Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye

  • rojane
  • 12:03 8 Hezîran 2022
  • |
AMED - Rojnamevan Dîcle Muftuoglu ya ku 4 rojan di binçavan de ma û hat berdan diyar kir ku îro rojnamevanên hatine binçavkirin bi armanca berevajîkirina heqîqetê pêk hatiye. 
 
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û ji edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglu di 3’yê hezîranê de dema xwest biçe Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade bide, hatibû binçavkirin. Muftuoglu bi hêceta pere ji hevpîşeyên xwe yên li Girtîgeha Wanê girtî ne re şandiye bi îdiaya “Fînansê temînî rêxistinê kiriye” hatibû binçavkirin û piştî 4 rojan bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. 
 
Muftuoglu pêvajoya binçavkirina xwe û geşedanên pişt re qewimîn nirxand û got: “Binçavkirina min dij hiqûqû û îşkence ye.” 
 
 
ZEXTA DERÛNΠ
 
Muftuoglu diyar kir ku çar rojan di nezarete de zexta derûnî lê sepandine û wiha got: “Dixwazin bi vê yekê me ‘terbiye’ bikin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku çar roj ragirtina rojnamevanek ango mirovek di binçavan de ji azadiya wê/wî bêpar hiştin bêhiqûqiya herî mezin e.” 
 
‘ÇÎROKEK PÊKENOK E’ 
 
Muftuoglu anî ziman ku wê bi rêya SEGBÎS’ê îfade daye û tenê şandina pereyê ji bo hevpîşeyê wê rojnamevan Nedîm Turfent û Ziya Ataman jê pirsîne û wiha axivî: “Di rewşek normal de ev yek çîrokek pêkenok e. Ev tablo asta ku hiqûqa Tirkiyeyê gihîştiyê nîşan dide. Her wiha dixwazin têkiliya rojnamevanan ji hev qût bikin. Dixwazin di şexsê Nedîm û Ziya de bendek hişk deynînin pêşiya girtiyan. Dibêjin ‘me bi girtina bi wan nikaribû, vê carê em li dijî kesên ku piştevaniya wan dikin şer bikin’. Ez vê operasyonê wisa şîrove dikim. Lê ez eşkere dibêjin tiştek wiha di hiqûqê de nîne. Ev tişta ku derdixin pêşiya me tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne. Tawanbariya li ser min ne karê aqil e.” 
 
‘EM Ê ASTENGIYAN RAKIN’ 
 
Muftuoglu da zanîn ku di salên dawî de zextên li ser rojnamevanan zêde bûne, ew wek DFG’ê têkildarî van zextan xebatan dikin û wiha pêde çû: “Em piştevaniya ji bo rojnamevanan diafirînin. Dixwazin bi van operasyonan bikevin pêşiya piştevaniya rojnamevanan. Em ê vê qebûl nekin. Niha ji 60 rojnamevanî zêdetir di zindanan de ne. Em ê her piştevaniya hevpîşeyên xwe bikin. Ew her çiqas bixwazin bi van cureyên operasyonan, binçavkirinan me tepisînin û bêzar bikin. Lê em ê vê piştevaniyê mezintir bikin û em ê hewl bidin astengiya li pêşiya azadiya derbirînî rakin.”
 
CAREK DIN ROJNAMEVAN BÛN ARMANCA ZEXTAN 
 
Muftuoglu bal kişand ser binçavkirina rojnamevanan a îro li Amedê pêk hat û wiha got: “Îro serê sibehê li dijî çapemeniya kurd operasyonek pêk hat. Carek din xebatkarên medya kurdî ango çapemeniya azad bûn armanca binçavkirinê. Herî kêm 16 hevalên me hatine binçavkirin. A rast dixwazin bi vê operasyonê ser rastî û heqîqetê bigirin û heqîqetê berevajî bikin. Lê em ê her heqîqetê bêjin û xebatên xwe bidomînin. Çawa ku operasyonên din encam nedan wê ev operasyon jî negihîje tu encamê. Em dixwazin hevalên me tavilê bên berdan. Em bang li rêxistinên rojnamevanan jî dikin ku bibin yek deng û li dijî binçavkirina rojnamevanan derkevin.” 
 

Sernavên din

10/06/2022
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan