Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere

  • rojane
  • 10:43 20 Hezîran 2022
  • |
ENQERE - Doç. Dr. Tezcan Durna diyar kir ku li dijî girtina rojnamegerên kurd bertekeke baş nehate dayîn û wiha got: “Heke li dijî hemû cureyên zextan ên li dijî rojnamegerî û rojnamegeran reaksiyoneke wekhev bihata nîşandan, desthilatdariyê dê nekariya ewqas bêperwa zext bikirana.” 
 
Di 8’ê hezîranê de li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Di 16’ê hezîranê de ji binçavkiriyan 16 rojnameger bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Di pêvajoya binçavkirina rojnamegeran de “Qanûna sansûrê” jî li Komîsyona Edaletê ya Meclisê dihat nîqaşkirin û di şeva 15’ê hezîranê girêdayî 16’ê hezîranê dike de hate qebûlkirin. Wisa tê şîrovekirin û nirxandin ku bi qebûlkirina vê qanûnê re dev ji pêşîlêgirtina zextên li ser çapemeniya muxalîf û kurd berde, êdî bermahiyên herî biçûk ên çapemeniya azad jî dê werin tunekirin. 
 
Têkildarî zextên li ser rojnamegeran û “Qanûna sansûrê”, Akademîsyenê Aştiyê Doç. Dr. Tezcan Durna ku ji Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê hatibû îxrackirin bi ajansa me re axivî. 
 
 
GEFAN DIXWIN
 
Tezcan Durna anî ziman ku operasyona li dijî rojnamegeran hatiye kirin di demên berê de li dijî rêveberiya Rojnameya Cumhuriyetê ya berê jî hate kirin û wiha got: “Li wir gelek kes hatin binçavkirin û bi cezayên giran hatin darizandin. Wisa xuya dike ku niha gefê li derdoreke din dixwin. Dema em ji hêla civakî dinihêrin, dibînin ku bi girtina 16 rojnamegeran re gefê li kurdan dixwin. Li gorî texmîna min, hewl didin pêşî li ber piştevaniyeke HDP’ê ya bi Tifaqa Milet re bigirin û gefan dixwin. Mirov dikare vê yekê di asta mîkro de weke parçeyeke planeke stratejîk bixwîne.” 
 
‘PIRSGIRÊKA ESASÎ NÎŞANNEDAYÎNA REAKSIYONÊ YE’ 
 
Bi domdarî Durna diyar kir ku dewlet ji salên 90’î heta niha li dijî rojnamegerên kurd di nava helwestekî taybet de ye û wiha domand: “Lê belê zexta desthilatdariya AKP’ê di salên dawî de ne tenê li dijî rojnamegerên kurd e. Pirsgirêka esasî ew e ku derdorên cuda yên civakê li dijî zextên ser rojnamegerên kurd reaksiyoneke têrker nîşan nadin. Desthilatdarî heman helwestê nîşanî her rojnamegerên baş dide. Dema mijara behsê xeberê bû rojnamegerên kurd, ne rêxistinên rojnamegeran û ne jî derdorên din ên civakê bertek û reaksiyoneke baş nîşan nadin. Li gorî min bingeha pirsgirêkê ji vir diqewime. Desthilatdarî vê rewşê baş bi kar tîne û ji hev diqetîne, parçe dike û birêve dibe. Lê belê bêyî ku mirov li nasnameyên olî, etnîkî û hwd. binêre, divê li dijî her cureyên zextan ên li ser rojnamegeriyê heman bertek û reaksiyonê nîşan bide. Heke wisa bihata kirin, desthilatdariyê nedikariya ev zext ewqas bêperwa bikira. Divê bibêjin ‘rojnamegerî ne sûc e’ û tevgerekî li gorî vê hebe.” 
 
‘REWŞA AKP’Ê BAŞ NÎNE’ 
 
Di berdewamê de Durna destnîşan kir ku dema bi awayekî makro li mijarê tê nihêrtin, tê dîtin ku zextên heyî ne tenê li ser rojnamegerên kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derheqê hemû kesên nelirêtiyên desthilatdariyê teşhîr dikin û heta ENAG’ê ku daneyên enflasyonê parve dike jî lêpirsîn tên vekirin. Ev tevek nîşan didin ku desthilatdariya AKP’Ê di rewşeke xerab de ye. Ji bo xwe xelas bike jî dê serî li her cureyekî zextê bidin. Li pêşiya me hilbijartinek heye û bi Qanûna Dezenformasyonê re dê her astengiyên li pêşiya destilatdariyê bên rakirin. Dixwazin wisa bi rojnamegeriyê bikin ku kesek nekare vî karî bike.” 
 
Durna, daxuyand ku di Qanûna Dezenformasyê de sererastkirinek ji hev pir cuda li cihekî hatine komkirin û wiha nirxand: “Di mijara sepandina wê de tiştekî zelal nîne. Gelek tiştên di vê pêşniyarqanûnê de ji xwe di qanûnan de hene. Lê belê dixwazin bi vê pêşniyarqanûnê re nezelaliyekî di hemû qanûnan de çêbikin û hiqûqê li gorî dilê xwe bi kar bînin. Heke hesab jê were pirsîn jî dê bibêjin ‘me li gorî hiqûqê kiriye.’ Amadekariya vê dikin. Lê tiştekî ji bîr dikin. Ev guherînên ku kirine tevek jî dê rojekî bi serê wan ve bibin bela. Ew dê bi van sererastkirinan bên darizandin.  Mînak, tawana sûc a ‘belavkirina agahiyên xapîner’ tiştekî ne zelal e. Dikare bi keyfî bê nirxandin. Bi vê yekê re dê mafê azadiya îfadeyê dê heta dawiyê bê bisînorkirin.” 
 
‘YA KU HEDEF TÊ GIRTIN ROJNAMEGERÎ YE’
 
Herî dawî jî Durna ev tişt anî ziman: “Bi biryarên RTÛK’ê jî diyar e ku her çende ku nûçeya rojnameger ji çavkaniya xwe girtî û belgeyên wê heyî hebin jî, dê di çarçoveya vê qanûnê de bikarin bibêjin ‘belavkirina agahiyên xapîner’ û ceza bidin. Ev yek jî dê bike ku rojnamegerî êdî nema dikare bê kirin. Rojnamegerî ew nîne ku îcraetên desthilatdariyê bi zimanê wan vebêjî. Di esasê xwe de ji qanûna dezenformasyê re mebest dikin ku dengên ku xeletiyên desthilatdariyê derdixin meydanê qut bikin.”
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

21/06/2022
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin