Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan

  • rojane
  • 11:32 8 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Karwan Hewram destnîşan kir ku zêdebûna kuştina welatparêzên kurd a li Hewlêrê, ji ber tevgera rehet a îstîxbaratên Tirkiyeyê û Îranê ye û wiha got: “PDK li gorî berjewendiyên wan tevdigere.”
 
Li Herêma Kurdistana Federe ku êrişên berfireh ên Tirkiyeyê lê didomin, sûîkastên li dijî sivîlan jî berdewam dikin. Herî dawî di 6’ê Gulanê de di encama teqîna bombeya li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê li wesayîtekê hatibû bicihkirin, endamê Partiya Xebatê ya Sazûman ê 49 salî Ekber Sefer Elmas birîndar bû. Li Herêma Kurdistanê ku bûye cihê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT), Îstîxbarata Îranê û îstîxbaratên dewletên din, her roj li dijî siyasetmedarên kurd sûîkast tê kirin. Di êrişên muxalîf hedef tên girtin de balkêş e ku faîl pişt re direvin Hewlêrê. Li gorî agahiyên parlamenterê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî bi raya giştî re parve kirin, ji sala 2015’an ve 150 sivîl tenê di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de hatin qetilkirin û 134 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî jî hate diyarkirin ku di salên dawî de ji aliyê çeteyên PDK’ê ve herî kêm 50 sivîl hatine qetilkirin û bi dehan kes jî hatine birîndarkirin. 
 
NAVENDA ÎSTÎXBARATÊ: HEWLÊR
 
Rojnamevanê rojhilatî Karwan Hewram êrişên li herêmê û sûîkastên tên kirin nirxand. Hewram, bi lêv kir ku Herêma Kurdistanê bûye hêlîna yekeyên îstîxbaratê, her tim çalakiyên terorî pêk tên û wiha got: “Bi taybetî Hewlêr bûye hêlîna çeteyan. Hewlêr bûya navenda îstîxbaratên Baas, MÎT û Îranê. Ev yekeyên îstîxbaratê bi awayekî aktîf li dijî kesên di nava têkoşîna kurdan de cih digirin, astengiyan derdixînin. 
 
‘PDK, WEKE DAÎŞ’Ê GAVAN DIAVÊJE’
 
Hewram ê PDK û DAÎŞ şibandin hev, wiha berdewam kir: “Çawa ku DAÎŞ bi berdela pereyan de li gorî berjewendiyên her dewletê tevdigere, PDK jî mîna DAÎŞ’ê tevdigere. Siyasetmedar û çalakvanên li Başûr ji aliyê PDK’ê ve hedef tên girtin. Weke tê zanîn mehên derbasbûyî li Silemaniyê jî çalakiyên terorî yên weke van pêk hatin. Di vê êrişê de Mehmet Zekî Çelebî hate qetilkirin. Li gorî çavkaniyên fermî kesên ku Çelebî qetilkirin revîbûn Hewlêrê. Em dibînin ku Hewlêr bûye navendeke ku kesên li dijî kesên ku têkoşîna Kurdan didin meşandin kiryarên terorîstî pêk tînin tên perwerdekirin û parastin.
 
ELÎ EWNÎ LI SER KAR E
 
Hewram, diyar kir ku li Hewlêrê bi serkêşiya Mesrûr Barzanî gelek yeke hatine avakirin, yek ji van yekeyan jî li dijî PKK’ê hatiye avakirin û wiha berdewam kir: “Malbata Barzanî ji bo ku hem Îran û hem jî Tirkiye baştir xizmetê bike çi ji destê wê tê dike. Û ew vê yekê ne bi dizî, bi awayekî aşkere bêyî ku şerm bike, dike. PDK ji bo Tirkiyeyê û Îranê hemû Kurdan tîne hemberî hev û li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê û Îranê tevdigere. Saziyên îstîxbaratê yên tirk û Îranê di berdêla pereyan de xwe di navbera PDK’ê de bi sazî kirine. Di serê van saziyan de kesê bi navê Elî Ewnî (Endamê Polîtburo ya PDK'ê Elî Ewnî) heye. Saziyên îstixbarata Tirkiyeyê û Îranê agahiyan kom dikin û tînin didinAlî Ewnî Elî Ewnî. Elî Ewnî jî bi rêya çeteyên xwe êrîşan dixe pratîkê. Çalakî li gorî talîmatê tên kirin, mîna ku mayinekê bi wesayîtekê ve bikin û wî bikujin ferman tên dayîn.”
 
DAGIRKIRIN PERÇEYEKÎ ÊRIŞAN E
 
Hewram, destnîşan kir ku êrişên li Herêma Kurdistanê parçeyek ji planên dagirkeriyê ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dibînin ku bi dehan kes hedef tên girtin û qetilkirin. Dema ji aliyê çeteyan ve êrîş tên kirin, piştî êrîşê yekser ji bo parastinê direvin Hewlêrê. Ev hemû parçeyek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye. Başûrê Kurdistanê sîstemeke girêdayî qanûnan nîne. Avabûneke ku karibe mafê welatiyan biparêze nîne. Ji ber vê yekê jiyana kesê ne di ewlehiyê de ye. Yên ku li vir qala qanûnan dikin bi xwe mafya ne. Ew tetîkkêşên rejîmên tirk û Îranê ne. Ji bo vê jî bi taybet kesên di nava muxalefetê de pêwîste parastina xwe ya cewherî pêk bînin.”
 
 

Sernavên din

10/06/2022
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan