NAVENDA NÛÇEYAN – Meta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Eynê Ocalan di 97 saliya xwe de wefat kir.
Meta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Eynê Ocalan a 97 salî ku ev demek bû pirsgirêkên tenduristiyê dijiya, wefat kir.
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan demek berê bi ANF’ê re axivîbû û diyar kiribû ku meta wî ji ber temenê xwe yê mezin gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî.
Mehmet Ocalan da zanîn ku bi sedan kes ji bo sersaxiyê hatine taziyeyê û wan şîna xwe li gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê danîne. Ocalan, bi domdarî wiha got: “Ji ber temenê xwe yê mezin, ev demek bû meta min nexweş bû. Êdî nekarî van nexweşiyan rake û îro rehmet kir. Mala her kesê ku hatine taziyeyê û yên li ser telefonê sersaxî xwestin ava be.”