Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin

  • rojane
  • 10:13 21 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Parêzer Gokhan Dayik, Ahmet Ceylan û Serhat Kurt ku ji bo hevdîtina li gel Ocalan pêk were îmze dan, diyar kirin ku tecrîd sûcê mirovahî ye û divê tavilê parêzer biçin hevdîtinê. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tên girtin. Qedexeya hevdîtinê ya li ser hevdîtina parêzer û malbatan berdewam dike. Ji bo hevdîtinê 775 parêzeran serî li dozgeriyê dan. Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), 775 parêzerên ku endamên 29 baroyan in, her wiha di nav de nûnerên saziyan û serokên baroyan jî hene, bi daxwaza hevdîtina parêzeran di navbera 10-17’ê hezîranê de pêk were serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê belê ji wê demê û vir ve tu bersiv ji serlêdanê re nehatiye dayîn.
 
Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Rihayê Gokhan Dayik, Hevberdevkê Desteya Şopandina Girtîgehan ê OHD’ê Serhat Kurt û Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan ê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Şaxa Rihayê Ahmet Ceylan jî di nav serlêdanê de cih girtin û diyar kirin ku hê jî bersiva wan nehatiye dayîn. 
 
‘TECRÎD RÊBAZEK ÎŞKENCEYA SPÎ YE’ 
 
Parêzer Gokhan Dayik destnîşan kir ku tecrîd yek ji rêbazên îşkenceyê ye û tecrîda li Îmraliyê tê sepandin wek “îşkenceya spî” bi nav kir. Dayik da zanîn ku dixwazin têkiliya Îmraliyê bi cîhanê re qût bikin, bi tene bihêlin û îradeya li wir bişikînin û got: “Îşkence binpêkirina mafê mirovan e. Bi vê ve girêdayî di yasayên me de sûc e. Tecrîd li gelek welatên cîhanê rabûye lê mixabin li welatê me hê jî didome. Ocalan di şertên giran têcrîdê de tê ragirtin. Ji ber vê yeke jî raya giştî bi fikar e. Tenê rêbazek heye ku vê fikarê bi dawî bike, ew jî hevdîtna malbatan û parêzeran a li gel birêz Ocalan e û parêzerên wî ye. Wek din bi tu awayî fikar ji holê ranabin. Qedexekirina hevdîtina parêzeran li dijî qanûna bingehîn e. Tu zemînek vê ya hiqûqî nîne. Sepanek kêfî ye. Tu aliyek were qebûlkirin nîne. Mafê her malbat û parêzerên girtiyan ê hevdîtinê heye.” 
 
‘QEDEXEYA HEVDÎTINAN FIKARA CIVAKÊ ZÊDETIR DIKE’ 
 
Parêzer Ahmet Ceylan jî diyar kir ku tecrîd girtî ji her mafên wî bêpar dihêle û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Demek dirêj e ji Ocalan agahî nayê girtinê. Ev rê li ber fikarên civakî vedike. Temenê wî û dema girtina wî fikaran zêdetir dike. Ji bo ev fikar ji holê rabin, divê tavilê qedexeya li pêşiya hevdîtinê rabe. Rewşa li Îmraliyê û agahî negirtina ji Ocalan û qedexeya hevdîtina parêzeran fikaran çêdikê. Ji bo ku fikr û bîrdozaiya birêz Ocalan negihîje civakan di bin navê tecrîdê de tecrîda li ser wî tê girankirin.”
 
‘POLÎTÎKAYA TENÊ HIŞTINÊ’ 
 
Parêzer Serhat Kurt jî tecrîdê wek “politikaya bi tenê hiştinê” pênase kir û wiha got: “Tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye. Demek dirêje ji Ocalan agahî nayê girtin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin. Lewma jî tecrîd û binpêkirina mafan dijwartir dibe. Divê şandeyek saziyên navnetewî were avakirin û biçin Îmraliyê û derbarê rewşa Ocalan de raporek amade bikin û ji raya giştî re parve bikin. Li Îmraliyê li dijî Ocalan polîtîkayek taybet tê birêvebirin. Dema hevdîtin bê kirin, dê ev nehiqûqî ji holê bên rakirin. Em hêvîdarin wê hewldana 775 parêzeran bi serketî encam bibe û demildest dawî li bêhiqûqiya li Îmraliyê were anîn.” 
 
MA / Ceylan Şahînlî 
 

Sernavên din

21/06/2022
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin