiyeyê gelek caran û li gelek devaran bi biryarên xwe nekir. Di 2013-2015’an de şande çûn Îmraliyê. Lê li vir jî heman tişt qewimî. Ji dîrokê ve kurdan dixapînin. Îro mafekî didin û sibe dîsa jê dîstînîn.”
 
‘XWESTIN KURDAN MIJÛL BIKIN’
 
Di berdewamê de Taşçi diyar kir ku Tirkiyeyê di vê pêvajoyê de hewl da kurdan û Ocalan mijûl bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi gotina gel polîtîkaya; ‘Heta em cihê piyê xwe li erdê çêdikin dê mijûl bikin’ meşandin. Lê belê encameke li gorî daxwaza wan çênebû.  Piştre derketin û gotin; ‘aştî maştî tune ye.’ Piştî vê pêvajoyê jî li dijî kurdan şer dan destpêkirin. Maseya lihevkirinê tune kirin. Xwestin bi şer re girseyan ji hev cuda bikin, li dijî hev bêhtir sor bikin û aştî û demokrasiyê têk bibin. Armanca wan ev bû. Niha jî dibêjin ku dê êrişî Rojava bikin ku bi fikrên Ocalan hatiye avakirin.” 
 
NAXWAZIN PÊŞ BIKEVE
 
Taşçi, daxuyand ku rola hêzên navneteweyî jî di êrişên Tirkiyeyê û neçareserkirina pirsgirêkan de heye û ev nirxandin kir: “Çavên xwe lê digirin. Rêgeza çareserkirina pirsgirêkan a dewletan heye. Lê belê tu netewedewlet vê rêgezê esas nagirin. Ji ber ku hemû dewletên cîhanê netewe dewlet in, nîjadperestiya yekdewlet û yeknetewetiyê dikin. Hinek jê nîjada inglîzan û hinek jî ya almanan ferz dikin. Lê li Rojava rewşeke wiha tune ye. Ji ber ku li wir fikrên Ocalan hene. Xwe li gorî van fikran birêxistin dikin û darazeke wiha heye. Li ser bingeha fikrên Ocalan ava bûye. Naxwazin ev pergal li Rojhilata Navîn belav bibe.”
 
‘NÊRÎNÊN WÎ WEKE DERS TÊN DAYÎN’
 
Di berdewamê de Taşçi anî ziman ku bandoreke mezin a Ocalan li ser kurdan, rewşenbîr û demokratan heye û wiha pê de çû: “Ji bo qelskirina vê bandorê jî tecrîdê girantir dikin. Dixwazin têkiliya wî ya bi gel re qut bikin. Lê dê nekarin bi ser kevin. Dema em li dîroka Tirkiyeyê dinihêrin, dibînin ku Denîz hatin bidarvekirin. Jê re gotin; ‘terorîst.’ Piştre jî rabûn pesnê wan dan. Ji Ahmet Kaya re gotin; ‘terorîst.’ Nabe ku mirov Ocalan û van kesan bide ber hev. Hem di hêla siyasî û hem jî di hêla civakî de bandora wî zêde heye. Bifikirin ku fikrên wî niha li zanîngehan weke ders tên dayîn. Hûn qebûl bikin jî nekin jî ev rastiyek e.”
 
TEKANE VEBIJÊRK: MASE 
 
Parêzer Mahmût Taşçi got ku heta li ser maseyê neyê rûniştin, tu pirsgirêk çareser nabin û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Bi polîtîkaya ‘em ê bi zext û zilmê tune bikin’ re herî zêde dikarin pirsgirêka heyî hinek paşve bidin. Ji dîrokê ve hemû şerên dijwar ku êş û qirkirinên mezin hatin kirin jî di dawiya dawî de bi aştiyê biencam bûn. Pêncî sal, sed sal jî bidome dê di dawiya dawî de bi aştiyê encam bibe. Paşxistina çareseriyê, tenê ziyanê digihîne gel. Dixwazin her kesekî li dijberî xwe tune bikin. Heke tu kurdan, elewiyan, ermenan û jinan tune bikî, wê demê hemû kes dê ji te re bibêje barbar. Tu pirsgirêk bi çekan çareser nabin. Heke tu hebûna kurdan, ermenan û hwd. tune bihesibînî, dê aştî jî neyê vî welatî. Gelên kurd û tirkan gelek êş kişandin. Zîhniyetek heye ku van gelan tune dihesibîne. Vê zîhniyetê gelek tişt bi vî welatî dan windakirin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Aslan
 

Sernavên din

05/06/2022
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin