‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’

  • rojane
  • 11:54 6 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc diyar kir ku Tirkiye di êrişên xwe de xitimî ye lewma teknîk û çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha got: “Belgeyên leşkerên jiyana xwe ji dest dane û helîkopterên hatine xistin û derbkirin di destê me de ne.” 
 
Êrişa AKP-MHP’ê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dayî destpêkirin berdewam in. Yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Hakî Armanc têkildarî geşedanên heyî bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî. Armanc, diyar kir ku Tirkiye li Zapê xitimî ye û wiha got: “Tenê guleyek jî bê teqandin, leşkerên wan her yek bi cihekî ve direve. Anku li Zapê perîşan bûne. Bi rastî mirov mereq dike bê ka ev artêş dê çawa ji wir derkeve.” 
 
Armanc, da zanîn ku êrişên li dijî herêmên wan di 14’ê nîsanê de bi êrişên hewayî dest pê kirin û wiha domand: “Di 17’ê nîsanê de li dijî Zapê ji bejahî ve dest bi êrişê kirin. Ev êriş, di çarçoveya Plana Mîsak-i Mîllî de tên kirin. Tirkiye dixwaze şerê di navbera Rûsya-Ûkraynayê de weke firsendekî bi kar bîne. AKP û Erdogan, ji bo domandina desthilatdariya xwe van êrişan dike. Encamekî ku dewleta tirk bi dest xistî tune ye. Hevalan bi gelek çalakiyên serkeftî re li pêşiya êrişan bûn mertal. Dewleta tirk niha xitimî ye. Bi taybet jî li Kurêjaro” 
 
‘BELGE DI DESTÊ ME DE NE’
 
Têkildarî xistina helîkopteran jî Armanc ev agahî parve kirin: “Ez mînakekî bidim; heval çûn ser cenazeyên bi dehan leşkeran, nasnameyên wan hilgirtin û her tiştek aşkera ye. Lê qet qala wan nakin. Mixabin li Tirkiyeyê yek rojnameger an jî rewşenbîrek tune ye ku vê yekê bipirse. Kesek napirse bê ka ev leşker li ku ye. Vê rejîma faşîst civak ewqas kerr kiriye ku kesek napirse bê ka ev şer çi ye û çi diqewime. Çekên wan leşkeran di destên me de ne, baş e lê ev çek ên kê ne? Hemû jî bixwîn in û li ser dijmin hatine rakirin. Yek windahiyeke xwe nadin. Şerekê derûniyê dimeşînin û dixwazin van rastiyan berevajî bikin. Divê gelê me baş di ferqa vê rewşê de be. Heke mirov dewleta tirk baş nas neke, mirov dê bibêje gelo rast dibêjin. Ewqas leşker danîn û operasyon heye. Ev der, deverên qedîm ên gerîlayan in û ewqas amadekarî hatine kirin. Ma ewqas hêsan e ku wisa bên vêderê û leşkeran deynin? Çiqas skorsky û helîkopterên atakê hatine derbkirin û xistin, çiqas leşker hatine kuştin, belgeyên wan tevek bi me re hene. Ev rastî di rojnameyan û li ser televîzyonan nayên parvekirin. Dibêje; ‘ez serkeftî me, dê Zapê bistînim û bi ser kevim.’ Bi vê yekê re jî şer dirêj dike. Lê baş bizanin ku hûn dê nekarin Zapê bistînin.”  
 
‘DIVÊ GELÊ ME PEYWIRA XWE PÊK BÎNE’
 
Herî dawî jî Armanc ev tişt anî ziman: “Şerê heyî bi teknîk û çekên kîmyewî berdewam dike. Divê gelê me vê yekê baş bizane ku ev dijmin dê were têkbirin. Nîşaneyên vê hene. Dewlet di nava tirs û xofê de dixwaze operasyonê dirêj bike. Divê gelê me jî peywirên xwe pêk bîne. Em bi êrişên bêrêgez û mezin re rû bi rû ne. Şervanên azadiyê gelê me û destkeftiyên wan diparêzin. Ji bo vê jî canê xwe feda dikin.”
 

Sernavên din

08/06/2022
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin