Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e

  • rojane
  • 21:26 9 Hezîran 2022
  • |
img
AMED – Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de binçavkirina 20 rojnamevanan şermezar kir û piştevaniya xwe ya ji bo çapemeniya azad ragihand. 
 
Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de, têkildarî 20 jê rojnamevan 21 kesên di 8'ê Hezîranê de li Amedê di avaêtina ser Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF), Jinnews, Ajansa Mezopotamyayê û Produksiyona Pelê de hatibûn binçavkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Serdegirtin û binçavkirinên ku di salvegera şehadeta Hafiz Akdemîrê ku nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû û 8’ê Hezîrana sala 1992’yan de hatibû qetilkirin de hevdemî hat kirin, nîşaneya êrîş û şerên derûnî ya li ser Çapemeniya Azad e."
 
Daxuyaniya kurdî ya bi ser navê “Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e” a Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de bi vî awayî ye: 
 
"Duh li Amedê ji hêla emnîyetê ve bi ser Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê (DFG), Jinnews, Ajansa Mezopotamyayê û Produksîyona Pelê ve hat girtin. 21 rojnamevan û xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin. Di van desteserkirinan de polîsan dest dan ser materyalên dîjîital ên xebatkarên çapemeniyê. Serdegirtin û binçavkirinên ku di salvegera şehadeta Hafiz Akdemîrê ku nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê bû û 8’ê Hezîrana sala 1992’yan de hatibû qetilkirin de hevdemî hat kirin, nîşaneya êrîş û şerên derûnî ya li ser Çapemeniya Azad e.
 
ZINCÎREYA BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Ekîbên Şaxa Têkoşîna bi Terorê ya Diyarbekirê saet di 03.30’î şevê de bi ser sazî û malên rojnamevanan de girtin û agahîya tu rayedarên saziyan pênexistin. Ketina saziyan û malan dijhiqûqî ye. Dîsa yek ji xebatkarên çapemeniyê Mehmet Elî Ertaş ku hat binçavkirin 10 saetan bi kelemçeyê hat girtin û bi rêya hempîşeyên wî raya giştî ji vê yekê agahdar bû. Parêzerên bi rojnamevanan re hevdîtin pêkanîn ragihandin ku û bi hinceta 'operasyon hê jî didome' derbarê dosyayê de agahî nayê dayîn. Li gel van kiryarên bêhiqûqî di medyaya desthilatdar de hemû hûrgiliyên dosyeyan bi hevdemî ji raya giştî re hatin servîskirin û lêhayiyek derûnî hat meşandin. Bi vî awayî rê li êrîşên wekî îşkence, darizandina bêedalet, astengkirina mafên ewlehî û azadiyê jî hat vekirin. 
 
KEVNEŞOPIYA ÇAPEMENIYA KURD
 
Ji Rojnameya Kurdistanê hetanî Kovara Hawarê, Azadiya Welat, Xwebûn û Rojnameyên Ozgur Gundem û Yenî Yaşamê kevneşopiya çapemeniya kurd, di her serdem û şert û mercan de li tevî zext û êrîşan her tim afirandiye û meşa xwe domandiye. Ev rastiya çapemeniya kurd, yên ku bi êrîşên xwe dixwazin heqîqetan tarî bikin aciz dike. Keda Apê Mûsa, Hafiz Akdemîr, Nazim Babaoglu, Rohat Aktaş, Kadri Bagdu û rojnamegerên ku di vê rêyê de jiyana xwe ji deste dane, ji ev kevnaşopiyê re jî bingehekê xurt e. Ev bingeh jî sîh salên dawiye ji desthilatdaran re bûye xewnek tirsê. Lewma jî li hemberî rojnamagerên Kurd zext, êrîş, qetilkirin pêk hatine. Her wiha bûroyên rojnameyan hatine bombekirin. Di bingeha van êrîşan de qedexe ya zimanê Kurdî heye. Li Tirkiyê ji her kesê re axaftin, xwendin, nivîsandina zimanê wan ê zikmakî serbest e lê tik û tenê ji Kurdan re qedexeye. Wekî ku Apê Mûsa jî gotiye: 'Wê ji Tirkan re azadî hebe lê ji Kurdan tune be. Kurdê neaxifin û nenivîsin. Tiştên wisa nabe.'
 
DÊ ROJNAMEGERÎ QRÎMÎNALÎZE NEBE
 
Her ku diçe, taybetî jî ev demên dawî de rojnamegerî ji hêla desthilatdariyê ve hê jî tê qedexe kirin. Rêgezên bingehî yên rojnamegeriyê mafê agahdarbûna civakê parastin e. Di heman demên de jî ji bo vî mafê pêwiste liv û tevgerên rojnamegeran hê jî xurt bin. Her wiha qrîmînalîzekirina rojnamegeriyê jî her ku diçe dibe rêbazek bingehîn û rejîma Tirkiye’yê. Lewma jî azadiya çapemeniyê roj bi roj ber bi tunekirinê ve diçe. Ev yek jî ji bo civakê û saziyên sivîl xeteyek gellek girîng e. 
 
Kevneşopiya Çapemeniya Azad, ji roja dest bi weşanê kiriye hetanî neha, nûnêrtiya rastiyan ji xwe re peywir daniye. Ji ber vê yekê jî her dem, têkiliya civakê û rastiyan di nav hev de hewandiye. Lewre jî rastî zext û pêkûtiyan hatiye. Ji xwe di her serdemê de hikûmetên heyî di qeyranên xwe yê birêvenebirinê de herî ewil êrîşê çapemeniyê kirine. Ev yek duh jî wisa bû îro jî wisa ye. Lê Çapemeniye Azad jî çawa ku duh li hemberî ev êrîşan serî netewand dê îro jî netewîne. Em jî wekî Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a Di Qada Çapemenî û Hiqûqê De kedkarên Çapemeniya Azad ên ku di binçavan de ne hêstên xwe yên piştevaniyê bi wan re par ve dikin."

Sernavên din

10/06/2022
15:00 Yuksekdag: Şêwaza heyeta dadgehê dişibe şêwaza Erdogan û Bahçelî
14:41 Başaran: Em li dijî her cure êrişan dimeşîn Gemlîkê
14:19 Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan ji bo piştevaniyê çû serdana DFG’ê
14:14 Di cînayeta Elçî de harddîsk a xerabe ji TUBÎTAK’ê re şandin
13:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:46 Di sempozyuma HDP’ê de wê ji bo zarokan lêgerînên nû bên nîqaşkirin
13:34 KESK’ê ji bo rojnamevanên binçavkirî serdana piştgiriyê kir
13:28 Polîsan ekîpmanên rojnamevanan û şirketên produksiyonê desteser kirin
13:07 Di konferansa HDP’ê de hem peyam dan desthilatdariyê hem jî dan muxalefetê
13:00 Malbata Şenyaşar banga tevlibûna bîranîna 14’ê Hezîranê kir
12:25 Rojnamevan 3 roj in di binçavan de ne
12:13 Li Çemê Dîcleyê tevdîr nayên girtin û xeniqîn zêde dibin
11:48 Rapora GOÇÎZDER’ê ya derheqê penaberan de weke sûc hat nîşandan
11:37 Ji bo rojnamegerên di binçavan de banga piştevaniyê hat kirin
11:34 Li Girtîgeha Îzmîrê hesasiyeta Soylû
11:24 Li Wanê erdhej
11:23 Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in
10:46 Di merasîma derçûnê de pirsa 'Gulistan li ku ye?' kir
10:41 Nelirêtiyeke din a 40 milyon TL’an a qeyûm derket holê
10:28 Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne
10:13 Ji Dayikên Aştiye banga meşa Gemlîkê: Ji bo aştî û azadiyê tev li meşê bibin
09:54 Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre
09:10 ‘Em ê bi meşeke xurt bersiva dagirkerî û înkarkirinê bidin'
09:09 ‘Girtî bi mirinê re rû bi rû tên hiştin'
09:07 Piştî 17 salan dê cardin bi heman kelecanê tev li Meşa Gemlîkê bibe
09:05 Odeya Plansazên Bajêr xwest biryara qeyûm a ji bo 'qada bazirganiyê' bê betalkirin
09:04 Amadekariyên ji bo Meşa Gemlîkê didomin: Divê her kes rola xwe bilîze
09:01 Jinên Şirnexî: Divê tu kes li dijî talankirina erdnîgariyê bêdeng nemîne
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
09/06/2022
23:57 Ber bi Çiyayê Cûdiyê ve sewqiyata eskerî
23:30 Li Tekirdagê 11 siyasetmedar hatin girtin
21:26 Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de: Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e
20:00 Demîrtaş: Em ê wan di sindoqan de veşêrin!
17:38 Tirkîyeyê bi ÎHA'yê êriş bir ser Qamişloyê: 5 kes birîndar bûn
16:36 Konseya Çapemeniyê: Binçavkirina rojnamegeran nayê qebûlkirin
16:21 Hevserokê DBP’ê Bayindir serdana DFG’ê kir
16:13 Beştaş ji Bozdag pirsî: Rojnameger çima di bin çavan de ne?
16:13 Firinên li Dêrsimê firotina nan rawestandin
16:07 Rojnamevanên li Wanê: Ne dema bêdengiyê dema piştevaniyê ye
16:06 Li Amedê êrişa li dijî doktorekî hat protestokirin
15:45 Rapora girtîgehan: Tecrîd û îzolasyon hatiye mayîndekirin
15:39 Polîsan êrişî Nobeda Edaletê ya li Stenbolê kirin
14:15 Girtiyên li Afyonê greva xwe ya birçîbûnê didomînin
13:58 Rojnamevanên di bin çavan de di hucreyên yek kesî de tên girtin
13:56 2 zilamên ku êrişî jinan kiribûn hatin girtin
13:48 Doza Kobanê: Dozger xwest siyasetmedar girtî bên darizandin
13:41 ‘Malbatên girtiyan bi bêedeletiyê tên cezakirin’
13:31 Doza Taşkirin a ESP'î taloq bû
13:30 Doza 46 rojnamegeran hate taloqkirin
13:17 ÎSÎG: Di 5 mehan de 646 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:15 Emîne Şenyaşar: Ez ê heta ku edalet pêk tê ji vir ranebim
13:05 Rojnamevanên li Mêrsînê: Hevpîşeyên me berdin
12:24 Notirvanê ku hevjîna xwe birîndar kir reviya
12:23 Rojnamevan Keko: PDK bi piştgiriya Tirkiyeyê çapameniya Başûr kiriye bin kontrola xwe
12:22 Karkeran qala DEDAŞ’ê kir: Xebatkar bi xwe qaçaxê girê didin û piştre ceza li gel dibirin
12:03 Derbarê kesên ji qetlîama malbata Îzol hatin berdan de biryara girtinê hat dayîn
11:52 Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir
11:19 17’emîn Mîhrîcana Jinan a Zîlanê di 26’ê hezîranê de tê lidarxistin
11:07 Endamê Konseya Serokatiya MSD'ê Hesen bang li hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir
11:06 Hevpîşeyên rojnamevanên di binçavan de: Em ê serî netewînin
10:45 ‘Binçavkirina rojnamegeran sansûreke fiîlî ye’
10:28 Li Şirnexê hejmara kesên hatin binçavkirin derket 13’an
09:51 Hunermend Firat Med: Hûnera me lîstoka wan nîne
09:48 Bi hesreta kurê xwe yê girtî ku nikare bibîne nexweş e
09:08 Li nêzî Girtîgeha Saray Kapiyê gelek hestiyên mirovan hatine dîtin
09:06 Jinan ji bo Meşa Gemlîkê bang kir: Tecrîd tenê ne pirsgirêka kurdan e
09:04 Li Mereşê erdnîgariya kurdên elewî ji mirovan tê xalîkirin!
09:01 Kamaç: Divê polîtîkayên têkildarî destkeftiyên kurdan esas bên girtin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08/06/2022
18:18 Medya Haber: Em ê her tim li ser rêça heqîqetê bin
17:02 Hafiz Akdemîr hat bibîranîn: Heke ev hesab ji roja qiyametê re jî ma be dê ji we were pirsîn
16:55 Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin derket 21’an
15:43 Nobeta Edaletê: Em ê tecrîdê bi meşê bişikînin
15:42 ‘Şahidê nepen’ tev li doza parêzeran nebû
15:42 Doza Musa Farisogullari hat taloqkirin
15:20 Dadgeha Belçîkayê derheqê PKK’ê de biryareke nû da
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê giliyê Erdogan kir
14:23 Hevşaredara Çinarê Tamrîş beraet kir
14:17 Bertek nîşanî qedexekirina şanoya kurdî dan
14:13 Banga ji bo Meşa Gemlikê: Ev meş meşa rûmetê ye
13:47 Hêrsa li dijî binçavkirina rojnamevanan zêde dibe: Demildest wan berdin
13:43 ÎHD: Bila derheqê îşkenceya li girtîgehê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:21 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara bisînorkirinê hate dayîn
13:20 HDP’ê binçavkirina rojnamevanan şermezar kir: Em piştevaniyê mezin bikin
13:17 Li Çiyayê Cûdî tevgera hewayî
13:15 Ji bo piştgiriya bi malbata Şenyaşar re ji Almanyayê hate Rihayê
13:03 Bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan: Em ê bi piştevaniyê li hev xwedî derkevin
12:44 Binçavkirina rojnamevanan hat protestokirin: Em ê bibin dengê gelê kurd
12:18 ‘Bi hiqûqa dijminane nêzîkî girtiyan nebin’
12:03 Muftuoglu: Binçavkirina rojnamevanan berevajîkirina heqîqetê ye
11:53 Çapemeniya AKP-PDK’ê rojnameger hedef girtin
11:32 Hewlêr bûye qada cînayetan a îstîxbaratan
10:41 Li Şirnexê gelek kes hatin binçavkirin
10:22 Pena Kurd binçavkirina rojnamegerên kurd şermezar kir
10:11 ‘Bi sepanên keyfî yên li Xabûrê re dixwazin gel neçarî birçîtiyê bikin’
10:09 Bi 'tatbîqetê' zextê li girtiyan dikin
09:44 Hate îdiakirin ku li Qoserê zarokekê întîhar kiriye
09:12 Banga ji bo Meşa Gemlîkê: Ji bo hemû gel û mafan e
09:10 Dê bi hezaran kes careke din ji bo azadiya Ocalan ber bi Gemlîkê ve bimeşin
09:08 Segvan Yaman ê jiyana wî mişt têkoşîn û berxwedan