'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'

  • rojane
  • 12:28 14 Hezîran 2022
  • |
ŞIRNEX - Dayika Elîf Ataman ku di sala 2017'an de di şer de jiyana xwe ji dest da û hê jî cenazeyê wê wernegirtiye bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê û wiha bertek nîşan da: "Zarokên me îro axa Barzanî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike." 
 
Elîf Ataman di sala 1985'an de li Îzmîrê tê dinê. Malbata Ataman ji ber hin pirsgirêkên malbatî ji bêgavî berê xwe daye Îzmîrê. Çendî jiyana li metrepolan ji bo malbata Ataman zehmet be jî, lê di nav xîzanî û nijadperestiyê de li ber xwe dide. Lê piştî wextekê Elîf jiyana li wir qebûl nake û ji malbata xwe daxwaz dike ku vegerin warê. Pişt re malbata wê bi vê daxwazê berê xwe dide navçeya Sîlopiya ya Şirnexê. Ataman a ku dibistana navîn li Şirnexê kuta dike, lîseyê jî li bajarê Mersînê diqedîne. Pişt re beşa rojnamevaniyê ya zanîngeha Amedê qezenc dike. Ataman di sala 2006'an de ji dayikên berxwedêr ê Botanê bandor digire. Bi girêdayî vê dikeve nav lêgerînekê û bi awayekî çalak di nava xebatan de cih digire. Li zanîngehê ev lêgerîn û lêkolîna wê mezintir dibe û di sala 2009'an de daxilî nav xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger dibe. Pişt re li gelek bajaran xebatên xwe yên ciwanan didomîne. Di dema xebatan de li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê tê binçavkirin. Piştî ku tê berdan zext û êrîşên li ser wê zêde dibin. Ataman jîgefên lê tên xwarin û zextên lê tên kirin qebûl nake û di sala 2013'an de tevî hevaleka xwe tev li nava refên PKK'ê dibe û di sala 2017'an de li herêma Bestayê li noqteya Xezalê di şer de jiyana xwe ji dest dide.
 
Dayik Havahan Ataman behsa keça xwe Elîf Ataman kir.
 
 
'DEMA KU ÇÛ MIN ŞÎNA WÊ DANÎ'
 
Ataman anî ziman ku keça wê her tim di nava lêgerînekê de bûye û behsa wê kir: "Ji ber pirsgirêkeke malbatî di sala 1980'an de em çûn Îzmîrê. Keça min Elîf jî li wir dayik bû. Her carê digot wijdana min nerihet e.Min digot, 'Çima wijdana te nerihet e?' digot, 'Kurê weke me mala xwe de ker e, lê mala hin malbatan jî di vê dozê de xera dibin.' Pişt re ji min re got, 'Yadê mirin her heye, heger mirov bimire jî bila bi şeref û birûmet bimire.' Mehek di ser vê gotina wê re derbas nebû keça min çû û tev li nav refên PKK'ê bû. Ev tişt ketibû dilê wê.Tu kesî ew bi zorê nebir. Keça min ev rêya hilbijart û bi vîna xwe çû. Ez bi wê serfiraz im û keyfxweş im. Dilê min pê dişewite, lê ez bi wê serbilind im. Jixwe piştî ku ew rê hilbijart min got, bila li wê pîroz be. Dema ku çû ez mehekî cemidî mam. Roja ku keça min çû min şîna wê danî. Keseke gelek xurt bû. Dema ku çûyî rojên ewil me tu agahî jê nestand. Hê ku neçûbû carekî hatibû girtin. Me got dibe ku dîsa hatibe girtin û wenda kiribin. Serê kurdên bi şeref û namus sax be."
 
'DIXWEST VEGERE AXA XWE' 
 
Ataman bi lêv kir ku her tim keça wê li hemberî zilmê bi bertek bûye û di dawiyê de mirada xwe pêk aniye û wiha domand: "Min keça xwe gelek bi delalî mezin kir. Jixwe çiyayî mezin bûn. Her tim dixwend. Zêde li gel min nedisekinîn. Ji bo serdanê dihat malê û dîsa diçû. Bi xîzanî me ew dan xwendinê. Bavê wan heta êvarî li ser înşaatê kar dikir ku wan bide xwendin. Lê Elîfê qebûl nekir û ev rê hilbijart û çû. Rêyeke şeref û namusê ye, ez şerm nakim. Her tim li hemberî binpêkirina mafên jinan radibû. Her carê digot, 'Qasî mêr divê mafê jinan jî hebe.' Dema ku jinek bindest didît pir aciz dibû û qebûl nedikir. Zarokên min hemû li Îzmîrê mezin bûn. Elîfê ji Elkê pir hez dikir. Her carê digot, 'Em hatine bajarê tirkan çi?' Ji ber wê dibistan li wir xelas nekir û em pişt re derbasî Sîlopyayê bûn û li Şirnexê dibistana navin xwend û lîse jî li Mêrsînê xwend. Piştî ku derbasî zanîngehê bû di nav xebatên partiyê de cih girt. Bi awayekî çalak dixebitî. Pişt re tev li nav refên PKK'ê bû. Wijdana wê nerihet bû. Ji hevalên xwe re pir dilsoz bû. Her tişt ji bo doza kurdatiyê kir. Pir fedakar bû. Cesareta wê pir mezin bû. Roja ewil ji hevalên xwe re gotiye, 'Ez ê biçim.' Hevalên wê jî jê re gotine, 'Tu naçî çiya xebata xwe li vir bike.' Ew ê jî ji wan re gotiye, 'Heger ez neçim çiya ez ê li bajêr tu xebatan nekim.' Kesekî ew nebir bi îradeya xwe çû. Çimkî keça min zana bû û ji ber wê çû. Li gel çûyinê gihişte mirada xwe. Yek carê jî min neditiye kesekî der heqê wê de xerab axivîbe û yan jî dilê yekî ji wê mabe. Piştî ku çû jî herkesî digot, 'Miroveke pir jîr bû û serkeftî bû.' Heya çû j kesekî jî neêşand. Li dibistanê jî xurt bû û hêvî dikim ku di wê rêya xwe de jî xurt bûye." 
 
'BILA ŞERM BIKE'
 
Ataman bal kişand li ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî. Ataman anî ziman ku "xiyaneta" Barzanî îro dibe sedema mirinan û got: "Heger kurd destê xwe bidin hev kesek nikare bi wan. Xwedê ji kurdê xayin ne razî be. Zarokên me îro axa Barzanî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike. Îxanetê li axa xwe dike. Bila şerm bike û li axa xwe û kesên ku xwedî li axa wî derdikevin xwedî derbikeve. Bila bes dayik bigirîn, bila bes xebera mirina zarokan biçe ji dayikan re. Bila bes zarokên xelkê bên kuştin. Em aşitî û edeletê dixwazin bila bes cenaze bên. Gazinên me ji kurdê xayin re heye. Bila bes birayê xwe bidin kuştin û li ser zarokên me xwe dewlemend dikin. Kesek ji birçîna nemiriye ku diçin dibin cerdevan û sîxûr."
 
DAXWAZA CENAZEYÊ KEÇA XWE KIR
 
Ataman diyar kir ku hê cenazeyê keça xwe nedîtine û got: "Ji bo cenaze me li vir ji bo DNA'yê xwîn da û em li benda encama wê ne. Em dixwazin ku cenazeyê wê wergirin. Heger gora wê hebe, weke ku şehîd neketibe ez ê bihizirim. Tenê daxwaza min ew e ku hestiyekê wê ji min re bê. Tiştekî neweş e ku mirov li benda cenazeyê zarokên xwe be. Şehîd ketiye, ez pê serfiraz im, lê dixwazim cenazeyê wergirim." 
 

Sernavên din

16/06/2022
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da