Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye

  • rojane
  • 11:07 13 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Hevserokê Şaxa OHD’a Rihayê Îbrahîm Oyke diyar kir ku ev 4 sal in biryara “nepeniyê” li ser dosyaya qetilkirina 3 endamên malbata Şenyaşar heye û wiha got: “Dema em li vê dosyayê dinihêrin, dibînin ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê naxebite. Ji bo ku Emîne Şenyaşar bikare şîna xwe bigire, divê di zûtirin demê de edalet pêk were.” 
 
Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di hilbijartinên giştî yên 24’ê hezîrana sala 2018’an de cara duyemîn bû namzet. 10 roj beriya hilbijartinê, li navçeya Pirsûsê çû serdana esnafan û bi komeke mezin re kete dikana malbata Şenyaşar û xwest xebatên hilbijartinê bike. Endamên malbata Şenyaşar jî jê re got ku mişteriyên wan ji vê qelebalixê aciz dibin û jê xwestin ku ji dikanê derkevin. Li ser vê hişyariyê jî di navbera wan de nîqaş derket. Bi derketina nîqaşê re xizm û parastvanên Yildiz bi çekan êrişî endamên malbata Şenyaşar kir. 
 
Xizm û parastvanên Yildiz bi çek, kêr û çûyan êrişî Celal, Ferît, Mehmet, Adil û Fadil Şenyaşar kirin û bi giranî birîndar kirin. Êrişa xizm û parastvanên Yildiz, li nexweşxaneya ku birîndar lê hatibûn rakirin jî berdewam kir. Li cihê kar di encama guleyeke ku nayê zanîn ji hêla kê ve hatiye berdan, kekê Yildiz ê bi navê Mehmet Şah Yildiz birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di vê navberê de xizm û parastvanên Yildiz êrişî endamên malbata Şenyaşar kirin ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin. Bira Celal û Adil Şenyaşar li pêş çavên bi sedan xebatkarên cemaweriyê hatin qetilkirin. Haci Esvet Şenyaşar û Emîne Şenyaşar piştî ku bihîstin zarokên wan hatine birîndarkirin, berê xwe dan nexweşxaneyê. Bav Haci Esvet Şenyaşar di ketina beşa lezgîn a nexweşxaneyê de ji hêla xizmên Yildiz ve li pêş çavên Emîne Şenyaşar hate lînckirin û qetilkirin. 
 
LI PÊŞ ÇAVÊN RAYEDARÊN DEWLETÊ 
 
Xebatkarên tenduristiyê yên nexweşxaneyê, birayên bi navên Ferît û Mehmet Şenyaşar ku bi birîndarî anîbûn nexweşxaneyê ji wir revandin û ji kuştinê xelas kirin. Ambulansa ku birîndar pê dihat veguhestin, hêj li baxçeyê nexweşxaneyê bû ku tekerên wê hatin teqandin û camên wan hatin şikandin. Di dema lînç û kuştinên li nexweşxaneyê de Waliyê Rihayê Abdullah Erîn, Qeymeqamê Pirsûsê Tarik Açikgoz û wezîrê demê yê Wezareta Çandinî û Sewalkariyê Eşref Fakibaba jî li baxçeyê nexweşxaneyê bûn. Tevî ku rayedarên dewletê li wir bûn û ewlekariyeke mezin li baxçe hebû jî, kamerayên nexweşxaneyê hatin dizîn û xwîna Esvet Şenyaşar a li “qada zer” mabû bi dîwaran ve jî hate boyaxkirin û tunekirin. 
 
Fadil Şenyaşar ku bav û 2 birayên wî hatibûn qetilkirin û li nexweşxaneyeke Amedê dihat dermankirin, li ser fermana dozgeriyê sê roj piştî bûyerê ji nexweşxaneyê hate derxistin, hate binçavkirin û anîn Edliyeya Rihayê. Şenyaşar ku ser û qirika wî hatibû pêçandin û derket pêşberî dozger, li wir hîn bû ku bav û birayên wî hatine qetilkirin. Piştre jî hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Rihayê. Di demên piştre de sewqî Girtîgeha Xarpêtê hate kirin û ev 4 sal in li wir di hucreya yekkesî de tê ragirtin. 
 
4 SAL PIŞTRE BÎRANÎNA EWIL
 
Lêpirsîna derheqê êrişa ku li kargehê dest pê kir û li nexweşxaneyê berdewam kiribû de, weke êrişa li kargehê û ya li nexweşxaneyê bû 2 dosyayên cuda. Bi mebesta ku kujerên Haci Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî bên girtin û darizandin û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kir. Çalakî bi 2 kesan dest pê kir lê di nava demekî kin de mezin bû. Dayika Emîne Şenyaşar êdî ji bo kesên li edaletê digerin bû sembolek û bi hinceta axaftinên wê yên di dema nobetê de, bi îdiaya “heqaretê” 16 lêpirsîn hatin destpêkirin û ji van lêpirsînan 5 jê veguherîn dozan. Li gel zehmetiyên şert û mercên demsalî jî malbata Şenyaşar çalakiya xwe bênavber domandin. Malbat, gelek caran bêyî ku “hincetek” were nîşandan hatin binçavkirin û polîsan dest danîn ser pankartên wan. Tevî hemû astengiyan jî malbatê çalakiya xwe 462 rojan berdewam kir. 14’ê hezîranê, salvegera komkujiyê ye û cara ewil e ku dê malbat vê komkujiyê bi girseyî pêşwazî bike. Dê bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, di sersibeha roja komkujiyê de biçin serdana goristanê. 
 
EDALETA KU EV 4 SAL IN NAYÊ
 
Di serî de Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, AKP’iyan malbata Şenyaşar bi gotina “terorîst” hedef nîşan da û malbat neçar ma ku piştî komkujiyê koçî navenda Rihayê bibe. Ji ber vê sedemê jî di salvegera ewil a komkujiyê de bîranînek nehat kirin û malbat neçar ma ku bi awayekî veşarî biçe serdana goristanê. Bi agahdarbûna raya giştî û bi bihîstina dengê malbatê li her deverê re malbatê karî dîsa vegere Pirsûsê. Di salên 2020 û 2021’an de jî ji ber pandemiya Covîd-19’ê bîranîn nehatin kirin. Endamên malbatê yên ji komkujiyê xelas bûyîn, hêj jî nekarîne şîna xizmên xwe yên hatine qetilkirin bigirin. Ji bo ku girêdana şînê û danîna taziyeya hevjîn û zarokên xwe, Emîne Şenyaşar ev 4 sal in li benda edaletê ye. 
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke ku parêzerê dosyaya doza malbatê ye anî ziman ku ji bo malbat bikare şîna bigire, hewceye di zûtirin demê de edalet pêk were û bang li hemû kesî kir ku beşdarî merasîma bîranînê ya sibe bibin. 
 
'WEKE KU KOMKUJÎ BES NEKIRIBE...’
 
Oyke bi bîr xist ku rayedarên dewletê komkujiya ku di 14’ê hezîrana sala 2018’an de hatibû kirin weke “êrişeke terorîstî” pênase kiribûn û wiha got: “Hewl dan malbata Şenyaşar weke ‘terorîst’ û malbata parlamenterê xwe jî weke ‘bêguneh’ nîşan bidin. Lê bi saya têkoşîna malbata Şenyaşar derket holê ku rastî pir cuda ne. Weke ku komkujiya li malbatê hatiye kirin bes nekiribe, îcar neçar man ku mafên xwe yên li dijî serdestan biparêzin û bêgunehiya xwe îspat bikin. Ev yek jî bi saya têkoşîna xwe kirin.” 
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ
 
Bi domdarî Oyke diyar kir ku malbata Şenyaşar ji bo kesên têkoşîna edaletê didin bûye sembolek û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serî de Stenbol, Îzmîr, Amed û Wan, li gelek deveran ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş nobetên edaletê hatin destpêkirin. Têkoşîna malbatê kir ku civak biwêrektir tevbigere. Rewşa ku malbata Şenyaşar tê de ye, raste rast rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê bi xwe ye. Gelek dosya li Tirkiyeyê bi vî rengî tên destgirtin. Dema mirov li dosyaya malbatê dinihêre, dibîne bê ka pergala hiqûqê çawa naxebite. Em her tim qala polîtîkaya necezakirinê dikin. Em vê polîtîkayê herî baş di vê dosyayê de dibînin. Ev 4 sal in biryara ‘nepeniyê’ li ser dosyayê heye, îfadeyên kesekî nehatine girtin, delîl nehatine komkirin û hiqûqa serdestan heye. Ev yek jî dikare bi polîtîkaya necezakirinê bê destnîşankirin.” 
 
'JI BO PARASTINA REWA CEZA DAN’
 
Di berdewamê de Oyke daxuyand ku tevî gelek astengiyan jî têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Ji ber daxwaza edaletê derheqê Emîne û Ferît Şenyaşar de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Doz hatin vekirin. Hewl dan malbatê hem di hêla hiqûqî û hem jî di hêla madî ve têxin rewşeke zehmet. Hewl dan wan ji vê têkoşînê bêzar bikin. Du daxwazên hiqûqî yên malbatê hene lê van daxwazan pêk nayînin. Bi awayekî derhiqûqî dosyaya êrişê weke dosyayên ‘kargeh û nexweşxaneyê’ cuda kirin. Xwestin bi dosyaya kargehê re malbatê mehkûm bikin. Ji bo têkbirina êrişeke li dijî kargehê, malbatê parastineke bipîvan bersiv da. Lê belê dadgehê weke parastina rewa ne nirxand û 37 sal cezayê girtîgehê li Fadil Şenyaşar birî.” 
 
MAFÊ ŞÎNGIRTINÊ
 
Oyke, da zanîn ku di dema şerekî de hewceye birîndarên her du aliyan nebin heman nexweşxaneyê û wiha pê de çû: “Lê di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de birin heman nexweşxaneyê. Di şerekî biçûk de jî birîndarên aliyan dibin nexweşxaneyên cuda da ku her du alî li wir êrişî hev nekin.  Lê belê di êrişa li dijî malbata Şenyaşar de endamên malbata Yildiz birin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku li ser axa wan hatiye çêkirin û xizmên wan lê dixebitin û piştre jî endamên malbata Şenyaşar birin wir. Gelek xizmên malbata Yildiz li wir kom bûbûn. Birîndarên malbata Şenyaşar radestî endamên malbata Yildiz hatin kirin. Xebatkarên tenduristiyê Mehmet, Ferît û Fadil Şenyaşar bi înîsiyatîfa xwe ji wir xelas kirin. Dema ev tişt pêk dihatin jî rayedarên dewletê li wir bûn. Dema ku ew li wir jî di nava saetekî de cîhazên qeydê hatin dizîn û delîl hatin tunekirin. Jêkirina wan cîhazan ne karê her kesekî ye. Delîlên heyî, ji ber deng nekirinê hatin tunekirin.” 
 
BANGA BEŞDARIYA MERASÎMA BÎRANÎNÊ
 
Îbrahîm Halîl Oyke got ku malbata Şenyaşar bi çalakiya xwe dengê xwe bi her kesî da bihîstin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber ku malbat weke ‘terorîst’ hatibû nîşandan, malbatê nekarî di sala ewil de bîranînê bike. Du salan jî ji ber pandemiyê nekarîn bikin. Piştî veşartina cenazeyan, malbatê nekarî şîna xwe bigire û taziyeyê deyne. Ji bo ku Emîne Şenyaşar şîna xwe bigire û taziyeyê deyne, divê di zûtirin demê de edalet pêk were. Divê daxwazên wê pêk bînin. Ji bo ku bibin dengê malbata Şenyaşar, bila hemû kes sibe saet di 10.00’an were serdana goristanê. Malbata Şenyaşar edaletê dixwazin û ji bo vê jî divê hemû kes bi wan re be. Pirsirêkeke giştî yê hiqûqî heye û pergala hiqûqê dejenere bûye. Ji bo ku di şexsê malbata Şenyaşar de em li dijî vê pergala hiqûqê dengê xwe derxînin, divê hemû kes cihê xwe li cem malbatê bigire.” 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

13/06/2022
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:41 Rojnameger 5 roj in di bin çavan de ne
12:32 Li herêma Şênê operasyona leşkerî dest pê kir
12:15 Malbata Şenyaşar: Têkoşîna bi bêhiqûqiyê re deynê sutiyê herkesî ye
11:29 Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî
11:27 Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn
10:15 'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!
09:08 Di şer de 4 leşker hatin kuştin
09:07 Rojnameger Êzidî: Hedef Pergala Neteweya Demokratîk e
09:06 Yildiz a bi êrişê re rû bi rû ma du caran serî li polîsan daye
09:05 Girtiyên ku li odeyeke du kesî ferzkirina 'hejmariya li ser pêyan' qebûl nekirin hatin derbkirin
09:04 Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin
09:01 Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da!
09:00 ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
11/06/2022
22:33 Togrûl: Qethiyen em ê ji azadî û demokrasiyê tawiz nedin
20:57 Polîsan alayên HDP'ê rakirin
18:14 3 kesên li Timoqê hatibûn girtin hatin berdan
17:47 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan hat dirêjkirin
17:30 OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir
17:14 ‘Çi dibe bila bibe em ê tecrîda li Îmraliyê bişikînin’
16:41 Li Amedê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
16:32 Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin
16:04 ÎHD’ê aqûbeta 6 kesên di bin çavan de hatibûn windakirin pirsî
15:42 Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan
15:35 Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin
15:16 Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel bang kirin
14:56 Di Doza Kobanê de kesek nehat berdan
14:49 Rojnamevan li edliyeyê bi saetan bikelemçekirî hatin sekinandin
14:45 Serokê Sendîkaya Basin Îş’ê Eren: Heke bertek neyên nîşandan dê ev zext sibe li deriyê her kesî bidin
13:59 TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist
13:46 ‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’
12:45 Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye!
12:29 Malbata Şenyaşar: Heke têkoşîn hebe hêvî jî heye
12:24 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn
12:03 Ji Botanê bo Meşa Gemlîkê bang: Heta Ocalan azad nebe civak jî azad nabe
12:02 Rewşenbîran ji bo rojnamevanên kurd bang kirin: Li dijî zextan xwedî helwest bin
11:25 Berdevka SKM’ê Otlu: Meşa Gemlîkê meşa edalet û azadiyê ye
10:52 Qeyûm neguhêzbarên şaredariyê bi teqsîdan difiroşe
10:51 Hevalên me 4 roj in di bin çavan de ne: Em ji rastiyan hêz digirin
10:16 Zaroka ku hat îdiakirin di şaneşînê de ketiye jiyana xwe ji dest da
10:13 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
10:02 Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e
10:01 Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke
09:04 Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike
09:02 Ji bo Meşa Gemlîkê banga parêzeran: Ji bo gelan gaveke pir girîng e
09:01 Meşa Gemlîkê ya Mezin: Divê em dîwarê Îmraliyê biderizînin
09:00 Ji ber krîza aborî îhaleya nexweşxaneyê betal bû
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
10/06/2022
23:01 Li Tekirdagê 10 siyasetmedarên din jî hatin girtin
21:19 Li Şirnexê 8 kes hatin berdan
16:51 Li Mêrsîne jinan giliyê Erdogan kir
16:47 ESP: Em jî dê li Meşa Gemlîkê bin
16:14 775 parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
16:11 'Çapemeniya Azad dê serî netewîne''
15:53 Dema binçavkirinê ya rojnamevanan 2 rojan hat dirêjkirin
15:08 Rojnamegerên binçavkirî peyam şandin: Em ê her binivisînin
15:07 Herêma Egeyê ji Meşa Gemlîkê re amade ye: Em ber bi azadiyê ve bimeşin