Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema

  • rojane
  • 13:23 7 Hezîran 2022
  • |
AMED - Di ser kuştina nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr re 30 sal derbas bû. Xwarziyê Akdemîr rojnameger Veysî Polat, diyar kir ku şopdarên rojnamegerên kuştî kevneşopiya çapameniya azad didomînin û pênasa wan li erdê nahêlin.
 
Rojnameya Ozgur Gundemê, di 30 gulana 1992'yan de dest bi weşanê kir û di 14'ê nîsana 1994'an de bi biryara dadgehê hat girtin. Ji ber şerê li herêmê, cînayetên pêk hatine û valakirina gundan ji gel re ragihand ji aliyê rêxistinên mîna JÎTEM'ê ve hedef hat girtin. Rojnameya ku rexmî girtin, cezayên pere û girtina xebatkarên xwe jî bi qasî 2 salan weşana xwe domand, 30 jê nûçegîhan bi giştî 76 xebatkarên wê hatin kuştin. Yek ji van nûçegîhanan jî Hafiz Akdemîr (27) bû. Akdemîr, li rojnameya Yenî Ulkeyê ku heftane derdiket dest bi nûçegîhaniyê kiribû û piştî ku Yenî Ulke hatibû girtin li buroya Amedê ya rojnameya Ozgur Gundemê dest bi xebatê kiribû. 
 
Akdemîr, çalakiyên nûçeyên greva birçîbûnê yên li avahiyê Partiya Kedê ya Gel (HEP), berxwedana karkerên TEKEL'ê, kesên îşkence li wan dihatin kirin û kesên gundên wan hatibûn şewitandin ji raya giştî re radigihand. Ji ber ku bi nûçeyên derbarê Hîzbûllah û kontrgerîllayê de bal kişand ser xwe hedef hat girtin. Rojek serê sibehê nîşeya "Wê pênûsa we bişikê, dora we ye" li ber derê rojnameyê hat anîn. Rojek piştî vê dema kontrola nasnameyê ev gef lê hat xwarin: "Li tiştên tu dinivisînî baldar be."
 
 
Di 8'ê hezîrana 1992'yan de dema ku diçû buroya rojnameyê li kuçeya ku îro navê wî lê hatiye kirin a li ser kolana Melîk Ahmedê êrişeke çekdarî lê hat kirin û hat kuştin. 
 
FAÎL HAT BERDAN
 
Di lêpirsîna ku derbarê cînayeta Akdemîr de hat veirin de heta 8 salan tu pêşveçûn çênebû. Piştî 16 salan tetikkêşê Akdemîr endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ê bi navê kod "Huseyîn" di sala 2008'an de li Avûstûryayê hat girtin û ew anîn Tirkiyeyê. Cînayeta Akdemîr jî di nav de Yildiz ji 11 cînayetan hat darizandin û ji ber 6 cînayet û 2 birîndarkirinan cezayê muebbetê lê hat birîn. Lê piştî biryara AYM'ê ya "binpêkirina darizandina adil" bi hikumxwarên Hizbullahê re piştî ku 9 salan girtî ma hat berdan. Tê gotin ku Yildiz jî mîna endamên din ên Hizbûllahê reviyaye qampên wê yên derveyî welat. 
 
Xwarziyê Akdemîr rojnameger Veysî Polat ku dema Akdemîr hat kuştin kar û barên li ser piya yên buroya rojnameyê ya Amedê dikir qala xalê xwe Akdemîr kir 
 
'EW BI KEFAN DGIERIYAN'
 
Veysî Polat, diyar kir ku Akdemîr ji aliyê herkesê ve mînat dihat girtin û wiha got: "Hafiz zêde li buroyê nedima. Çavkaniyên xwe yên nûçeyan ziyaret dikir û li pey nûçeyan bû. Li peyketina nûçeyan gelek hez dikir. Ji ber vê timik li kuçeyan e. Li gorî şertên demê nûçegîhanek baş bû. Salên 1990'î di hêla rojnamegeriyê de îşlikê ji agir bû. Wan ne îşlikê ji agir bi kefan digeriyan. Çima geriyan? Wê demê kesî cureet nedikir ku binivisîne. Dev ji nivîsandinê berde kesî cuereet nedikir ku biaxive. Lê wan li vê erdnîgariyê kesên zilm û îşkence li wan dihat kirin, malê wan dihatin şewitandin, ji kar dihatin avêtin û neheqî li wan dihat kirin dinivîsandin. 
 
ROJA KU ÊRIŞ PÊK HAT
 
Polat, şahidiya xwe ya roja kuştina Akdemîr jî wiha vegot: "Ji ber ku her roj em diçûm kar saeta me ya sibehê diyar bû. Herî dereng em saet di 08.30'an de li kar bûn. Saet derdora 08.25'an de em ber bi cihê xwe yê kar ê li Taxa Îskender Paşa. Piştî ku em ji malê derketin 100 metre şunda em li kuçeya Palû li pêşiya firina Palû bûn. Li vê derê wesayîteke kaşkaşk diyar bû. Li serê kîsên arvan hebû. Ji ber ku kuçe teng bû ez derbasî aliyê çepê yê kuçeyê bûm. Dema derbasbûna wesayîtê destek gule lê hatin reşandin. Hafiz kujerê xwe nedît. Ji ber hêwa ruha min jî kir hewar û fîgan. Tenê aliyekî serçavê wî dît û destek gule jî li min reşand."
 
'MA ROJNAMEYEKE DIN TUNEYE?^'
 
Di berdewamê de Polat, bi lêv kir ku dema ku çûne nexweşxaneyê kesên li nexweşxaneyê jê pirsa ku Akdemîr li kuderê dixebite jê kirine û ev tişt anî ziman: "Min ji wan re got, 'li Ozgur Gundemê dixebite'. Li ser vê bersiva min li dijî min tund tevgeriyan û di nav wan de hin kesan jî pirsa ku ma tojnameyeke din tuneye? kirin. Dîsa wê demê polisan hatin min qereqolê û ji min re gotin, 'Hûn çima li wir dixebitin? Rojnameyeke din tuneye? Ev neyarê gel in'. Piştre dema ku vegeriyam nexweşxaneyê Hafiz jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê rexmî ku şahid ez tenê bûm jî nehatim guhdarîkirin û pêvajoya dozê hat girtin. Kujer niha di nav me de ye. 
 
'TIŞTEK NEGUHERIYE'
 
Polat, destnîşan kir ku piştî 30 salan hê jî zextên li ser rojnamegeran didomin û wiha pê de çû: "Tirkiye welatê ku herî zêde rojnameger lê girtî ne. Tetik tuneye lê ji wê demê jî ferqek tuneye. Bi qanûnên ku tên derxistin qad li rojnamegeran tê tengkirin. Herî dawî Hevseroka DFG'ê ji ber ku ji hevalên xwe yên rojnameger ên girtî re pere şandibû hat binçavkirin. Ji ber vê di 30 salî de zêde tiştek neguheriye. Şopdarên Hafiz Akdemîr kevneşopiya çapameniya azad didomînin. Di vê wateyê de pênûsa wan li erdê nemaye û wê nemîne jî. Pratîka heyî vê nîşan dide. Hevalên me li qadê ne û bedêla wê girtîgeh û şikandina makînê ya di serî de be jî neheqî û bêhiqûqiyê tînin ziman. Divê rojnameger azad bin."
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

08/06/2022
09:06 Parlamentera Iraqê ya berê Rêzan Şêx Dilêr: Êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li ser tevahiya Iraqê ne
09:04 'Pêdiviya gelê kurd bi PDK'ê tune ye'
09:02 Malbatên girtiyan: Em ê giliyê îşkenceyê bikin
09:01 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê qada avahiyan kiriye qada bazirganiyê
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
06:56 Li Amedê herî kêm 16 rojnameger hatin binçavkirin
07/06/2022
20:57 Konferansa HDP'ê bi dawî bû: Em ê Komara Demokratîk ava bikin
19:13 SES: Binçavkirin û girtin nikarin têkoşîna me asteng bikin
17:10 Di doza êrişa li dijî HDP'ê de biryara bêpeywiriyê hat dayîn
16:55 Buldan bang li şandeya Şûreya Dewletê kir: Bila her kes weke dadgerên xwedî wijdan behsa we bike
16:48 Li Çiyayê Gabarê şer derket
16:48 Nobeta Edaletê ya Îzmîrê: Destê xwe bidin ser wijdanê xwe
16:47 Rojnamevan Hafiz Akdemîr wê were bîranîn
16:47 ‘Em li Xelîfanê santrala termîkê naxwazin’
16:10 Piştî biryara Peymana Stenbolê 495 jin hatin qetilkirin
16:01 HSD bi awayekî awarte li hev civiya
15:35 Di danişînê de îşkence li 4 girtiyan hat kirin
15:11 Doza Kobanê: Qasî ku di medyayê de şopandiye gilîker e
14:54 Eyûb Barzanî: PDK’ê Kurdistan radestî Tirkiyeyê kir
14:45 Baroya Îzmîrê giliya Serokkomar Erdogan kir
14:35 TJA’yê ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Em dikarin ji dîlîtiya xwe rizgar bibin
14:34 Ferît Şenyaşar bertek nîşanî cezayê li dayika wî hatiye birîn da
14:15 Fermana sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji organîzasyona MÎT-DAIŞ’ê ne
14:12 Welatiyê 70 salî li Tetwanê hate binçavkirin
13:52 Tevî biryara binpêkirinê ya DMME’yê jî darizandin domandin
13:46 Rapora ÇED’ê ya Geliyê Zorê hate betalkirin
13:38 Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne
13:26 Nobeda edaletê di roja 204’an de ye: Heta edalet pêk neyê em dê li qadan bin
13:23 Pênûsa rojnameger Hafiz Akdemîr li erdê nema
13:13 Raportorê YE’yê Amor: Tirkiye di pozîsyona dagirkeriyê de ye
12:56 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:31 Doza Peymana Stenbolê: Ya ku ewil jinê dikuje dewlet e
12:23 Fermandarê YNK’ê yê berê: Sedema vê malwêraniya kurdan yeknegirtina wan e
12:04 Wêneyê şandeya şopandinê piştî 9 salan kirin sedema girtinê
11:52 Sergardiyan gefa ‘A rast dê min tu bikuşta’ li girtiyê nexweş xwar
11:51 Ciwan Haco: Ruh û mejiyê me êdî şerê kurdan ê li dijî hev ranake
11:44 Wê giliya qedexekirina şanoya kurdî bê kirin
11:06 Ok: Gava ewil a çareseriyê dawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye
10:43 Xebatên AKP’ê yên 20 salan!
10:43 Doza Peymana Stenbolê li Şûreya Dewletê tê dîtin: Em ê dev ji xeta xwe ya sor bernedin
10:02 Ji bo tundî û nîjadperestiya li dibistanê ji 'birîndarkirina hêsan' dozname amade kirin
09:04 Bertek nîşanî heqê kirêya zêde da: Ma kî dikare ev qas pere bide?
09:03 Mala wan hilweşandin, bavê wan girtin: Bavê xwe nas nakin
09:02 Ji ber zextan kargeha xwe girt: Dê nikaribin pêşî li ber hunera min a kurdî bigirin
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin