Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin

  • rojane
  • 16:30 22 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - Ji bo ku girtiya bi navê Ozlem Aydin ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe, rêveberiya girtîgehê jê re “50 hezar TL mesrefa rê” derxist. 
 
Yekitiya Malbatên Demokrasiya Nû têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî sirgun, îşkence, cezayên hucreyan, xespkirina mafan û tecrîdê li ser girtiyên şoreşger werin em dengê xwe bilindtir bikin!” hatibû vekirin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Dilşat Canbaz Kaya, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û gelek parastvanên mafan jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Ji endamên Yekitiya Malbatan a Demokrasiya Nû Elvan Ozeren da zanîn ku binpêkirinên li dijî girtiyan di demên dawî de zêdetir bûne û wiha got: “Bi sedan girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku nexweşiyên wan giran jî nayên berdan. Lewma jî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan. Ji mirina girtiyên nexweş jî ji ewil Wezareta Edaletê û Saziya Tipa Edlî berpirsyar in. Di 30’ê gulanê de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi dehan girtî hatin ‘sirgunkirin.’ Her wiha bi ser qawîşên girtiyên şoreşger Ozgur Çelîk û Abîdîn Kahraman de hate girtin û sirgunî Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Sîncanê hatin kirin. Li gel ku Çelîk û Kahraman girtî ne jî, niha di hucreyên yekkesî yên girtiyên bi muebbeta giran tên darizandin tên ragirtin.” 
 
GIRTÎGEHA TÎPA S 
 
Bi domdarî Ozeren nameya Kahraman a derheqê binpêkirinên li girtîgehê xwend. Piştre jî Ozeren anî ziman ku gardiyanan di 18’ê hezîranê de li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Kandirayê di bin navê lêgerînê de girtî Veysel Kaplan û girtiyê astengdar Kamîl Turanlioglu derb kirine û Kaplan di “odeya bisunger” de hatiye ragirtin. 
 
JI BO GIRTÎ 50 HEZAR TL MESREF DERXISTIN
 
Di berdewamê de Ozeren got ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji bo 3 mehan cezayê hucreyê li Ozlem Aydin hatiye birîn û ev agahî parve kirin: “Aydin xwest biçe merasîma cenazeyê bavaê xwe. Rêveberiya girtîgehê ji bo mesrefên rê 50 hezar TL nivîsandiye. Ji ber vê sepana keyfî û derhiqûqî, Ozlem Aydin ji mafê xwe yê herî însanî bêpar hatiye hiştin û nekarî biçe merasîma cenazeyê bavê xwe.” 
 
Parlamenter Dilşat Canbaz jî girtina 16 rojnamegeran a li Amedê bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Ev êriş, li dijî hemû kesî ye. Bi hefsên malê û kontrolên edlî re Tirkiye veguherandin girtîgehên vekirî. Dema girtiyan ji girtîgehekê dibin girtîgeheke din, rastî lêgerîna tazî tên. Dixwazin vê sepanê rewa bikin û weke mafê xwe bidin qebûlkirin. Vê yekê jî di bin navê lêgerîna zirav de dikin. Dema girtî vê sepanê red dikin jî ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Girtî terkî mirinê hatine kirin. Daxwazên HDP’ê yên ji bo serdanên li girtgîgehan jî ji hêla Wezareta Edaletê ve tên redkirin.” 
 
QANÛNÊN OHAL’Ê 
 
Di daxuyaniyê de endamê TDÎ’yê Abdulmelîk Yalci jî axivî û da zanîn ku biryarên di dema OHAL’ê de hatine dayîn, êdî bûne “qanûn.” Her wiha Hevseroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Guleren Yolerî jî bertek nîşanî binpêkirinên li girtîgehan da û got ku desthilatdarî hewl dide ji bo îşkenceyê bingeheke qanûnî amade bike. 
 

Sernavên din

24/06/2022
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê