Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin

  • rojane
  • 09:08 4 Hezîran 2022
  • |
RIHA - Rojnameger Sîpan Cûdî diyar kir ku Erdogan ji bo êrîşî herêma Şehbayê bike gefan dixwe û wiha got: "Demografyaya herêmê tê guherandin. Gelek kesan ji deverên cuda yên Sûriyeyê tînin û li herêmên dagirkirî bi cih dikin. Lê belê gelê Şehbayê ji şerê gel ê şoreşgerî re amade ye." 
 
Li Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê di 20'ê çileya 2018'an de dagir kiribû, binpêkirinên mafan û sûcên giran ên li hemberî mirovahiyê bênavber didomin. Niha jî gelê ku bi darê zorê ji Efrînê hatiye koçberkirin bi gef û êrişan re rû bi rû ye. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan çend roj berê ji bo cardin êrişê bibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, peyamên êrişê dan. Erdogan di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dê ji ewil êrişî Til Rifat û MInbicê bikin. Lê piştî axaftina Erdogan bi demeke kurt herêma Şehba bi êrişan re rû bi rû ma. 
 
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Sîpan Cûdî ku li Şehbayê nûçegihaniyê dike geşedanên dawî yên herêmê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxandin. 
BÊNAVBER BERXWEDAN
 
Cûdî bibîr xist ku piştî dagirkirina Efrînê gelê Efrînê berê xwe daye herêma Şehbayê û wiha got: "Li herêma Şehbayê 5 kampên penaberan hene. Gelek zor û zehmetî hene. Gel li gund û bajarokan di malên xirabe de dimînin. Li hemberî hemû zext û zoriyan jî gel 4 sala e bênavber li ber xwe dide."
 
'ME CÎHAN PÊ HISAND'
 
Bi domdarî Cûdî anî ziman ku li herêmê karê rojnamevaniyê jî di şert û mercên giran de berdewam dike û wiha domand: "Me cîhan bi neheqiyên ku li gelê Efrînê tên kirin hesand. Li Efrînê li cihên dibin dagirkirinê de mafên mirovan tên binpêkirin. Bi hezaran kes hatin revandin û kuştin. Em wan neheqiyan parve dikin lê hêzên navneteweyî li hemberî vê bêdeng in. Dewletên navneteweyî naxwazin êrîşên dewleta tirk bibînin."
 
BERXWEDANA DI BIN ÊRÎŞ Û AMBARGOYÊ DE
 
Di berdewamê Cûdî destnîşan kir ku gelê Şehbayê di dibin êriş û ambargoyê de jî berxwedaneke bêhempa dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Zehmetiyên li herêmê gelek in. Dewleta tirk her roj herêmê bombabaran dike. Ev êriş 4 sal in berdewam dikin. Li gel êrişa li ser herêmê hikûmeta Şamê jî ambargo daniye ser herêmê. Derketina ji herêmê zehmet e, di warê anîna zexîre û xurekan de pirsgirêk hene. Lê li hemberî hemû astengiyan jî gel li ber xwe dide. Gel dibêje, çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin. Em rojnamevan vê yekê dibînin."
 
'GEL DIJMINÊ XWE NAS DIKE'
 
Cûdî bilêv kir ku  armanca êrişan ew e ku hêviyê gel a çûna Efrînê ji holê rake û wiha pê de çû: "Ev berxwedana gelê Şehbayê heya gel vegere Efrînê dê berdewam bike. Li Şehbayê di 4 salên dawî de gelek komkujî pêk hatin. Di komkujiyan da gelek zarok û jinan jiyana xwe ji dest dan. Gelê Şehbayê ji êrişên beriya niha ders girtine. Gel dijminê xwe nas dike. Li Efrîn, Serêkaniye û Girê Spî gel dibîne bê çi dibe. Demografyaya herêmê tê guhertin. Gelek kesan ji deverên cuda yên Sûriyeyê tînin û li herêmên dagirkirî bi cih dikin. "
 
'GEL JI BO ŞERÊ ŞOREŞGERÎ AMADE YE'
 
Rojnameger Cûdî anî ziman ku xewn û xeyala dewleta tirk, avakirina osmaniya nû ye û axaftina xwe wiha qedand: "Salvegera Peymana Lozanê nêz dibe. Erdogan di axaftina xwe de qala herêmeke biewle dike. Li herêma ku dibin dagirkirina dewleta tirk de ewlehî tune ye. Her roj sûcên li hemberî mirovahiyê tên kirin. Erdogan ev du hefteye gefên xwe zêde kirine. Vê yekê ji bo hilbijartinê dike. Lê gel li hemberî hemû tiştî rêxistina xwe mezin dike. Gelê Şehbayê ji bo şerekî şoreşgerî amade ye. Dayikên şehîdan dibêjin em bê zarok dikarin bijîn, lê bê welêt na. Gelê Efrînê li Şehbayê ber xwe dide. Dewletên navneteweyî dive êdî li hemberî êrîşên dewleta tirk bêdengiya xwe xira bikin û gav bavêjin."
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

05/06/2022
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin