'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''

  • rojane
  • 16:11 10 Hezîran 2022
  • |
AMED - Nûnerên sazî û partiyên siyasî yên li Amedê ku ji bo piştevaniyê serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê kirin, diyar kirin ku dê çapemeniya azad serî netewîne û xcwestin demildest 20 rojnamavanên di binçavan de bên berdan. 
 
Di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnamevan 21 kes hatibûn binçavkirin. Sazî û partiyên siyasî yên li Amedê ji bo piştgiriyê serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê kirin û li ber komeleyê daxuyanî dan. Endam û rêvebêrên Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratik a Gelan (HDP), hevserokên HDP û DBP'ê yên Amedê, parlementerên HDP yê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Dayikên Aştiyê, Hewldana 78'an, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THÎV), Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Ekolojî ya Amedê, Komeleya Jinan a ROSA, Komeleya Goç-Derê û gelek kes tev li daxuyanî bûn. 
 
Kesên serdana komeleya rojnamevanan kirin bi çepik û tilîliyan hatin komeleyê. Girse li ber komeleyê dirûşmeya ‘Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin’ berz kir û pankarta li ser ‘Nikarin me bêdeng bikin’ hilgirt. 
 
Ewilî Hevserokê HDP a Amedê Zeyyad Ceylan axîvî. Ceylan diyar kir ku çapemeniya azad bi dehan sal e kedeke mezin daye û bûye deng û rengê civakê  û got: “Çapemeniya Azad li hemberî şaşî û qirêjiya desthilatê disekine û nuçeyên civakî esas digire, civakê bihêz dike. Ji ber vê jî hedef hatiye girtin. Em vê yekê careke din şermezar dikin û di her şert û mercî de em ê xwedî lê derkevin.”
 
‘DIXWAZIN BI WAN ÊRÎŞAN CIVAKÊ BITIRSÎNİN’
 
Pişt re Parlementêra HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca axivî. Ûca destnişan kir ku bi wan êrîşan û binçavkirinan dixwazin civakê bitirsînin û got:  “Sedema girtina hevalên me yên rojnamevan, çêkirina bernameyên  ji bo TV'yan e. Ev 3 roj e li ser dosyaya wan biryara qedexeyê heye û parêzer û malbat agahiyê ji wan nagirin. Em baş dizanin ku siyaseta AKP-MHP a faşist çi qasî li hundirê Tirkiyeyê têk diçe ew qas jî li derve êrîşên xwe mezin dike. ”
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD ÇOKÊ DANAYNE’
 
Ûca da zanin ku pênûsa çapemeniya azad tirsa herî mezin a desthilata AKP-MHP'ê ye û got: “Desthilat xwest hemû çapemeniyê li gor ya xwe b,ne rayê. Lê belê çapemeniya azad ji rêya rast danekeve. Ji ber vê yekê ew qas êrîşan dikin. Çawa çapemeniya azad di salên 90’an de çok danenî, dê îro jî li ber vê faşîzmê çokê danayne, serî neteweî ne û heqîqet tu carî di nav çar diwaran de dîl nayê girtin. Her zarokek gelê kurd û neviyên Apê Mûsa dê bide ser rêya vê heqîqetê û pênûsê hilgire.”
 
‘ÇAPEMENIYA AZAD NIRX Û RÛMETA GELÊ KURD E’
 
Piştî Ûcayê Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî û bilêv kir li welatêkî pîvanên demokrasiyê rewşa çapemeniya azad e û got: “Îro em dibînin ku li welatê me çapemenî tim û tim tê astengkirin. Çapemeniya Azad nirx û rûmeta gelê kurd e, lewma ew qas êrîş li ser tên kirin. Çapemeniya Azad pencereya azadiya gele kurd a cîhanê ye, em vê hedefgirtinê bi tundî şermezar dikin û dibêjin demildest wan hevalên ku hatine girtin divê werin berdan.”
 
Rêvebira OHD’ê Ozum Vurgun jî diyar kir ku desthilat hewl dide ji binî ve çapemeniya azad bêdeng bike û got: "Niha jî komele, pêkhate û saziyên ku  xwestekên wan pêk naynin dikin hedef. 20 rojnameger jî beriya niha bi 2 rojan hatin binçavkirin û derbarê dosyeya wan de biryara sînordarkirinê hatiye dayîn. Em van kiryaran qebûl nakin û li cem rojnamegeran e.”
 
'EM HÊZA XWE JI APÊ MÛSA DIGIRIN'
 
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu jî ji bo piştevaniyê malavayî kir û got: “Êrişekî ku 30 sal in didome heye. Buroyên me hatin bombebarankirin me dev ji xebatên xwe berneda. Hevrêyên me hatin qetilkirin, di bi çavan de hatin windakirin. Me wê demê jî got û em niha ji dibêjin em bêdeng namînin û em ê bêdeng nemînin. Em her roj bihêztir dadikevin qadan. Her ku hevrêyek me tê girtin, ciwanek din tevlî xebatan dibe. Em dev ji vê têkoşînê bernadin. Em hêza xwe ji Mûsa Anter, ji Gurbetelî Ersoz û Hafiz, Nujiyan Erhan digirin. Em 30 sal in dinivîsin û berdewam dikin. Tu operesyon jiî nikarin me bêdeng bikin.”
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya jî êriş şermezar kirin û got: “Di têkoşîna jinê de ked û hewildanek mezin a çapemeniya azad, bi taybetî jî ya JINNEWS'ê heye. Bi rêya wan me rastiya îqtidarê, polîtîkayên dijminatiya kurdan, jinan raxist berçavan. Em dizanin ku wê çapemeniya azad li hemberî van êrişan çokê daneyne. Em jî piştgirî didin berxwedana wan ya bi rûmet."
 
Di dawiya daxuyaniyê de dirûşmeya "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" hat berzkirin. 

Sernavên din

13/06/2022
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin