Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin

  • rojane
  • 09:02 22 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê PDK'ê Çiya Şerîf diyar kir ku hatiye îspatkirin ku êrişa li ser gundê Perexê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin û got: "Divê êdî pêşî li êriş û dagirkeriyên Tirkiyeyê bê girtin."

 
Tirkiyeyê di 20'ê Tîrmehê de li gundê Perex ê bi ser navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê ve qada seyrangehê topbaran kiribû û di encama vê topbaranê de yek jê pitik 9 geştiyarên ereb jiyana xwe ji dest dabûn û 29 kes jî birîndar bûbûn. Bertekên li dijî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî sivîlan dewam dikin. Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Kurdistanê Çiya Şerîf diyar kir ku êrişa li ser gundê Perexê ji aliyê qereqola Kirya Reş a Tirkiyeyê ve hatiye kirin.
 
KÎLOMETREYEK Û NÎV DÛRÎ SÎNORÊ TIRKIYEYÊ YE
 
Şerîf anî ziman ku cihê bomberankirî cihekî geştê ye û bi qasî kîlometreyek û nîvê dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û cihê geştê yê hatiye bombekirin di navbera sînorên Tirkiye û Herêma Kurdistana Federe de ye. Şerîf diyar kir ku li nêzî vê herêmê çiyayekî bi navê Çiyayê Reş heye û li vir qereqoleke Tirkiyeyê heye û got: “Beriya niha gelek gundên herêmê hatibûn bombebarankirin û ji ber vê yekê ji bêgavî hatibûn valakirin. Li gundê Perexê mirov dimînin. Tirkiye ev demeke dirêj e hemû herêmê bombebaran dike. Ji bo tirsê li ser mirovan belav bike her dem vê bombebaranê dike. Berê serê çiyayan bombe dikir û ew der dişewitandin. Di van demên dawî de hêdî hêdî van bombebaranên xwe ber bi jîngehan ve dibe. Lê mixabin duh geştiyarên ji başûrê Iraqê hatibûn bombebaran kir û di bombeberanê de 9 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn. Kê ev çawa kiribe hovîtî ye. Divê ev mijar bi berfirehî bê lêkolînkirin, binpêkirinên li Kurdistanê û êrişên li ser vê xakê demildest divê bên rawestandin."
 
JI QEREQOLA KIRYA REŞ ÊRIŞ KIRINE
 
Şerîf îşaret bi wê yekê kir ku ew şêniyê gundê Qesrok ê Zaxoyê ku 2 deqeyan dûrî gundê Perexê ye û wiha got: “Dema ku top hatine avêtin, kesên li wir baş dîtine ku bombe ji ku hatine. Cihê bombebarankirî jixwe kîlometre û nîv dûrî baregeha Tirkiyeyê ye. Her wiha şandeya hikûmeta Bexdayê ku tîmên pispor jî di nav de bûn, îspat kirin ku ew bombebaran ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Heta navê cihê qereqola bombe jê hatine avaêtin jî gotin. Ew diyar dikin ku teqîn ji qereqola Kirya Reş hatiye kirin. Ev, li qada li hemberî Herêma Kurdistana Federe ya ya li hêla Şirnexê dimîne. Leşkerên Iraqî, pispor û şahidên bûyerê jî diyar kirin ku bombebaran ji baregeha Tirkiyeyê hatiye kirin. Beriya ku gundê Perexê were bombebarankirin bi du sê saetan, gundên derdorê jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin bombekirin. Yanî ne bûyereke ku wê saetê dest pê kiribe. Ew herêm ji danê sibê ve hatine bombebarankirin. Hemû gund bûne şahidê vê yekê." 
 
‘DIVÊ PÊŞÎ LI BER DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ BÊ GIRTIN'
 
Şerîf bal kişand ser wê yekê ku wekî endamekî Parlamentoya Kurdistanê di şandeyên berê de cih girtiye û li cihên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine bombebarankirin lêkolîn kirine û got: “Me daxwaza rawestandina êrişan ji hikûmeta Bexdayê kir. Lê hikûmeta navendî guh neda van êrişên Tirkiyeyê û di wextê de helwest nîşan neda. Piştî êrişa pêr ev cara yekem e ku hikûmeta navendî bertekên wisa tund nîşan dide." 
 
Şerîf anî ziman ku hikûmeta Bexda û ya Hewlêrê ev êriş şermezar kirine ku ev êriş dubare nebin û wiha domand: “Ji hikûmeta Bexdayê hatiye xwestin ku gavên pêwîst biavêje. Em hemfikir in ku divê pêşî li bûyerên bi vî rengî bê girtin û rê li ber Tirkiyeyê bê girtin. Dîsa di qada navneteweyî de hat xwestin ku van êrişên Tirkiyeyê bên rawestandin. Her wiha ji van dewletan hat xwestin ku ji bo pêşî li ber êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin divê gavên pêwîst biavêjin."
 
Şerîf destnîşan kir ku ew dixwazin şerê li Herêma Kurdistana Federe tê meşandin ji herêma wan werin derxistin û got: “Em dixwazin pêvajoya aştî û çareseriyê bê destpêkirin. Divê danûstandin di navbera PKK û Tirkiyê de dest pê bikin. Em jî wekî Hikûmeta Herêma Kurdistana Federe piştgiriya vê yekê dikin. Em li dijî şer in."
 
‘EM HÊZÊN DAGIRKER NAXWAZIN'
 
Şerîf bi bîr xist ku hikûmeta Iraqê li gorî peymana ku di sala 1988’an de bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, Tirkiye ketiye nava axa Iraqê û wiha got: “Lê belê em naxwazin Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzeke din ve were dagirkirin. Axa Kurdistanê axa gelê Kurdistanê ye. Lewma em naxwazin Tirkiye şerê xwe li herêma me bike. Di dawiyê de jî ez vê komkujiyê şermezar dikim û divê neyê dubarekirin. Ev êriş terorîzm e." 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

22/07/2022
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin