Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin

  • rojane
  • 14:00 22 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş banga beşdariya danişîna doza siyasetmedarê kurd Mehmet Sîncar ku hatibû qetilkirin dê roja duşemê were lidarxistin kir û got: “AKP niha li terefê ku qetlîamên salên 90’î rizgar bike dimîne. Lê em ê destûr nedin vê yeke.” 
 
Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar di 4’ê Îlona 1993’yan de li sûka Êlihê hatibû qetilkirin. Doza derbarê kuştina Sîncar de berdewam dike. Danişîna dozê dê roja duşemê di 27’ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 6’emîn were lidarxistin. Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar beriya dozê li avahiya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
 
BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ 
 
Serokê Baroyê Nahît Eren ewilî axivî û diyar kir ku dewlet bi qetlîamên salên 90’î re hevrû nebûye û doza Mehmet Sîncar tenê ne doza kesekî ye û ew ê her vê dozê bişopînin û ew ê destûr nedin dozê ku beraet bibe û banga tevlibûna dozê li rêxistinên sivîl kir. 
 
'EM Ê XWEDÎ LI DOZA XWE DERKEVIN’ 
 
Cîhan Sîncar jî bi şermezarkirina girtina 16 rojnamevanên kurd dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Di salên 90’î de ji Mûsa Anter bigire heta endamên partiyê yên ku rûmeta kurdatiya xwe diparastin hatin qetilkirin. Serokwezîr û waliyê wê demê yê herêmê hebûn û digotin ‘em ê bikujin’ û kuştin jî. Îro zarokên me neviyên me mezin bûn lê hê jî cenazeyên bav û kalikên xwe nedîtine. Ji Şêx Seîd û Seyîd Riza bigire heta îro kujer nayên dîtin û cenaze winda ne. Em wek malbatan bedela wê çi dibe bila bibe, em ê dest ji doza xwe bernedin.” 
 
JI CÎNAYETÊ KESEK GIRTÎ TUNE YE 
 
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê Doza Sîncar de agahiyan da û bi ser qetilkirina Sîncar re 30 sal derbas bûn û cinayet bi hevkariya JÎTEM, dewleta kûr û hîzbûllahê pêk hat û belgeyên qetlîamên salên 90’î jî hene. Beştaş got di belgeyan de her tişt beyan û eyan e û her çiqas Cîhan Yildiz ê endamê hîzbullahê ku ji cînayeta Sîncar hat girtin û ceza lê hat birîn jî lê hat berdan. Beştaş anî ziman ku endamên Hîzbullahê ku ji cînayetên salên 90’î hatibûn girtin hemû hatine berdan û niha endamek Hîzbullahê jî di girtîgehan de nemaye lê belê Mehmet Emîn Ozkan ê bi ser 80 salî re di girtîgehê de ye. Beştaş da zanîn ku nêzî 30 sal in di dosyeya cînayeta Sîncar de tu girtî tune ne û daraz mîna ku Cîhan Yildiz ê bersûc didarizîne dike lê belê li derve ye. 
 
'EM Ê DOZÊ BIŞOPÎNIN’ 
 
Beştaş destnîşan kir ku Meclisê di serî de ji bo Mehmet Sîncar tu cînayetekê lêkolînek û xebatek nekir û got: “Lê îro radibin ji bo kulmekê parêzbendiya parlamenterek radikin. Ew Serokê Meclisê ku vê parêzbendiyê radike lê xwedî li mebûsek xwe dernakeve. Çimkî yê ku hatiye qetilkirin kurd e, mebûsê DEP’ê ye. Heta ku heqîqet dernekeve holê û rûbirûn çênebe, em ê çawa vê rêyê berdewam bikin. Em wek HDP’ê ji bo rastî derkevin holê em gavên cidî diavêjin û em ji serkeftina xwe jî bi bawerin. Di salên 90’î de doz nedihatin vekirin, lêpirsîn nedihatin birêvebirin. AKP got, ‘me şoreşek mezin pêk anî’ û gotibû ‘me dozan vekir’. Lê AKP niha terefê qetlîamên di salên 90’î de hatin kirin cih digire û dixwaze kujeran efû bike. Em ji Amedê ji AKP’ê re dibêjin, em rola we dibinin. Hûn dixwazin wan efû bikin, lê em ê qet destûr nedin vê yeke. Heta ku heqîqet derkevin holê, em ê têbikkoşin. Em ê roja duşemê bi saziyên xwe re dozê bişopînin.” 
 

Sernavên din

24/06/2022
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê