Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya DBP'ê biryara ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriya Hevseoka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz şermezar kir û got: "Em ê qada xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin." Li Wan, Mêrdîn û Êlihê jî ev biryar hat şermezarkirin. 

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkildarî amadekirina rapora ji bo rakirina parêzbendiya parlamenteriyê ya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, li Buroya Îrtibatê ya Navenda Giştî ya li Amedê civînek çapemeniyê li dar xist. Rêveberên DBP'ê û Hevseroka Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Ozum Vûrgûn jî beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP'ê Gulşen Sîncar di daxuyaniyê de axivî û destpêkê Dr. Ekrem Karakaya yê doh li Konyayê hate qetilkirin û parêzer Servet Bakirtaş ê li Stenbolê hate kuştin, bi bîr anî.
 
Sîncar bi bîr xist ku ji zêdeyî hezar û 600 fezlekeyên ketine rojeva meclîsê hezar û 300 jê li hemberî wekîlên HDP'ê ne û anî ziman ku li dijî Salîha Aydenîz 78 fezleke radestî Meclisê hatine kirin."
 
'EM Ê BI SER BIKEVIN'
 
Sîncar her wiha rakirina mafê destnedana parlamenteriyê ya wekîlên DEP'ê û girtina wekîlan bi bîr xist û anî ziman ku ji hingî ve nêzîkatiya ku li hemberî Leyla Guven, Mûsa Farisogûllari û Semra Guzel tê nîşandan di şexsê Aydenîz de jî dewam dike.
 
Sîncar wiha got: "Bi hêz û morala ji gel wergirtî em ê karên xwe dewam bikin. Em meclîsê rexne dikin ku li hemberî vê yekê bêdeng e. Em zanin ku ev biryar hiqûqî nîne, siyasî ye û hewl didin têkoşîna me krîmînalîze bikin, bi vî rengî zemîna me ya ji bo siyasetê ji holê rakin. Em pêkhateyên siyaseta demokratîk, şoreşger û jin; bi hêza ji mafdariya xwe wergirtî em ê têkoşîna xwe dewam bikin."
 
Sîncar di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: "Partiyên bi heman mejî çawa ku berê di tarîtiya dîrokê de tune bûn, AKP jî wê tune bibe" û wiha dewam kir, "Weke hêzên modernîteya demokratîk û avahiyên wê yên siyasî, em ê zemîna xwe ya têkoşînê mezin bikin û her hebin. Em ê bi ser bikevin."
 
'DADWERIYA SERBIXWE NÎNE'
 
Parêzer Ozum Vûrgûn jî anî ziman ku ya hatiye kirin destdirêjiya dadgeriyê ye û destnîşan kir ku bikaranîna dadgeriyê weke çekekê nîşan dide ku dadgeriya serbixwe nîne. Vûrgûn wiha got: "Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê tê wateya rakirina mafê bingeha siyasî. Êrİşên li hemberî Salîha, Semra û wekîlên din têne kirin, em wan qebûl nakin û pêwendiya xwe bi hiqûqê re nîne. Gava ku dema wê hat herî zêde wê pêwîstiya wan bi demokrasî û edaletê çêbibe."
 
WAN, MÊRDÎN, ÊLIH 
 
Rêxistinên DBP'ê yên Wan û Mêrdînê û her wiha li Êlihê jî rêveberên HDP, aktîvîstên TJA'yê û rêveberên DBP'ê têkildarî heman mijarê daxuyanî dan û biryara ji bo rakirina parêzbendiya Aydenîz şermezar kirin. 

Sernavên din

08/07/2022
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar
13:12 Li Girtîgeha Xarpêtê îdiaya nexweşiya şewbê
12:50 Malbatên girtiyên nexweş: Werin em mafên zarokên xwe biparêzin
12:39 ‘HDP wê siyaseta komploger pûç bike’
12:38 Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye
12:05 Li Enqereyê 46 kes hatin berdan
11:44 Cenazeyê Olmez piştî 8 mehan radestî malbata wî kirin
11:23 AYM’ê daxwaza berdana Ozçelîk ê rewşa wî xedar red kir
10:51 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kirin
10:42 Li Diyadînê mirina biguman a zarokekê
10:29 Erdag a li dijî tacîza zayendî xwe parastibû hate berdan
09:40 Gel bersiv da AKP’ê: Hûn nikarin HDP’ê xelas bikin
09:02 Esnafên Amedê: Kes nikare ji bo cejnê jî tiştekî bikire
09:02 Derbarê polîsê ku bi kuçik îşkence li Çetîn kir de bi sûcê 'birîndarkirina hêsan' doz hat vekirin
09:01 Taxa Fetîhtepeyê 30 roj in bê av û ceryan e
09:00 ROJEVA 6'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
05/07/2022
20:40 Xwendekarên MED-DER'ê belgeyên xwe yên serkeftinê wergirtin
19:50 Li Enqereyê êrişa polîsan: Nûçegihana me Vûral rakirin nexweşxaneyê
19:13 Polîsê ku tê îdiakirin Aydenîzê tahde lê kiriye piştî daxuyaniya Soylû rapor wergirtiye!
18:58 Rojnamevanên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Rapora Karahîsarê: Esker qisûrdar in, daxuyaniya walîtiyê dûrî rastiyê ye
16:29 14 kesên beşdarî kongreya HDP’ê bûn hatin binçavkirin
16:22 Gundiyên li Cizîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:05 Xizmên Windakiriyan: Em ê di hefteya 700’an de li vir bin û li benda tevlibûna we ne
15:58 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser rewşa Besra Erol
15:50 Komîsyona Amadekar ji bo parastina Aydenîza DBP’î kom bû
15:24 Erîk ê ku du milên wî hatin jêkirin û niha girtî ye nayê dermankirin
14:49 Danişîna doza Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn hat taloqkirin
14:17 Dê li şahidê veşarî yê di doza SES’ê de were guhdarkirin
14:03 Artêşa tirk bi SÎHA’yan êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê kir
13:32 Binçavkirina rojnamegeran hat protestokirin: Em ê meşa xwe bidomînin
13:28 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 4’an
13:24 Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê derqanûnî hatiye şopandin!
13:07 3 kargehên petrolê xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê dan sekinandin
13:06 Li Kirklareliyê otobosa rêwiyan qulipî: 6 kes mirin 25 kes birîndar bûn
12:46 Polîsan êrişî rojnamevanan kir: Nûçegihanê me û 3 rojnamevan hatin binçavkirin