Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir

  • rojane
  • 16:21 16 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li pêş Edliyeya Stenbolê dane destpêkirin, tevî astengiyê jî bi çalakiya rûniştinê berdewam kir. Polîsên ku êrişî nobetê kirin, 7 kes bi lêdanê binçavkirin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Stenbolê dane destpêkirin, tevî êriş û zextan di hefteya 13’emîn de li pêş Edliyeya Stenbolê berdewam kir. Dayika girtî Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman û dayika girtî Xemgîn Karakaş ku sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hat kirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin Cemîle Karakaş beşdarî çalakiya nobetê ya vê hefteyê bûn. 
 
Endama Meclîsa Kesên Teqawîtbûyî û Pîran a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meryem Guneş, Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên HDP’a Başakşehîrê û endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê piştgiriya çalakiya malbatan kir. 
 
Beriya nobetê gelek polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya edliyeyê dorpêç kirin. Malbatên girtiyan ku çalakiya xwe ya nobetê domandin, demekî li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsên ku malbatên girtiyan dorpêç kirin, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê ya têkildarî Nobeta Edaletê destûr neda çalakî pêk were. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku her hefte bi heman hincetê dayik tên derbkirin. 
 
NE MEYDANA EDALETÊ MEYDANA ÎŞKENCEYÊ YE
 
Fînce Akman, ku 13 hefte ne Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, bi gotinên “Em edaletê dixwazin. Ev meydan meydana edaletê ye. Lê mixabin ne meydana edaletê meydana îşkenceyê ye. Li vir edalet nîne, tenê îşkence û tundî heye” bertek nîşanî polîsan dan. Li ser axaftina Akmanê gelek polîsan êrişî dayikan kir. Akman wêneyên li ser “Em ji Yakûp Akman re Mafê Darizandineke Adil Dixwazin”dinivîsî rakir. Polîsan li Akman dan, laçika wê ji serê wê kirin û hewldan wêneyên kurê wê biçirînin. Cemîle Karakaş a polîsan lê da jî di dema binçavkirinê de bang li hemû dayikan kir û wiha got: “Ez bang li dayikan dikim, edalet ev e. Bila hemû dayik bên vir.”
BI DIRÛŞM Û TILÎLIYAN ŞERMEZAR KIRIN
 
Hate dîtin ku ji bilî Akman a destên wê bi pişt ve hatin girtin û bi lêdanê li wesayîta binçavkirinê hate siwarkirin, Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr jî bi dehfdanê li wesayîtê hate siwarkirin û hate xistin. Malbatên girtiyan ên bi îşkenceyê hatin binçavkirin, di wesayîtê de lîlandin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî ku malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin, bi ledana camên wesayîtê binçavkirin şermezar kirin, wesayît ji pêş edliyeyê dûr ket. 
 
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê di çalakiya nobetê de axivî jî diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha got: “Divê herkes vê nebaşiyê bibîne. Herkesên ku dengê xwe derdixînin hewl tên dayîn ku bên bêdengkirin. Hêj duh bi dehan rojnamevan hatin girtin, serê vê sibê jî rojnamevanek bi hincete ku twît avêtiye hate binçavkirin. Medya tê sansurkirin, hewl didin medyaya civakî qedexe bikin. Ta ku em bêdeng bibin wê ev welat vegere dojehekê. Yekane berpirsyarê binçavkirina dayikan em in, bêdengiya me ye. Berpirsyarê van tiştên li vî welatî tên jiyîn jî em in ev desthilat li ser zilmê hatiye avakirin û gazinkirina vê yekê tu tiştî bi me nade qezençkirin. Em dizanin ku ew zalim in, kesên sûcdar ew in ku yên li dijî zaliman bêdeng in.”
 
JI BO ÇALAKIYA NOBETÊ BANG KIR
 
Pîroglû, diyar kir ku wê hefteya pêş jî di nobeta edaletê de cih bigire û wiha berdewam kir: “Ez ê hefteya pêşiya me li vir bim û ez ê vê carê tenê neyêm. Dema we dayik binçavkirin em ê nesekinin. Bila herkes bibîhise hêza we têra dayikan dike. Hêza we têra kesên bêdeng dibin dike. Ev bêdengî bes e. Em ê hefteya pêşiya me jî li vir bin lê vê carê em ê tenê neyên û evqas bêdeng jî nebin. Em li dijî zilm û zordariyê hefteya pêşiya me herkesê vedixwînin ku li rex dayikan bisekinin û ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin em li rex hev bisekinin. Hêj duh mirineke bi guman ji girtîgehan hat. Li girtîgehan tenê girtiyên siyasî zilmê nabînin, bi sedan girtî zilmê dibînin. Bi sedhezaran girtî tên derbkirin. Heke em li dijî vê bêdeng bibin em hemû dê bi vê yekê re rûbirû bimînin. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî bes e.”
 
Hate hînbûn ku Fînce Akman, Cemîle Karakaş, Dîlber Demîr, Şukran Dîler, Leyla Aydemîr, Ayşe Gurbuz û Yunus Unal birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê. 
 
 

Sernavên din

18/06/2022
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin
09:10 Dadgeha Bilind cezayê muebbedê yê li karkerê înşeatê hatibû birîn xera kir!
09:09 Dayika Sema Yuce: Kurd divê êdî tecrîdê bişikînin
09:07 Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!
09:05 Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin
09:03 Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand
09:02 Karkerên demsalî ji neçarî terka konên xwe yên di nava heriyê de mane dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
16/06/2022
21:28 Xizmên girtiyan hatin berdan
19:49 Rojanamevan Hekîmoglû hat berdan
19:00 Li Mêrdînê girtina rojnamevanan hat şermezarkirin
18:24 Ji bersûcê doza Hurmuz û Şîmon Dîrîl parastina pesinandina dewletê
18:02 Fezlekeya Aydenîzê ji serokkomartiyê re hat şandin
16:53 ‘Em ê li dijî bêhiqûqiyan têbikoşin’
16:49 Doza êrişa li dijî avahiya HDP’a Yuregîrê hat lidarxistin
16:45 Fezlekeya derheqê Aydenîz de şandin Wezareta Edaletê
16:39 Kesên ji ber tîşortê biDemîrtaş hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:38 Ji bo girtiyên siyasî bikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
16:21 Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir
16:13 Li Qilebanê zarokekî 3 salî jiyana xwe ji dest da
16:07 Hinceta girtina rojnamegeran: Naverok û zimanê nûçeyan û polîtîkaya weşanê ye
16:06 Beştaş bi fulara kesk, sor û zer beşdarî Lijneya Giştî bû
15:58 Bi hinceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ cezayê hefsê dan birayê Medenî Yildirim
15:46 Girtina rojnamevanan hat protestokirin: Wê têkoşîna me berdewam bike
15:19 Dema binçavkirinê ya rojnameger Încî Hekîmoglu hate dirêjkirin
15:18 Muzîkjenên di daweta ku zava lê hatibû girtin de hatin berdan
14:43 Doza gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê taloq bû
14:39 Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e
14:28 Girtina rojnamegeran li Îzmîrê hate protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
14:25 Baroya Amedê: Girtin mudaxaleya li çapemeniya azad e
13:56 Li bejahiya Licê operasyona leşkerî dest pê kir
13:51 Mamosteyê faîlê tacîza zayendî hate girtin
13:48 Nobeta Edaletê: Girtiyên nexweş û înfaza wan hatiye şewitandin berdin
13:43 MXDŞ: Êrişa li dijî Sinûnê bi hevkariya PDK’ê hate kirin
13:23 Ceza li rojnameger Aslan hat birîn
13:17 Meclisa Jinan a HDP'ê bersiv: Meşrûyete Soylû tuneye
13:10 Di pevçûnên li Zap û Avaşînê de leşkerek hate kuştin
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye