Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast

  • rojane
  • 10:37 22 Hezîran 2022
  • |
AMED - Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş ku hat girtin tevî hemû gefan jî 15 salan bû dengê jin û zarokan. Alagaş hêjayî “Xelata di Rojnamevaniyê de Wêrekî” wergirtibû. Rojnamevan Arjîn Dîlek Oncel ji bo hevpîşeya xwe Alagaş got: “Safiye her tim bi nûçeyên xwe rika xwe nîşan dida.” 
 
Li Amedê di 8’ê Hezîranê de li dijî rojnamevanên kurd operasyonek hat kirin 20 jê rojnamevan 22 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 20 rojnamevan xebatên wan ên rojnamevaniyê wek sûc hat dîtin û 16 rojnamevan ji aliyê dadgehê vi bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” di 16’ê hezîranê de hatin girtin. 
 
Ev ne zexta ewil bû ku rojnamevanên kurd hatin binçavkirin û girtin. Rojnamevanên hatin girtiin bere hema beje hemû gelek caran hatin binçavkirin û girtin an go derbarê wan de doz hatin vekirin. Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş jî yek ji van rojnamevanan bû. 
 
 
XELATA ROJNAMEVANIYA WÊREK WERGIRT 
 
Alagaş di sala 2007’an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) dest bi rojnamevaniyê dike. Pişt re jî di ajansa jinan JINHA de dixebite. Piştî ku JINHA bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) di sala 2016’an de hat girtin, li ajansa jinan JINNEWS’ê wek midûra nûçeyan karê xwe berdewam kir. Alagaş a ku endama Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya (MKGP) ye hêjayî xelata rojnamevana îtalyayî Maria Grazia Cutuli ku nûçegihana Corriere della Sera bû, di sala 2011’an de di êrişa El Kaîde ya li Afganistanê de jiyana xwe dest dabû hat dîtin. “Xelata di Rojnamevaniyê de Wêrekî” dabûn Alagaş. 
 
JI DOZÊ BERAET BÛ 
 
Alagaş ji 12 nûçeyên di JINNEWS'ê de hatibûn weşandin bi îdiaya “propaganda rêxistinê ya li pey hev” doz lê hatibû vekirin û di encama darizandinê de 22’ê cotmeha 2019’an hatibû bearetkirin. 
 
HAT GIRTIN 
 
Alagaş herî dawî bi 15 hevalên xwe yê rojnamevanan re li Amedê ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya nûçeyên çêkiribû hat girtin. Edîtora Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel û nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan qala hevpîşeya xwe Alagaş kirin. 
 
'EM Ê PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEHÊLIN’ 
 
Arjîn Dîlek Oncel diyar kir ku 16 rojnamevanên hatin girtin bi awayek neheqî 7 roj in li girtîgehê tên ragirtin û hêceta sereke ya girtina rojnamevanan xebatên wan rojnamevaniyê ye. Oncel anî ziman ku îktidar ji bo polîtîkayên xwe yên qirêj veşêre, rojnamevanan dide girtin û got: “Dixwazin rojnamevanên ku polîtîkayên wan qirêj eşkere dikin, bêdeng bikin. Lewma jî hevalên me girtin. Ew ê li hundir jî binivisînin û binpêkirinên mafan ên li hefsê ragihînin. Em ê jî li derve pênûsa wan li erdê nehêlin.” 
 
'RIKA XWE RADIXIST BER ÇAVAN’ 
 
Oncel diyar kir ku ew bi Alagaş re li bajarê Rihayê xebitî ye û wiha domand: “Ez û Safiye demekê li Rihayê di şert û mercên zehmet de bi hev re xebitîn. Pêvajoya hilbijartinekê bû. Diyar e; di her dema hilbijartinê de zextên îktidarê yên li ser civakê zêde dibin. AKP ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve serî li her cure binpêkirina mafan dide. Dema ku em bi hev re dixebitîn, Safiye rojnamegerek ku li ser jin û zarokan radiwestiya û nûçeyên wan çêdikir. Jin li Rihayê dihatin qetilkirin û ji ber ku di malê de dihatin girtin me nizanîbû bi çi re rûbirû dimîne. Safiye li ser vê yekê rika xwe nîşan da. Ew hevalekî me ya pir bi rik bû. Ji bo nûçeyek çeke gelek rêyan diceriband da ku xwe bigihîne jinan. Li wir min dît ku Safiye di warê rojnamegeriyê de dikare çi bike.” 
 
'DENGÊ MALBATA ŞENYAŞAR RAGIHAND’ 
 
Oncel anî ziman ku Alagaş di ragihandina qetlîama malbata Şenyaşar de jî bi roleke girîng rabû û wiha axivî: “Beriya hilbijartina 2018’an komkujiyeke ku hemû cîhan behsa wê dikir, pêk hat. Li dijî malbata Şenyaşar komkujî pêk hat. Me bi hev re pêvajoya komkujiyê şopand. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku wekîl, walî û qeymeqam lê bûn, li ber çavên her kesî komkujî pêk hat. Û malbata kuştî hat sûcdarkirin. Malbata Şenyaşar 20 sal in li navçeyê dikandariyê dikin. Tevî ku hemû Pirsûsî dizanibûn ku li wir esnaf hene, malbatek hat sûcdarkirin. Di wê serdemê de Safiye gelek nûçeyên girîng çêkirin. Wê nûçe çêkir da ku raya giştî bizane bêedaletî çawa li malbatê hatiye kirin. Safiye rika xwe nîşan da ku çi bi serê jin, zarok û malbata Şenyaşar re hatiye û nûçeyên ku civakê agahdar kir çêkirin.” 
 
XEMXURA JIN Û ZAROKAN BÛ 
 
Oncel destnîşan kir ku Alagaş ji bo binpêkirinên mafê jinan û zarokan ragihîne û di vê mijarê de çareseriyê li pêş bixe têdikoşiya û wiha got: “Ji ber feraseta feodal a Rihayê pir zehmet bû meriv xwe bigihîne jinan. Lê belê Safiye carna derî bi derî digeriya û dibû mêvana malbatên kurd, ereb, tirk û li çîrokên wan guhdar dikir û dikir nûçe. Her wiha di mijara binpêkirna mafên zarokan de gelek hesas bû. Mixabin li vî welatî yên herî bêparastî zarok û jin in. Di vî warî de Safiye nûçeyên mafparêz çêdikirin. Belkî em demek kin bi hev re xebitîn lê belê hesasiyeta wê, têkiliya wê ya li gel jinan û karûbarê ku dikir û baweriya wê min didît. Dibe ku niha girtî be, lê belê wê li hudnir jî wê hesasiyeta xwe berdewam bike. Ez bawerim wê li wir jî binpêkirinên ku jinên girtî pê re rûbirû dimînin ragihîne. Kêliya ku derkeve jî wê bi heman coş û biryardariyê xebata rojnamevaniyê berdewam bike.” 
 
'DIBÛ DENGÊ JIN Û ZAROKAN’
 
Nûçegihana JINNEWS’ê Şehrîban Aslan jî qala hevpîşeya xwe ya kar kir û wiha behsa wê kir: “Safiye hevalek me pir jîr bû. Ji ber jîrbûna wê em pir pê şanaz bûn. Tecrûbeyek wê ya dûr û dirêj a rojnamevaniyê heye. Alîkariya hemû nûçegihanên ajansê dikir. Hem fêr dikir û hem jî dida nîşandan. Her tim agahiyên nû hîn dibû. Nexweşîna mîgrenê pê re hebû. Dema ku êşa mîgrenê digirtê li gel ku çavê wê tiştekî nedidît jî lê nûçeya di destê xwe de amade dikir û dixebitî. Girîngiyek mezin dida nûçeyên zarok û jinan da ku dengê wan ji civakê re ragihîne. Gelek nûçeyên tacîz, tecawiz, tundiya li jinan û zarokan tê kirin ji raya giştî re ragihand. Bû deng û rengê zarok û jinan. Her çiqas ji ber nûçeyên xwe ji aliyê faîlan ve dihat tehdtîdkirin jî lê belê qet paşve gav nediavêt û li pey nûçeyên xwe disekinî. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin û karê wê yê nîvcomayî berdewam bikin. Em ê karê wê jî û kare xwe jî bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

24/06/2022
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê