* Lêgerîna li avahiya şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû. Polîsan kamera, qaseyên computeran, hard disk, mîkserên deng û monîtoran desteser kirin.
* Serokê Odeya Bıjişkan a Rihayê Bulut Ezer diyar kir ku hişyariyên wan ên li hemberî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin û got: "Dawiya vê yekê tune ye. Tahdeya li tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê ya desthilatê ye."
* Serokê Giştî yê DÎSK Basin-Îşê Farûk Eren destnîşan kir ku tahdeya li ser rojnamevanan zêde bûye û got: "Gel divê xwedî li demokrasiyê, azadiya fikr û ramanê û mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 490'emîn de berdewam bike.
* Ma Muzîkê bi wesîleya salvegera Zarok Ma'yê ku konser li dar xist, dê di roja duyemîn de berdewam bike. (20.30)
* Lêgerîna li avahiya şîrketên produksiyonê yên Piya û Arî piştî 32 rojan bi dawî bû. Polîsan kamera, qaseyên computeran, hard disk, mîkserên deng û monîtoran desteser kirin.