Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin

  • rojane
  • 09:07 12 Tîrmeh 2022
  • |
img
MEREŞ - Yek ji pêşengê Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De Ahmet Guden ku kesên piştî Komkujiya Mereşê koçber bûn daye destpêkirin wiha got: “Rêya pûçkirina komkujiyê, ji nû ve avakirina jiyanê ya li Mereşê ye.”
 
Ahmet Guden (57) ê li gundê Axtil yê navçeya Elbîstan a Mereşê dijî, ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî mecbûr ma ku di sala 1984’an de koç bike û li Stenbolê bi cih bû. Guden ê piştî 36 salan di sala 2019’an de vegeriya gundê xwe û bi çandinî û sewalkariyê ve mijûl dibe, li dijî pişaftina çand û ziman a li herêmê berdewam dike û polîtîkayên koçberkirin û qirkirinê bi gundiyên xwe ve “Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De” da destpêkirin. Di çarçoveya tevgerê de ewilî jinan darên fêkî danîn. Piştî ku tevgerê dest pê kir bi sedan kesên ji gundên girêdayî Elbîstanê vegeriyan ser gundên xwe darên fêkî danîn û dest bi sewalkariyê kirin. Heta niha di çarçoveya tevgerê de di 3 salan de 150 hezar darên fêkî hatine çandin.
 
Guden, sedem û armancên derketina tevgera ku pêşengtiya wê dike û gavên heta niha avêtine ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxand. 
 
BIRYARA VEGERÎNÊ
 
Guden, diyar kir ku ji ber zextên “siyasî û aborî” yên piştî darbeya eskerî ya sala 1980 pê re rûbirû man, di sala 1984’an de ji Mereşê bar kirine Stenbolê û wiha got: “Her çiqas ez çûbûm wê derê jî min her tim xwe li wê derê weke biyaniyekê dît. Kekekî min jî çûbû derveyî welat. Em her tim difikirîn ku ‘em ê kengî vegerin ser axa xwe ya em jê dayik bûne’. Me zaroktiya xwe ji bîr nekir, me her tim digot em ê rojekê vegerin. Me di sala 2019’an de ev yek pêk anî û biryara vegera gund wergirt. Dema em vegeriyan me got ‘em gundên xwe nekin goristan vegerînin qadên jiyanê’. 
 
Gundên me hemû kavil kiribûn û hema bêje li herêmê mirov nehiştibûn. Erdnîgariyeke ku hilberîn lê hatibû sekinandin û mirov lê neyî bû. Me bi malbatî biryarek girt û dema em vegeriyan me ‘Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih Da’ da destpêkirin.”
 
DARA EWIL JINAN DANÎ
 
Guden, bi lêv kir ku di çarçoveya tevgerê de dara ewil jinan çand û wiha berdewam kir: “Dara ewil dayikeke me danî. Armanc ne tenê aborî bû, pirsgirêka em ê çawa vegerin ser axa ku em jê dayik bûne bû. Her tim tê gotin ku ‘me ji ber pirsgirêkên aboriyê koç kir’. Wê demê divê ewilî me bingeha aboriyê ya herêmê ava kiribûya. Me jî bi axê re peymanek çêkir. Roja ewil me 5 hezar dar danîn û niha jî hejmar kir 150 hezar. Gelek kes tev li dibin û her ku diçe mezin dibe.”
 
Guden, da zanîn ku di çarçoveya tevgerê de darên behîv û qeysiyan danîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha li vê herêmê berhemên weke genim û ceh dihatin hilberandin. Lê me li vê herêmê darên behîv û qeysiyan danîn. Lê kesên ku lavanta danîne jî hene. Em dixwazin salebe jî li vir hilberînin. Erdnîgariyeke dewlemend e, em dixwazin vê dewlemendiyê zêde bikin.”
 
KOMKUJIYA MEREŞÊ DI BÎRA WAN DE YE
 
Guden, bi bîr xist ku gelek elewiyên kurd bi komkujiyan re rûbirû man û wiha pê de çû: “Hema bêje Mereş ji elewiyên kurd xelas kirin. Yek ziman yek bawerî ferz kirin. Lê serneketin. Li vir elewiyên kurd jî hebûn. Li vê herêmê hewl dan demografiyê biguherînin. Komkujiya Mereşê ya di sala 1978’an de di bîra me de ye. Komkujiya Mereşê nîşan dide ku ev tevger çiqas girîng e. Di 3 salan de gelek kesan koç kirine vê derê û dest bi çandiniyê kirin.”
 
Guden, destnîşan kir ku polîtîkaya bêmirovkirina herêmê bi talana xwezayê berdewam dike û wiha domand: “Guhertina navên gundên me berdewam dike. Hewl didin welatiyên li herêmê dijîn bêbîr bihêlin. Rêya pûçkirina Komkujiya Mereşê, ji nû ve avakirina jiyanê ya li Mereşê ye. Em dikarin hevrûbûna pergalê ya bi Komkujiya Mereşê re li vir bimînin û ji nû ve avakirina jiyanê pêk bînin.
 
JIYANEKE KOMUNAL
 
Guden, da zanîn ku wê tenê ne di asta aboriyê de wê di qada çand û ziman de jî pêvajoya avakirina jiyaneke ji nû ve bidin dest pê kirin û got: “Em dixwazin jiyaneke ekolojîk û komînal ava bikin. Em ê di pêvajoya pêşiya me de pêvajoya kooperatîfbûnê bidin dest pê kirin. Em dixwazin li Malên Cemê yên li vê erdnîgariyê pirtûkxaneyan ava bikin. Li Mereşê bazirganên mirovan zêde bûne, em ê vebêjin ku ev perojeyek e. Werin em bi hev re jiyaneke xweş ava bikin. Heke em bi axê re têkiliyeke baş pêş ve bibin em ê bikarin hemû pêdiviyên xwe pêk bînin.”
 
‘BERÊ XWE BIDIN AXA XWE’
 
Guden, bi lêv kir ku tevgera avakirinê wê bi awayekî komunal berdewam bike û wiha axivî: “Ji roja ev tevger dest pê kir ve ji eşîreta Alkasan nêzî 100 kes vegeriyan gundên xwe û dest bi avakirina xaniyên xwe kirin. Têre nake ku mirov ji Ewropayê qala Mereşê û Elbîstanê bike. Divê demildest em ji nû ve û di cih de dest firehkirina avakirinê bikin. Çawa ku her dar li ser koka xwe dijî  divê her mirov jî li ser axa xwe bijî. Em her cure alikariyê didin kesên ku dixwazin vegerin ser axa xwe. Traktoreke me heye, dixwazim vê traktöre bidim malbateke ku vegere vir û tev li pêvajoya avakirinê bibe. Dikare bikarbîne û karê xwe pê bike. Em bi awayekî komunal vî karî bi rê ve bibin. Ji bo ku hûn li dijî pişaftinê bisekinin hûn li ku derê cîhanê bibin, bibin berê xwe bidin axa xwe. Em ê rojekê li ser vê axê jiyanê ji nû ve ava bikin.”
 
Guden, her kesî vexwend erkana cemê ku wê bi dirûşmeya “Weke dayika axê hilberînin, weke jinan parve bikin” di 14’li Ocaxa Sînemîllî ya li Taxa Kantarma ya Elbîstanê û Pazarcixê bi Tevgera Avakirina Jiyanê ya Ji Nû Ve û Di Cih De û Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk were kirin, kirin. 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

16/07/2022
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike