Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin

  • rojane
  • 13:03 8 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Rêxistinên çapemeniyê û rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina 16 rojnamegeran a li Amedê dan û diyar kirin ku di demekî ber bi hilbijartinê ve desthilatdarî zexta xwe zêde dike û banga piştevaniyê kirin. 
 
Polîsan îro di danê sibehê de li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtinan de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan û Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî di nav de 16 rojnameger hatin binçavkirin. 
 
Rêxistinên çapemeniyê û rojnamegeran bertek nîşanî van binçavkirinan dan. 
 
Nivîskara Kısadalga.net’ê Mehveş Evîn diyar kir ku binçavkirina rojnamegeran rê li ber fikaran vedike û wiha got: “Ev binçavkirin, bi awayekî rasthatî nayên kirin. Hêjta jî yek ji welatên ku azadiya çapemeniyê di bin piyan de, Tirkiye ye. Tirkiye di vê mijarê de di rêza 149’an de ye. Sedema vê ne tenê hejmara rojnamegerên girtî ye. Her wiha ji ber rojnamegerên derheqê wan de doz hatine vekirin, hatine binçavkirin, rastî binpêkirina cezayên maddî û xespkirina mafan hatin, yên tundî lê hatine kirin, rojnameger û weşanên ku hedef hatine nîşandan... Bi taybet jî rojnamegerên li herêman dixebitin bêhtir rastî êrişan tên, gelek caran êrişên fîzîkî li dijî wan tên kirin. Heta ez bi bîr bixim ku rojnameger Gungor Arslan di meha sibatê de li Kocaeliyê hate kuştin.” 
 
ZEXT Û BÊZARKIRIN 
 
Bi domdarî Evîn anî ziman ku zext û binçavkirinên li dijî rojnamegeran, têkiliya xwe bi polîtîkayên tund ên AKP-MHP’ê yên li dijî derdorên muxalîf re heye û wiha domand: “Hewldana girtina HDP’ê, krîmînalîzekirina derdorên rexnegir û demokrat, cezayên muebbetê yên li Osman Kavala û aktîvîstan hatine birîn, yek bi yek parçeyeke stratejiya hilbijartinê ya desthilatdariyê ye. Mixabin ku sepanên weke bêhiqûqî, dijbertî, dîl girtin û tundî sepanên vekirî yên desthilatdariyê ne. Xuyaye ku bi nêzbûna hilbijartinê re, di serî de tevgera siyasî ya kurd dê polîtîkaya bêzarkirinê ya li dijî hemû derdorên muxalîf zêdetir bibin.” 
 
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI HEMPÎŞEYÊN XWE DERKEVIN’ 
 
Di berdewamê de Evîn bal kişand ser ‘qanûna dezonformasyonê’ ya desthilatdariyê û cezayên li rojnamegeran tên birîn û ev tişt anî ziman: “Her ku hilbijartin nêz dibe, ev polîtîkaya bêbandorkirin, tepisandin û bêzarkirinê ya li dijî çapemeniyê girantir dikin. Li gorî texmîna min, hewl didin wisa li HDP û hilbijêrên wê ku di nava her du tifaqan de jî nînin bikin ku neçin se sindoqê. Ji bo ku kesek dengê xwe dernexîne, hincetên weke ewlehî, teror û endamtiyê derdixînin. Rêya valaderxistina vê bêrehmî û taktîkên derhiqûqî, bi xwedîderketina li mafên xwe yên demokratîk û hempîşeyên xwe pêkan e.”
 
PÊVAJOYEKE MÎNA OHAL’Ê YE
 
Serokê Giştî yê Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê yên Tirkiyeyê (Basin-Îş) Faruk Eren jî bal kişand ser zextên ser rojnamegeran û wiha got: “Êdî rewş gihiştiye asteke xeternak. Bi taybet jî zext û binçavkirinên li dijî rojnamegerên kurd berdewam in. Weke nîşaneya polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê dinirxînim. Ji bo ku polîtîkayên wan neyên zanîn û teşhîr nebin, berê xwe dan rojnamegeran. Rewşeke mîna dema OHAL’ê heye. Gelek rojname û rojnameger hatin girtin. Heman polîtîka dîsa xistin meriyetê. Ne bawerim encamekî ji vê bigirin. Nikarin vî welatî birêve bibin. Halê aborî û siyasetê li holê ye. Her wiha rewşa polîtîkaya derve berçav e û nikarin birêve bibin. Lewma dixwazin gefan li rojnamegeran bixwin, krîmînalîze bikin û xwe ji rewşê xelas bikin.”
 
MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ YÊ CIVAKÊ 
 
Eren, got ku nîşandana bertekan û hewldana pêşîlêgirtina vê rewşê ne tenê pirsgirêka rojnamegeran e û ev nirxandin kir: “Mijareke girêdayî mafê agahîgirtinê yê civakê ye. Divê civak xwedî li vî mafê xwe derkeve. Divê rojnameger piştevaniya hev bikin. Heke rojnameger nebin, dê haya wan ji rastiyê nebe. Lewma ev yek, raste rast pirsgirêka demokrasiyê ye. Ne tenê pirsgirêka rojnameger in. Rojnameger, di nava civakê de karên girîng dikin. Lewma divê civak xwedî li rojnamegeran anku li demokrasiyê derkevin.” 
 
XITIMÎNA DI PIRSGIRÊKA KURD DE
 
Hevdîroktora Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok jî da zanîn ku zextên li ser rojnamegerên kurd di demên dawî de zêdetir bûne û wiha bi dawî kir: “Xuyaye ku her ku hilbijartin nêz dibe, dê ev zext zêdetir bibin. Zext û binçavkirinên li dijî rojnamegerên kurd, raste rast têkiliya xwe bi pirsgirêka kurd ve heye. Xitimîna di pirsgirêka kurd de bandora xwe li her derê dike. Em her roj bi nûçeyên operasyonên li dijî HDP, rêxistinên civaka sivîl ên kurd û rojnamegeran hişyar dibin. Ji bo ku dawî li van sepanan bê anîn, divê hemû kes xwedî li rojnamegerên kurd derkeve. Divê tenê rojnamegerên kurd bertekê nîşan nedin. Ev bes nake. 
 
Dema li Stenbolê 16 rojnameger tên binçavkirin bertekeke çawa bê nîşandan, divê ji bo Amedê jî heman tişt were kirin. Heke ev binçavkirin li Stenbolê bûna, dê bertek cuda bûya. Tenê heke em bertekên hevpar nîşan bidin dê bikarin pêşî li van zextên ser rojnameger û rojnamegeriyê bigirin. Lewma divê hemû kes piştevaniyê bike. Ji bo piştgiriyê em ê sibe du parêzeran bişînin Amedê. Em ê pêvajoyê jinêz ve bişopînin.”
 

Sernavên din

10/06/2022
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan