Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin

  • rojane
  • 12:12 18 Hezîran 2022
  • |
AMED/ÊLIH - Di çalakiya Xizmên Windayan û ÎHD’a Amedê de serpêhatiya Serhat Kazak ê 13 salî ku di sala 1992’yan de ji ber kefiya kesk, sor û zer li serê xwe pêça bû û hatibû qetilkirin, hat xwendin. Li Êlihê jî aqûbeta winda Salîh Çalik û Sînan Fîdan hat pirsîn. 
 
Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 697’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li Parka Koşuyolu li dar xist. Rêveberên MED-DER û TUAY-DER’ê destek dan çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. 
 
Vê hefteyê bal kişandin ser serpêhatiya windakirina Serhat Kazak ê 13 salî ku di hezîrana 1992’yan de li navçeya Şemzînana Colemêrgê hatibû qetilkirin. Kazak ê ku ji ber ku kefiya kesk, sor û zer li serê wî pêçandiye, tê qetilkirin û piştî tê qetilkirin cenazeyê wî datînin ber deriyê mala wan. Serpêhatiya Kazak, ji aliyê endamê Komîsyona Windayana ÎHD’ê Firat Akdenîz ve hat xwendin. 
 
BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE QETILKIRIN 
 
Akdenîz anî zman ku Kazak xwendekarê dibistanê pola 5’an e û ji aliyê tîmên taybet ve tê kuştin û piştî wê dikujin cenaze dibin datînin ber deriyê mala wan. Akdenîz ji Serhatê biçûk dixwazin ku kefiya xwe derxe lê Serhat dibêje ku ew ji ber kurd wê kefiya xwe dernexe û wî ewilî winda dikin û paşê jî qetil dikin. Akdenîz destnîşan kir ku şahidên bûyerê jî destnîşan kirine ku Serhat Kazak ji aliyê tîmên taybet ve hatiye kuştin. Akdenîz anî ziman ku apê Serhat Kazak diyar kiriye ku bi ceyranê îşkence li biraziyê wî hatiye kirin û şopên îşkenceyê li ser laşe wî hebûne û otopsiya wî nehatiye kirin. Akdenîz da zanîn ku ji wê rojê vir ve dosyeya Kazak wek dosyeya kiryar nediyar di refikan da cihê xwe digire. 
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
KU AQÛBETA ÇALIK Û FÎDAN PIRSÎN
 
Li Êlihê jî rêveberên ÎHD'ê û Xizmên Windayan di hefteya 534'emîn de li serê Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar xist. Di çalakiyê de wêneyên windayan hat hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di 6'ê hezîrana 1994'an de li gundê Şeglatê yê bi ser navçeya Karaza Amedê ve hatin windakirin, pirsîn. 
 
Rêvebera ÎHD'a Êlihê Gulbahar Kaya serpêhatiya windakirina Çalik û Fîdan xwend û li aqûbeta wan pirsî. Kaya anî ziman ku divê aqûbeta windayan were lêkolînkirin û kujer bên dîtin û ji bo dewlet vê şerma xwe ji holê rake divê gavên pêwîst bên avêtin. Kaya xwest cenazeyê Çalik û Fîdan bê dîtin û kujer jî bên girtin û cezakirin. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

21/06/2022
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin