SEMSÛR - Li Çiyayê Bêzar 28 ciwanên ku bi piraniya wan xwendekar bûn 28 sal bere di encama bombebaranê de hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.
Li Çiyayê Bêzar ê bi ser navçeya Çîlikan a Semsûrê di 17’ê gulana 1994’an de 28 ciwanên ku bi piraniya wan xwendekarê zanîngehê bûn û di encama bombebaranê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bernameya bîranînê li ser gora ciwanan a li Goristana Kayapinar a Semsûrê hat lidarxistin. Malbatên ciwanên qetilkirî û rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê tev li bîranînê bûn. Li ser navê 28 ciwanan ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiye de canê xwe ji dest dane rêz hat girtin.
Di axaftinên bîranînê de ku hatin kirin hat diyarkirin ku ew ê cangoriyên xwe ji bîra nekin û ew ê girêdayî bîranînên wan bimînin.
Bername bi danîna qerenfîlên li ser goran bi dawî bû.