16 rojnamevan mehek e girtî ne

  • rojane
  • 09:01 16 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - 16 rojnamevan ji 16'ê hezîranê ve girtî ne. Parêzer Resûl Temûr anî ziman ku armanca girtina rojnamevanan pêşîlêgirtina azadiya çapemeniyê û mafê nûçewergirtina bêalî yê gel e. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 8'ê hezîranê de di avêtina malan û kargehan de 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Kesên binçavkirî piştî 8 rojên di binçavan de sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin û ji rojnamevanan Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê MA'yê Azîz Orûç, Midûrê Karê Nivîsê yê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji ber nûçeyên xwe, bernameyên çêkirine, axaftinên bi çavkaniyên nûçeyan re û xebatên rojnamevaniyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin û Gulşen Koçûk, Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram û Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. 
 
PIŞTEVANÎ Û BERTEK
 
Piştî rojnamevan hatin girtin li Tirkiyeyê û cîhanê gelek rêxistinên rojnamevanan girtina rojnamevanan şermezar kir û gelek rojnamevan û derdor li Amedê serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin. Her wiha bi pêşengiya DFG'ê û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) bi gelek çalakiyan girtina rojnamevanan hat şermezarkirin. Li gel vê gelek nivîskar, rojnamevan û şîrketên çapemeniyê yên navneteweyî jî piştgiriya xwe ya ji bo rojnamevanan ragihandin. 
 
Derbarê dosyeya lêpirsînê ya rojnamevanan de biryara veşarî hat dayîn û têkildarî tiştên rojnamevan pê tên tawanbarkirin rojnamevan û parêzer nehatin agahdarkirin. Her wiha avahiya Arî û Piyayê jî bi îdiaya "lêgerîn didome" 32 rojan di bin dorpêça polîsan de ma. Piştî 32 rojan polîsan zabitname dan parêzeran, lê belê lîsteya malzemeyên hatin desteserkirin nedan wan. Piştî lêgerînê xebatkarên şîrketê tespît kirin ku polîsan dest danîne ser 19 kamerayan, hemû kaseyên komputeran, mîkserên dengan, mîkrofonan, qaseyên komputeran ên li beşa rejiyê û hin monîtorên komputeran. 
 
KAMERA SÛC HATIN HESIBANDIN
 
Piştî ku bertekên li hemberî girtina rojnamegeran zêde bûn, Midûriyeta Polîsan a Amedê kamerayên ku hatibûn desteserkirin wekî madeyên rêxistinî û sûcî nîşan dan û ev yek li bara raya giştî bû cihê bertekên mezin. 
 
12 ROJNAMEVAN HATIN SEWQKIRIN
 
Ji rojnamegerên li girtîgehên kampusê yên Amedê girtî Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê MA'yê Azîz Oruç û Ramazan Gecîken, Mazlum Guler, Abdurrahman Oncu û Suat Doguhan sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê hatin kirin. Hevserokê DFG'ê Serdar Altan û Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Îbrahîm Koyuncu û Lezgîn Akdenîz jî sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatin kirin.
 
NAMEYÊN WAN NEHATIN ŞANDIN
 
Li aliyê din rêveberiya girtîgehê nameyên ku gelek rojnamegeran ji hevpîşeyên xwe re şandibûn ji aliyê rêvebiriya girtîgehê ve wekî "xetere" hatibûn pênasekirin û hatibûn desteserkirin. Destûr nehatibû hiştin nameyên Mehmet Alî Ertaş, Omer Çelîk û Serdar Altan bigihên kesên ji wan re hatine nivîsandin. Her wiha nameyên ku hevpîşeyên Omer Çelîk jê re şandibûn jî destûra wan nehatibû dayîn. 
 
NÛÇE Û BERNAME SÛC HATIN HESIBANDIN
 
Ji parêzerên 16 rojnamevanên girtî Resûl Temûr têkildarî meha ewil a girtina rojnamevanan de axivî. Temûr wiha got: “Sedema girtina 16 rojnamegerên kurd ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin, bi kurtî bernameyên ku çêkirina û xebatên wan ên rojnamevaniyê ne. Siyaseta weşanê ya kanalên ku hin bernameyên wan lê hatine weşandin, naveroka nûçeyên ku ji aliyê nûçegihanan ve hatine çêkirin û zimanê nûçeyan, şîrketên ku bi giranî tê de dixebitin û bernameyên ku tên çêkirin, bûne sedema girtina wan."
 
Temûr destnîşan kir ku ji bo ev hincet hemû bên tepisandin û ji bo ku bê gotin li Tirkiyeyê "rojnamevanên girtî tune ne" di warê çapemeniyê de şabloneke ku tu hêleke wê ya hiqûqî tune ye hatiye çêkirin. Temûr anî ziman ku armanca girtina rojnamevanan pêşîlêgirtina azadiya çapemeniyê û mafê nûçewergirtinê yê bêalî yê gel e. Temûr bi lêv kir ku di dozên wisa de pêdivî bi mudaxilbûneke civakî heye û divê li qadên cuda ev bêhiqûqîtiya wekî tiştekî tiştekî qanûnî be hatiye nîşandan bê astengkirin. Temûr got: "Ji xeynî hin saziyên çapemeniyê ku ji dema rojnamevan hatine girtine heya niha bi dîtineke bîrdozî nêzî çapemeniya kurd dibin, piştevanî û piştgiriyeke mezin ji bo rojnamevanan rû da û ev yek ji bo rojnamevanan bûye cihê moreleke mezin e." 
 
MA / Mujdat Can 
 

Sernavên din

16/07/2022
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin