TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist

  • rojane
  • 13:59 11 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî di komxebata ‘Weke Jin di Girtîgehê de’ de axivî û got: "Hevalên me yên ku 30 sal in girtî ne, tu carî serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) komxebata bi sernavê ‘Weke Jin di Girtîgehê de’ li oteleke li Taksîma Stenbolê li dar xist. Di komxebatê de pankarta 'Weke Jin di Girtîgehê de' hate daliqandin. Nûnerên sazî û rêxistinên jinan, Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter, , aktivîstên femînîst, rojnamegerên jin, parazvanên mafên jinan e, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên ku çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin beşdarî komxebatê bûn. 
Komxebat dê ji 4 beşan pêk bê. Dê di beşa yekem de mijarên "Di salên 70-80-90'î de Weke Jin di Girtîgehê de" , di beşa duyemîn de “Ji duh heta îro girtîgeh" di beşa sêyemîn de jî “Li girtîgehan binpêkirina mafan" û di beşa çaremîn û ya dawiyê de jî “Em ê çi bikin û rê û rêbazên çareseriyê" bên niqaşkirin û pêşkeşkirin. 
 
'LI GIRTÎGEHAN POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û ÎZOLASYONÊ PÊK TÊN'
 
Axaftina vekirinê ya komxebatê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ve hat kirin. Ektî ya ku bi salan di girtîgehê de maye behsa taybetmendiya girtîgehan kir. Ektî, diyar kir ku girtîgeh li dijî têkoşîna jinê dem bi dem veguheriye amûra islehkirinê û wiha got: "Di salên 80, 90'î û 2000’î de li girtîgehan polîtîkayên tecrîd û îzalasyonê pêk tên. Di salên 80'yan de em hatin girtin û darizandin. Em hemû jî çûn ber deriyên wan girtîgehan. Ji wan rojan heta îro tu tişt neguheriye. Bêtir şert û merc zehmet bûne û tecrîd bêtir hatiye girankirin. Gelek tişt li ser girtiyan hat ferzkirin. Bi taciz û tecawizê re rûbirû man. Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku jin tu carî entegre nebûne. Heke tu bixwazî azad û jiyaneke bi rûmet bijî, dê kesên ku li hemberî te derkevin jî hebin. Ji ber vê sedemê jin li dijî hêzên desthilatdar li ser vê erdnegariyê her tim di nav têkoşînê de bûn. Jinan pêşengtiya Têkoşîna Azadiya Kurd kirin. Ev jinên pêşeng hatin binçavkirin û hatin girtin. Hevalên me yên ku 30 sal in serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê. Bi Girtîgehên Tîpa F xwestin rêxistinbûna girtiyan ji holê rakin. Em ji ber serpêhatiyên xwe û hestên xwe li vir kom bûn."
 
'EZ HÊVÎ DIKIM KU JI BO AYSELÊ TIŞTEK BÊ KIRIN'
 
Piştî axaftina Ektiyê derbarê têkoşîna girtiyên jin de sînevîzyonek hat temaşekirin. Dû re aktîvîsta mafên mirovan û hevjîna sînemavan Yilmaz Guney, Fatoş Guney axivî û got: "Ez qet nehatim girtin. Lê ez bi kurê xwe re 10 sal in piştevaniya girtiyan dikim. Ez heman hestê dijîm. Ji bo girtîgehan gelek faaliyetên min çêbûn. Lê belê min tu carî ji wezaretê destûr negirt. Li girtîgehan mayîn hestek cûda ye. Mînaka wê jî Aysel Tûglûk e. Ez hêvî dikim demildest ji bo Ayselê tiştek bê kirin. Her wiha ez spasiyên xwe pêşkeşî hevalên ku ked dane vê komxebatê dikim."
 
Guney, bi awayekî fîzîkî qala girtîgehan kir û ji zextên psîkolojîk mînak dan. Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike. 
 

Sernavên din

13/06/2022
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin